Dibêjin ku li kolanên bajarên bažûrê welatê me bigerî li ber her derîyekê tu yê hunermendekê bibînî.
Dema tu Bažûrê Kurdistanê ji aliyê hunera stiranê, hunera dengbêjîyê û ji alîyê hunera gelêrî ve bi bîr dînî, bê guman navê mamostayên weke Mihemed Arife Cizîrî, Îsa Berwari, Hesen Cizravî,Gulbihar, Tehsîn Taha, Eli Merdan, Fuad Ehmed, Emer Dizeyî, Mihmed Mamlê, Misko, Tahir Tofiq, Eyaz Yusif, Erdewan Zaxoyi, û geleki nav û dengên nemir tên bîra meriv ,di serdema salen 1960 heya 1970 heya 1990 an de ev parçê Kurdistanê rolekî giring û ber bi çav di parastin û pežxistin û nojen kirina stirana kurdî de hebûye.
Tu niha ji lê binêrî tu bi çave xwe bibini û bi guhê xwe bibhîzî ku çava awazên wan hunermendên nemir di xwîna gelê me yê wir de hêlîna xwe çê kirîye,yanî bi kurtî deng û awazên wan nemiran bûne rîtma jiyana gelê me ,bûne simfonîya esqê, bûne hemayê berxwedanê ,bûne ramanê welat parêzîyê û rûpelên diroka vê axê bi hemo xasiki u bedevîyê neqižandine.
Ger tu bi çavek vekirî ji roja îro temaže bikî tu yê di qada stirana da li her derê bibînî ku çava emrê wan deng û awazan roj bi roj zêde dibe û roj bi roj zedetir tên guhdarî kirin û roj bi roj zêdetir bi qimet dikevin,hêjaye ku meriv rastîyan bîne ziman û behsa pêžketina roja îro jî bike,yanî meriv di nirxandinên xwe de semîmî be û her tižtî rež nebîne, bažî, pêžveçûn,li cihê xwe, emê rexne ji lawazîyan bigrin,mixabin ku asta karê stirana li bažûrê welatê me ne di rewžik wusa de ye ku em pesna li ser bidin, yani her çi qasa ku di žeklê xwe de xažik be,her çi qasa ku di teknîka xwe de gawik ber bi pežve avêtibe.
Mixabin sed mixabin her ew qas di naveroka xwe de valahîyê dijî,ev valahî ji teqlîd heya dizîya peyv û awazên tirka û Ereban,Vala kirina hundirê stirana kurdi,kem buna heste netewî di stirana roja îro û dûr ketina stiranê ji rastîya evîn û jîyana gel û welat û bicûk kirina evîna jinê û bicûk kirina kesayeta jina kurd çi bi peyvên kolani, çi bi kilîpên dûr ji rastiya exlaqî û jîyaniya jina kurd û sedan kêmanîyê din.
Dema tu dibêjî Hunermend kîye? Her kes dibêje ,dilsoze ,fedakare,can gorîye, xizmetkarê mirovahî û gele xwe ye.
Erê ew kesê ku ji xwe re dibêjin Hunermend çend barê vê ber pisyaretîyê davêjîne ser mile xwe! bi rastîyê vê axê û wî geli dijin,weke tevayî Kurdistanê gelê me ye bažûr ji hezar û yek derd hene,roj bi roj zaroke me,civanên me, ji rastîya xwe dûr dikevin û dibîne suwarê rêya xeribîyê, dikevine xefk û davên siyaseta dijmin, ferq û cudayî ya di nava civakê, ya di navbera feqîr û dewlemendan , roj bi rojê zêdetir zaroken me sandoqên boyaxê dihelgirine bin mile xwe û solên ne ji dil boyax dikin,ji xwe durin.
Beramberi pêžveçûnên fikrî û zihnîyê žaristanîyetê xem sarin, di xwe de xendiqî ne, hezkirina welat roj bi roj ronahiya xwe winda dike, bandora xiraba fikr û ramanên rastîya ežîret, dîn û malbat û adet û teqalîdên xirab û žondemayî roj bi roj azadîya kesayetî bi sinor dike , û derd , êž ,keser........
Bi hebûna wan rastîyên teil,tu ji stirana wir guhdari diki,her mina ku çi xem û derd û jan û êž û elem û nexwežîyên wî xelkî tune ne hema bes pirsgireka jiyana wan ,tenê yare û bes.
Ez ne li diji stirana evînê me, berowaci wê çendê ez di vê baverîyê de me bê evîn jîyan nabe, bi taybetî ez yek ji wan kesa me ku aligire tekilî û dan û standina evîndariyê li ser pîvanê exlaq û fikrê azad û wekhevîyê di navbera jin û zilam de me,û ya heri giring ewe ku di stiraneda li ser bingehê azadîyê , wekheviya rêz girtinê û li ser bingehe zanistîyê me. Evîn û Evîna dildariyê bi taybetî,di seri de žirove bikin , binirxinin û pažê bistirînin.
Di stiranên bažûrê welatê me de evîn tenê têkilî û dan û standine di navbera kur û kecikan de ye Lê em dizanin ku Evîn ne tenê têkilî û dan û standinê kur û kecikan e,lê di stirana bažûr de ew evîna bi tenê ji bi piskolojiyekî bicûk,bi naverokekî vala,bi peyven kolani tê stirandin û bi bê wujdanî mejiyê wî xelkê hejar û reben,mejiyê zarok û civanên me bi pîstirin reng te dagir kirin û televîzyonên me bi serbilindî wan kesên ku van texribatê çêdikin bi zanabûn yan ne bi zanabûn kilipen wan diwežînîn û wan kesan dikine ser tacê Huner û Hunermendan!!!
Îca were û bêje gelê me çi qimet nade hunermenden xwe ,Ez heq didim wî gelî, ew gel we ji rastiye xwedî derkeve û di kêleka wî kesî de cîyê xwe bigire ew kesê ku di xwežî û nexwežîyan de di keleka wî de be, mixabin ku li salen 1993 an pêde bažûrê welatê me bûye qada teqlidê ,bûye hêlînek ji bo hunera bîyanî û bi taybet erebesk, ew dimenen xemgin li alîkê, ji alîkê din wa le hatiye insanê ku nizanin rastiya huner û hunermendîye çîye ketine di nava vî karê pîroz de û bi xebatekî cewt, ew bihižta xažikiye dagir kirine yani eger em we gotinê bi kar binin û bêjin,
Gawa žer li meydane nemîne
Rivî pažaye û bi keyfa dilê
xwe we melewaniye bike
Ez dikarim bêjim ku a niha belkî zedetirî deh hezar kesan li bažûrê welat dest avêtine mikropona û dibêjin em hunermendin, rêze min bo wan kesa heye yen ku di rêza gelê xwe de ne, xizmetkarin, dilsozin, fedakarin, yan bi peyva tam hunermendin,yên din seda pekve bikine yek hunermendik jê naderkeve, çawa ji xwe re qebûl dike, çi dike, çi dixweze, ne diyare, baž yan xirab perçe dike,belev dike,hildiwežîne,ser û bin dike,tar û mar dike, û her perçe yeke ber bi cihekê ve dibe, bê ku ji xwe bipirse ez ci dikim.
Erê ew tižte ez dikim çend di cihê xwe de ye,belki ne guneha wî ye, ji ber ku heya niha li ser girngîya vî karê pîroz tižtik jê re ne gotîye ku ew ji bizane. çi bêjin ji xwe tu nikare loma yan gilî û gazinda ji nezanekê bikî.
Ez bi kurtî dibêjim,ew kesê ku exlaqek huneri,vijdanê huneri,esqek huneri, zaniyariyek huneri, xizmetek mebdeyî û hunerî nebe bi rastiya huneri perwerde kirî nebe ne hunermende.
Erê ma tu dikari ji her kesê re bêjî Hunermend . Ez di vê baweriyê de me ku mezintirin derfet bo jev belavkirinê nezaniya medya ya kurdi,ragehandina kurdi , bi taybeti radyo û televizyonen me, bûne sebebê wê lawaziye,nebûna pilan û pirojeyen taybet ji alîyê rexistinî ve, ji alîyê perwerdeyî de, ji alîyê ava kirina kesayetên huneri de,nebûna lijneyên taybet û pirofesiyonal di dezgehen ragehandinê ji bo helbijartin û nirxandina berhemên huneri û bi rastî bikaribin di seri de kesayet huneri binirxinin,asta hunermend bizanin.
Rastiya stiran û kilîpan ji alîyê teknîkî ,huneri,ji aliyê exlaqi û perwerdeyî ji aliye vijdanî û insanî,ji aliyê netewî ,û ji aliyê fikrî û piskolojik (nefsî) de binirxinin, ew kêmanî bi serê xwe u dehan kêmanîyên din weke ne parastina mafê hunerî û hunermendan,giringi pê nedana pêwîst ji aliyê resmîyetê û dehan kêmaniye din bûne sedem ku hunera stiranê li bažûrê welatê me we lawaziye bijî û li gor pêwîstiya demê pêž nekeve.
Hividarim bi hevildanekî gižtî de, bi pilanekî bingehîn, bi dilsozî û fedakariya hemo hunermend û mamosta û mozikjen û zanayên huneri, bi pêžengtiya dezgehên pêywendidar,bi desteka madî û menevî ya rexistin û resmiyeta hikometa herêma Kurdistanê ew rewža aloz bighure serkevtinen bê sinor û bê davi.Di davî de weke xizmetkarekê hevidarim ew kesê ji ax û welat û hebûna xwe û pêžveçûnê hiz dikin min ji ditin û nêrînên xwe bê par nekin.
Tirêj Urmiye
Ev navnîşana e-mailê li hember spam bot-an tê parastin, ji bo dîtinê divê Javascript vekirî be
Ev navnîşana e-mailê li hember spam bot-an tê parastin, ji bo dîtinê divê Javascript vekirî be

|