|
Li Urmiye rê nedan Kurdan biçne Parlemanê! |
|
|
Saturday, 26 April 2008 |
Encama duyemîn dora hilbijartinên parlemana Îranê(Mecclis) eþkere bûn. Di dora duyê ya hilbijartinên wilayeta ”Azerbayjan a Rojava” de ku li herêmên Urmiye, Xoy, Miyanduab, Tekab, Þahîn-Dêj, Neqede û Þino yê hatin kirin pênc nûner hatine hilbijartin.Li gor agahiyan di dora duyemîn a hilbijartinan de li wilayeta ”Azerbayjana Rojava” 367 hezar û 826 kes çûne ser sindûqan.
Ji bajarê Urmiyê Cevad Cehangîrzade bi destxistina 59 hezar û 754 dengan û Nadir Qazîpûr ji bi anîna 47 hezar û 276 dengan çûne meclisa Îranê.Li Xoyê jî Moeyyêd Hosêynî yê Sedr ku 36 hezar û 859 deng anî bûn çû parlemanê.Vê dora hilbijartinan de rê nedane Kurdan ku têkevne meclisê, her wek tê zanîn li bajarê Urmiyê û gundên dor û bera vê pirranî kurd dijîn, lê ji ber hin sedemên siyasî rê nadene kurdan ku ji vî bajarî biçne meclisê.Hate ragehandin ku Elî Zencanî Hesenlûyî wek nûnerê her du bajarên Þino û Neqedê hatiye hilbijartin.
Her sê nûnerên ku vê carê ser navê gelê Urmiyê çûne meclisa Îranê bi eslê xwe Azerî ne, namzedê kurd yê bi navê Ebdurrehman Neqþînî ku di dora yekem de nekarî bû wek pêvîst denga bînît di dora duyem de jî mixabin nehiþtin ku biçe parlemanê.

|