Friday, 16 May 2008
Destpźk arrow Nivīsar arrow Īran ū PJAK
Īran ū PJAK Çapkirin
Sunday, 27 April 2008
pjak_iran.jpgPartiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) demek berê kongreya xwe pêk anî û der barê xebatên xwe yên siyasî û ležkerî de agahiyên girîng dan. Endamê koordînasyona PJAK’ê Serhat Žaho got ku tevgera wan li Îranê hêza muxalîf a herî xurt e û têkiliya wan bi hêzên muxalîf ên din re jî xurt bûye.
Žaho, destnîžan kir ku heke Îran êrîžên xwe bidomîne ew weke PJAK dê žerekî gerîla yê berfireh bidine destpêkirin û ji bo rojhilatê Kurdistanê jî xweseriya demokratîk dixwazin.



Endamê Koordînasyona PJAK’ê Serhat Žaho pižtî kongreyê li ser amadekariyên nû yên PJAK’êshaho_pjak.jpg axivî: PJAK amadekariya pêvajoya nû dike.

- We kongreya xwe di demeke ku operasyonên Îran û Tirkiyeyê û êrîžên ležkerî ku bi pêž dixistin de çêkir. Ev yek ne bi rîsk bû?

Kongre pižtî amadekariyên dirêj dest pê kir. Beriya kongreyê nîqaž hatin kirin û perwerdehî hatin dayîn. Êrîžên Tirkiye û Îranê di rojevê de bûn. Ligel hemû rîskan me biryara kongreyê girt. Lê ji bo hemû êrîžan, me tedbîrên xwe girtin. Kongreya me di nava pêvajoyeke pevçûn de pêk hat. Ne tenê êrîža dewleta tirk bû, her wiha êrîža Îranê jî di rojevê de bû. Heta îhtimalek ku êrîžek Îran, Tirkiye û ji hêzên Bažûr pêk dihat hebû. Heke di Zapê de serkeftineke wan çêbibûya îhtîmal hebû ku Tirkiye bi Îranê re operasyoneke hevpar li Qendîlê pêk bianiya. Hemû hêzên me li gorî îhtîmala êrîžek ku pêk bê xwe amade kiribûn.

- PJAK tevgereke nû ye, gelo partîbûna xwe temam kiriye? Di kongreya we de nîqaža bingehîn çi bû?

Di kongreyê de ji destpêka tevgera Apocî ku li rojhilatê Kurdistanê dest pê kiriye û heta roja îro hate nirxandin. Li holê xebatek, têkožînek, kedek û bedelên hatine dayîn hene. Di nava gel de hêviyek û girêdayîna gel a ji bo PJAK’ê heye. Lê ev têr nehat dîtin. Du noqteyên ku kêm mabûn hatin tespîtkirin.

A yekem partîbûn bû. Yanî divê rêxistina me hêj bi rêk û pêk be. Bi taybetî sekna kadroyan li ser bingehê îdeolojiya Apocîtiyê nirxandin hatin kirin. Di vê noqteyê de kêmasî hatin tespîtkirin û li gorî vê xwe ji nû ve serast kir.

Di nîqažên kongreyê de nêrînên weke ku kongreya me ya sêyemîn dižibe kongreya PKK’ê ya sêyemîn derket holê. Di kongreya PKK’ê ya sêyemîn de jî ji bo ku pirsgirêkên partîbûnê, pirsgirêkên kesayetiyê bi taybetî di kadroyan de ku çareser bikin ber bi biryarbûnê ve çûbû. Di kongreya me de jî nêzî wê nirxandin hatin kirin. Nirxandina kesayetiya rojhilatê Kurdistanê hate kirin. Heta kesayetiya her herêmê weke hewcedarî hate dîtin û me got ev yek dê li gorî nêzîkahiya partiyê û çanda partiyê ancax pêk bê.

- PJAK li Îranê xwe gihandiye gel, rêxistinbûna xwe pêk aniye? Em dikarin bibêjin gihîžtiye statuya hereketeke gel?

Di kongreyê pižtî partîbûnê, me kirûya gelbûnê nîqaž kir. Di nava têkožînê de em bawer dikin ku bandora me li ser gel çêbûye û heta astekê baweriya gel me qezenc kiriye. Gel di vê têkožînê de bûye aliyek û ji rejîma Îslamê veqetiyaye. Ji bo tevgera me eleqeyeke zêde heye, lê gel hêj tam ne rêxistinkirî ye. Rejîma Îranê ji bo gel xwe bi rêxistin neke çi ji destê wê bê teqsîr nake. Yanî tedbîrên wiha bi pêž xistiye ku du kes nahêle bê cem hev û bi hev re tevbigerin. Tespîta ku gelê me ne rêxistin kiriye berê jî hatibû kirin, lê ji bo pažve hižtina vê pirsgirêkê zêde tižt nehatin kirin. Ji bo ev pirsgirêk bê çareserkirin gelek nîqaž hatin kirin. Biryar hatin girtin ku pirsgirêk û hewcedariyên gel bêne tespîtkirin û li gorî vê veguhere rêxistinkirinê.

pjak2.jpgJi ber vê ji bo pêž xistina rêxistinkirina legal, rewa û îlegal di rojeva me de ye. Rêxistina me ji bo vê biryarên nû girtine. Me modelên rêxistinkirina nû di kongreyê de nîqaž kir. Me êrîžên Îranê hesab kir. Ji bo gel bi awayekî cidî bê parastin û žertên xebatê çawa bê pêžxistin nîqaž hatin kirin. Biryara me ya duyem a girîng gelbûn bû, yanî gel xwe bi rêxistin bike, pirsgirêkên xwe çareser bike, li rêxistinên ku bikaribin daxwaz û xwestekên xwe bînin ziman û bi çalakiyan xwe vebêje.

- Di van demên dawî de êrîžên Îranê zêde bûne, di rojên pêž de dê çi bibe?

Rejîma Îranê xwest ku têkožîna demokratîk a kurdan marjînalîze bike, lê bi ser neket. Mînak tevgerên weke Komala û KDP’a Îranê bi van rêbazan hatin marjînalîzekirin. Ji ber ku lingê wan ê gel ne xurt bû. Têkožîna esas a gel dide ye. Îran li Rojhilata Navîn dewleta herî zêde xwedî tecrûbe ye. Îran, kurdan her tim di pozîsyona žer a mewziyê de xwestine bihêlin û di vê de bi ser ketine. Lê tevgera me neketiye heman žažiyê. Berê hemû gel di xizmeta pežmergeyan de bûn. Lê li cem me berevajî ye. Hemû gerîla di xizmeta gel de ne.

Pižtî kongreya me mehekê pêvajoya bombebarankirinê dan destpêkirin. Dewleta Îranê jî dizane ev tevger bi êrîžên topyekûn dê ji holê ranabe. Em van êrîžan weke ku dixwazin asta biryarbûna ku di kongreyê de derketiya holê lawaz bikin, dinirxînin. Ev êrîž dê tu carî me neçewisîne. Me li hemberî Îranê žer nedaye destpêkirin, ji bo mežandina têkožînê em di pozîsyona siyasî de ne. Ji ber vê em parastina rewa esas digirin. Lê heke dewleta Îranê êrîžî me neke, dê em ê êrîž nekin. Lê êrîž bike mafê me yê bersivdayînê heye.

- Polîtîkayê PJAK’ê yên der barê tifaqê de çi ye? Hûn ê siyaseteke çawa û bi kê re hevkariyê bi pêž bixin?

Bi her kesê ku aliyê pêžeroja Îranê ne, em alîgir in ku bi her kesî re pêžerojê bi rêxistin bikin. Ji ber vê banga me ji tevgerên rojhilatê Kurdistanê re heye. Em bi hev re têkožînê bidin. Hevdîtin û bangên me hene. Lê ev hêj pêk nehatiye. Sedemên vê hene. Yek ev hêz bûne penaber, du ev hêz bi îradeya xwe hereket nakin. Ji ber vê ne di pozîsyoneke cidî de ne ku yekitiyê pêk bînin. Ji bo yekitiyê hin krîterên me hene. Yekem divê têkožîn di xizmeta gelê me de be, duyem divê têkožîn bê dayîn.

- Têkiliya we bi rêxistinên muxalîf ên din re çawa ye?

Ne tenê ji bo hêzên rojhilatê Kurdistanê, her wiha banga me ji bo bi hemû hêzên ku dixwazin demokrasî bê Îranê re heye. Bi hêzên muxalîf re hin hevdîtinên me hene. Em ne di wê têgihižtinê de ne ku destpêkê bi hêzên Rojhilat re tifaqê bi pêž bixin û pižtre bi hêzên din re tifaqê bikine. Em dixwazin li Îranê hemû hêzên muxalîf li dora nirxa hevpar bêne cem hev. Ev nirxa hevpar çi ye? Demokrasî ye, ev dibe demokrasiya Îslamê be, di komarê de demokratîkbûn e. Demokratîbûna civatê, demokratîkbûna siyasetê ye. Em li Îranê hezêke pêženg a muxalefetê ne û tevgera me cesaret û moral dide gel.

- Li Rojhilat di nava ciwanên kurd de bi kar anîna narkotîkê zêde dibe. Hûn ji bo vê pirsgirêkê çi difikirin?

Rejîma Îranê dixwaz ciwantiya dînamîk daqurtîne. Tê gotin ku zêdetirî milyonek ciwan pêgirtiye narkotîkê ne. Lê nenihêrin ku Îran îslamî ye, hem narkotîk û hem jî fihûž bi destê dewletê tê bipêžxistin. Îro Îran olê weke çandeke dîrokî ya civatê ye, nagire dest. Ji bo berjewendiyên rejîmê bi kar tîne.

Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê rewža jinê çi ye tê zanîn. Tu hiqûq û mafê wê tune. Ji bo ji vê rewžê rizgar bibe, jin bibe xwedî îrade, her wiha em dixwazin di nava têkožînê de rolekî aktîf bigire. Li Îranê žertên vê her çiqas dijwar be jî di nava refên PJAK’ê de hejmara jinan zêde dibe. Li qadên ku em serdest in herî zêde jin eleqeyê nîžanî têkožîna me didin.

Çareseriya rast xweseriya demokratîk e

- Hûn ji bo rojhilatê Kurdistanê serxwebûn, federasyon an jî xweseriyê difikirin?

Em çareseriyê di rêxistinkirina gel de ku gel xwe bi xwe rêve bibe de dibînin. Em ne alîgir in pjak3.jpgku ji Îranê veqetin, lê rêxistinbûyînek ku gelê me xwe bi xwe rêve bibe û pirsgirêkên xwe çareser bike heye. Ji ber vê em difikirin ku li rojhilatê Kurdistanê dê pirsgirêk bi xweseriya demokratîk bê çareserkirin. Çareseriyê ne li derve em di hundir de dibînin. Rejîma Îranê propagandaya ku têkožîna li Rojhilat tê dayîn cudakar e û girêdayî hêzên derve ye, bi vî rengî dixwaze tevgera me bê tesîr bike.

Îran di salên borî de li hemberî kurdan hêj nermtir bû. Lê di van salên dawî de polîtîkayên ên weke polîtîkayên Tirkiyeyê bi kar tînin. Difikire ku bi žîdet, pekutî û bi kirîna mirovan dê çareser bike. Em ê di xeta xwe de israr bikin. Heke Îran bi erênî nêzîk bibe, em ê jî bi erênî nêzîk bibin. Lê helwesteke ku me tune qebûl dike bê nîžandan, em vê tu carî qebûl nakin. Li Rojhilat em çareseriyê di xweseriya demokratîk de dibînin. Ji bo vê jî em ê têkožînê bidin.

SEYÎT EVRAN / Azadiya Welat

Şirove (0)add comment

Şirovenivîsîn
kûşketir | mezintir

busy
 
< Paşve   Pêşve >

Herī zźde sirovekirī

 

Lźgerīn

 
 

Chat

Žiroveyźn nū

Kurdī di nav līsteya...
Hevalen xebatkar , Reza tirki 26 e , ne 25 . Ev n...
Źrīžek ji ya Oramarź...
Biji Kurd Biji Kurdistan Biji HPG Biji PJAK Her ...
PJAK-ĪRAN
Eré min ji bihist ku sher cibo ye. ema : navé ci...
Merasima Rźzgirtina ...
Ez shehid buna endame chapemeniya PJAKe je malbeta...
Jina azad, garantiya...
ez je selmas sepas je we de re