Wednesday, 09 July 2008
Destpêk
"Li baþûr tenê gerek soranî bê xwandin!" Çapkirin
Monday, 28 April 2008
wazery_parwarda_204-27-2008.jpgWezîrê perwerdeyê yê hukumeta Kurdistanê Dilþad Evdurrehman îro di hevpeyivîneka xwe de ku di Rojnameyê de derçû, daxwaz kir ku kurmancî li deverên Behdînan jî ji perwerdeyê bê derxistin û li seranserê Kurdistanê tenê soranî bibe take zimanê perwerdeyê.  

 

Wezîrê perwerdeyê Dilþad Evdirrehman mayina perwerdeya bi zimanê kurdiya kurmancî ya li Behdînan wek tawanekê(guneheke mezin) nirxand û got ku ev ne gunehkariya wezareta wî ye, hê ji berî wezîrtiya wî, di dema du îdaretiyê de hukumeta Hewlêrê li Behdînan perwerdeya bi vî zaraveyî daye destpêkirin û di 2003-yê de ew geþ kiriye.

Dilþad Evdirrehman wiha got: ”Min dive wê yekê ronî bikim ku pirsgirêka vî duzaravayî tu peywendiya wê bi sîstema nuh nîne, mixabin ev ji sîstema kevn ji me re hatiye. Em dixwazin çareser bikin. Ji sala 1997-ê ve di dema du îdareyî de, li îdareya Hewlêrê rê hatiye dayin ji pola (sinifa) yekê heta tevî ya çarê li parêzgeha Duhokê bi kurmanciya jorî (kurdiya kurmancî) bixwînin.

Sala 2003-yê rê hatiye vekirin ku pola 5-ê û 6-ê jî bi kurmancî bixwînin. Piþtî pêkanîna yekîtiya kabîneya pêncê, me xwest em vê pirsgirêkê çareser bikin. Îsal em hetin me ew kitêb têkilhev kirin, lê di hilsengandinê de ji bo me diyar bû ku ev ne lêhatî ye. Ji bo wê nuha pirsgirêk li ber destê serokatiya herêmê, encumena wezîran (hukumet) û parlamentoyê ye ku biryareka wêrekane (bicesaret(!)) û zanistiyane (!) bidin li ser wê yekê ku zimanê nivîsandina kurdî li seranserê Kurdistanê bê yekkirin.

Heta ew jî tê kirin, wan biryarên ku berê hene em wan cîbicî dikin. Bi raya min pêwist e li herêma Kurdistanê yek zimanê xwendin û nivîsîna fermî hebe, çareseriya wê jî divê bi biryara siyasî be ne ku bi referandumê (rapirsî).”Mixabiniyeka mezin e ku wezîrê Kurdistanê ê perwerdeyê jî perwerdeya bi kurmancî a li Behdînan wek mixabiniyekê; wek xeter û gunehkariyekê dibîne.

Ev mejî, mejiyê bin tesîra kemalîzm û baasîzmê ye, nedîtina rastiya Kurdistanê ye, rêzlênegirtina maf û azadiyên hemû pêkhateyên neteweyê kurd e, þovenîzma teng a herêmî ye ku dixwaze li seranserê Kurdistanê xwe bi darê zorê, bi qanûn û postalan zal bike. Wezîr her wiha radigihîne ku par di perwerdeyê de kitêb bi herdu zaravayan têkilhev kirine lê ev bi serneketiye.

Em dipirsin, ka li ku derê dinyayê hatiye dîtin ku di demekê de ku hê saleka perwerdeyê neqediyabe encameka zanistî ji sîstemeka perwerdeyê bê derxistin. Piþt re gelo ew helsengandina resmî ya ku encam daye ku ev sîtem nameþe çi rapor e, zanistî ye yan na, kê kiriye? Em wek Netkurdê bangî wezîrê perwerdeyê dikin da ew vê raporê eþkere bike.  

Bi vê minasebetê em balê dikêþin ser vê pirsgirêka cidî ya Kurdistanê û bangî  serok, hukumet û parlamentoya Kurdistanê dikin ku ev pirsgirêk eger bi siyaseta Dilþad Evdirrehman yan yên wek wî bê meþandin ê di nav ref û rêzên neteweyê kurd de perçebûnên gelek kûr serî hildin.

Daxwiyaniya Evdirrehman delîlê wê yekê ye ku di hukumeta nuh a Kurdistanê de ku di van nêzîkayiyan de ê bê avakirin, di wezareta perwerdeyê, wezareta perwerdeya bilind û wezareta rewþanbîriyê de divê kesên wek Dilþand Evdirrehman ên soranîparêzê dijminê lehceyên din nebin wezîr. Wezîrên bi vê siyasetê ê paþeroja avabûna neteweyê kurd têxin bin xeterê.

Divê wezîrên ku tu cudayiyan naxin navbera zaravayên kurdî û xwedî li wan derdikevin wan wek hev qîmetdikin li van wezaretan bên serî. Her wiha ciyê matmayinê ye ku heta nuha tevî ku gelek soranîparêz bi vî awayî êriþê tînin ser paþeroja zarokên Behdînan û ser yekîtiya neteweyî ya kurd jî, serokê Kurdistanê, serokwezîr û parlamento guh nade banga wan zimannas, pedagog û pisporên vî warî yên kurd û yên navneteweyî yên ku dîtinên wan ên zanistî li ser perwerdeya bi pir-zaravayî û pirr-zimanî heye.

Mamoste, pisporên ziman û pedagogên kurdên kurmanc gelek caran daxwaza guhdarîkirina dîtin û pêþniyariyên xwe kirine, lê mixabin serokê Kurdistanê, serokwezîr û parlamentoya Kurdistanê firsenda guhdarîkirina wan jî nedaye.
Şirove (2)add comment
SHORESH: ...
hewalê "kurd li urmiye" ez bi terem e. ev siyaseta girj ya dewleta turk, iro rojê hin kes ku navê xwe didanin revşenbîr li başûrê kurdistanê dixine piraktîkê. wan kesan zext û zûlmê li devoka şîrîn a Hewramî jî dikin. ew kesene paş maiyê hizba besin a seddamin e. ku îro siyasete AKP dimeşînên.
1

report abuse
Nerast e
Rast e
April 28, 2008
Deng: +0
Kurd li urmiyê: ...
li min biborin lê ev "mêjî" û "zanist" majiyê û zanista keran e.
2

report abuse
Nerast e
Rast e
April 28, 2008
Deng: +0

Şirovenivîsîn
kûşketir | mezintir

busy
 
< Paşve   Pêşve >

Gotinên pêþiyan

"agir xweş e lê xwelî jî jê Çêdibe"

Lêpirsîn

Malpera me ya nû çawane?
 

Endam

Login Form






Te şîfreya xwe ji bîr kiriye?
Ma tu ne endam î? Bibe endam!

Alfabe

Alfabeya Kurdî

3icon_alfabe.gif
Alfaba Kurdî

 

Lêgerîn

 
 

Chat

Hewa

Urmiye:
12°C
1012mb

8 km/h
Kirmansan:
18°C
1008mb

8 km/h
Xoy:
15°C
1010mb

calm km/h
Tevrêz:
15°C
1013mb

calm km/h
Têhran:
20°C
1006mb

19 km/h

Wênealbom

Þiroveyên nû

Kovara W Hejmara 20'...
kovarekî hêjaye mirov ji nivîs û helbestan tam...
Trajediya malbatek k...
az jî ji bo vê nûçe ya xemgînim .xwedê wan ...
Trajediya malbatek k...
ez ji buy we xebere pir xemginim u dibejim sere g...
Hevpeyvîna DIHA yê b...
Zor sipas bo gotinên te yên bi mane û şirîn.R...
4oo hezar tomen (400...
Hemû devr û berên kurdan bûne dijminê wan, ev...
4oo hezar tomen (400...
ez li urmiye..ez mala van baş naz dekem...iro men...
4oo hezar tomen (400...
kurdên nezan!!!
4oo hezar tomen (400...
az je le bajare urmiyema az awwale diwxazim bejem ...
4oo hezar tomen (400...
az je le bajare urmiyema az awwale diwxazim bejem ...
4oo hezar tomen (400...
aw shola galak narahat konandaya az xa le bajare u...
4oo hezar tomen (400...
silaw wene bexone
Turkiye axa Kurdista...
silaw u reze min ji we re hene hewidarim ku hune...
Baþûr an jî em kurd...
Rexne kirin ji bo pêşvebirina her civatekê pêw...
Bajarê Urmiye
Urmiye bajere min,heta ez hebim li dinyaye nave te...
Baþûr an jî em kurd...
Li gel silavên germ Kek brahîm te û hevalê ku ...