|
24ê Aprila sala 1915an artêŝa dewleta Tirkên Osmanî di bin rêbertiya Jon Tirkên ku di sala 1908an da desthilatdarî xistibûn destê xwe, pilana fermana Ermeniyan di pratîkê da eŝkere kirin. Pilan berê bi ŝiwirmendî û destûra gire-girên dewletê bi awayekî pir nihînî hatibû danîn. Ew dûr û kûr fikiribûn heya ku dest bi karekî wiha dûr ji exlaq û wijdana mirovahiyê biken.
Hingî ŝerê cîhanî yê yekê bi germî berdewam bû û wan karî di navebra sala 1915an heya 1917 yek milyon û nîv Ermeniyên di nava sinorê welatê xwe da bikujin. Hemû guneha wan Ermenîbûn û ola wan ya cuda bû. Herwiha Tirkên Osmanî ditirsiyan ku Ermenî bi zekawet û projên xwe yên pêŝvero kapîtal û aboriya impiratoriyê bêxin destê xwe.
Hingî hemû zagonên insanî û exlaqî ji aliyê Tirkên ŝovenîst ve hatibûn binpêkirin. Kuŝtin, wêrankirina gund û talana mal, erd û heyiyê Ermeniyan heya sala 1925an yanî piŝtî çêbûna artêŝa komara Tirkiyê ya nû jî berdewam bû. Di vir daye ku rayedarên TC heya roja îro jî bi awayekî fêrmî guneha vê cinayetê li ser xwe napejirînin. Tirajêdiyek wiha berfireh li dijî komeke êtnîkî ji çavê welatên Ewropî û Emerîka jî dûr ma. Piŝtre û heya roja îro jî ew berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî li ber çav digirin û Tirkiyê naçar naken ku vê cinayeta dîrokî bi awayekî fêrmî li ser xwe bipejirîne.
Di çaxê serhildanên Kurda li bakurê Kurdistanê jî Kurd jî bi qedereke wiha re rû bi rû man. Ji ber wê jî mirov dikare bêje: Ger li ser dîroka fermanên ku li dijî Kurda jî pêk hatine lêkolîneke berfireh bê çêkirin, 100% kuŝtina bi sed hezaran mirovên Kurd jî yê îspat bibe. Hema duh bû ku Sedam Husên bi Enfala xwe re nêzî dusedhezar Kurd winda kirin. Qeladizê, Helepçe û Behdîna, her yek ŝahidê dîrokeke xwe ya tevkujiyê ye. Di çaxê serhildanên Dêrsim, Amed, Koçgirî, Agirî û yên din da bi sed hezaran Kurd ji aliyê Jon Tirkan ve hatin kuŝtin û windakirin. Li Îran, Sûriye û Îraqê jî kêm-zêde rewŝeke wiha li dijî Kurda berdewam bû. Ger bi giŝtî qiyasek di navbera fermanên li dijî Kurd û Ermeniyan bê kirin, tê kifŝê ku her du gel jî ketine ber ŝûra Tirkên înkarger. Cinayetên wan bi awayekî wisa veŝartî digehiŝtin encamê ku heta carna hinek rayedarên wan bixwe jî piŝtre sosretgirtî diman!!.
Adolf Hitler di pirtûka xwe ya bi navê “ ŝerê Min” da piŝtî darijandina pilana fermana Yehudiyan ji xwîndevanên xwe dipirse:” di bîra çi kesekî da qetilama Ermeniya maye?”!!.
Wihaye ku mirov bi kûrahiya cinayeta Osmaniyan dihese ka çawa piŝtre ji xwînmêjekî mîna Hitler jî “holocaust”a Ermeniyan bûye îde û wek tevkujiya Cihuyan gehiŝtiye encamê. Îro em tev dizanin ku ger hingî qira Ermeniyan weke kiryareke dij hemû mirovahiyê bihata mehkûmkirin û mêimarên wê jî di dadgeheke dadmend da gehiŝtana heqê xwe, ticarî tevkujiyên piŝtî sala 1915an çênedibûn an jî hema wiha hêsan nedigehiŝtine encamê.
Elbete dîrokê ji bîr nekiriye ku çaxê hikûmeta Sultan Ebdulhemîdê duyê jî Tirkên Osmanî di salên 1894 heya 1896an bi qasî du salan zêdetir ji 250.000 Ermenî kuŝtibûn ku di dîrokê da bi navê” Qira Hemîdî ” an jî “Hemîdiye” hatiye binavkirin. Wan jî weke tornên xwe yên îro serê xelkê jê dikirin, ew parçe-parçe dikirin û laŝê wan davêtin ber kûçikên xwe. Ew karê ku îro artêŝa Tirk li bakurê Kurdistanê li dijî Gerîlayên Kurd dike hemen kare yê ku bav û kalên wan li dijî Ermeniyan encam didan. Birastî wek dibêjin:” aqibet gorzade jî dibine gor…” karê Jon Tirka, alayên Hemîdiye û artêŝa Tirka ya îro 100% diŝbin hev.
Hikûmeta AKPê jî tevî ku dizanin di Quranê da hatiye nivîsandin ku:” kuŝtina kesekî bêguneh weke kuŝtina hemû beŝeryetê ye” lê dîsa jî li Kurdistanê kuŝtin bûye karê wan yê rojane.
Carna hinek dostên Ermenî Kurda jî bi hevkariya Osmaniyan tawanbar diken. Naxwazim bi berfirehî li ser vê xalê bisekinim, lê îro jî hinek axa û begên Kurd li dijî gelê xwe ŝerê Kurdan diken. Ev nayê wê wateyê ku Kurda hingî hevkariya Tirkan kiriye. Ket û mat axayên hingî jî wekî cehŝ û qoruciyên me yên îro ne. Lê li Mûŝ û Amedê ŝervanên Ermenî jî kêm Kurd nekuŝtine. Wan jî mîna leŝkerên artêŝa Tirkiyê carna ku derfet didîtin gundên Kurda diŝewtandin û fermana Kurda radikirin. Elbete zemîneya karekî wiha tev ji aliyê Jon Tirkan nivŝparêz ve hatibû amadekirin. Yanî bi rêya cudatiya ol di dawiya dawî da komara înkargera îro bi navê T.C hat damezrandin û Kurd, Ermenî û kêmnetewên din heya roja îro jî ji hemû mafên xwe yên bingehîn bêparin. Ev di rewŝekê daye ku hêŝata jî bi miloyonan Kurd li ser axa xwe dijîn û her tiŝt li wan qedexeye, lê niha li hemû Tirkiyê tenê 70.000 Ermenî mane ku bi piranî li Istembolê dijîn. Ew jî bêdeng û bêmafin. Belê di museya Holocaust da Kurd û Ermenî xwedî dîmenên weke hevin, lê carê dengê Ermeniyan ji dengê me Kurda bilindtire. Hîvîdarim rojekê hemû rûreŝên dîroka mirovahiyê di dadgeheke adil da bên mehkemekirin.
Kakŝar Oremar
24.04.2008
Ev navnîşana e-mailê li hember spam bot-an tê parastin, ji bo dîtinê divê Javascript vekirî be

|