|
Giraniya li rojhelatê Kurdistanê |
|
|
Thursday, 01 May 2008 |
Nebarîna baranê bûye sedema hiþkatiyek berfireh li Rojhelatê Kurdistanê, li gel vê jî buhayê tiþtên xwarinê li gor salên çûyî çend beraber girantir bûye. Lê rijîm tenê bi siyaseta Besîc kirin, kirê girtin û girêdayîkirina bi madeyên Narkotîk ciwanên kurd ranaveste û buhayê tiþtên xwarinê li bazarê girantir kiriye.
Li piraniya bajarên Îran û Rojhelatê Kurdistanê giraniya tiþtên xwarinê yek ji pirsgirêkên sereke ye. Wek mînak li heþt rojên derbasbûyî de 10 kg birinc ji 19 hezar tûmen bûye 21 hezar tûmen. kîloyek goþt ji 16 hezar tûmenî hatiye 19 hezar tûmenî. Tê gotin ku vê di du hefteyên pêþiya me de buhayê tiþtên xwarinê ji sedî 15 zêdetir bibe.
Hêjayî gotinê ye ku girantir bûna tiþtan rasti demekê hatiye ku bêkarî li piraniya bajarên Rojhelatê Kurdistanê di navbera ciwanan de gihîþtiye asteke bilind û rêjîm jî bi bêkar hêlana ciwanan dixwaze ku van bi rêya Besîc kirinê bi xwe ve girê bide.

|