| Zorbaziya yaseya olī ū civakī li dijī jinź ! |
|
| Friday, 02 May 2008 | |
|
Kujtina sîstêmatîk, bi armanc û çewisandina mirov ji mirov re berdewam kir. Ramanên çewt li dijî jinê peyda bûn. Ji roja xwarina Êva ji sêva zanînê re û daketina bendên jinê nîv mirov dibînin,ko wê tawanbar dikin.
Hîn jî ew zorbaziya destpêkî a hovane berdewam e, lê bi kirasekî dî û bi çekên nûjen. Ew zorbazî bi xwe bûye gefkirin ji pêvajoya jiyanê re. Mirov hevudu tune dikin, bi navê namûsê, sincî, kevnetorê û bin banga xwedê mezin e jinan dikujin. Mirovahî li hember van kiryaran bêdeng e. Lêkolîn û hewldanên biçûk ji hin dezgeh û rewženbîran dibin. Lêbelê têr ê nakin, ko diyardeya kujtina jinê rawestînin. Ji ber têgihežtina mafê mirovan di nav civaka me de bi gižtî kêm e.
Di rojhilata navîn de mafê mirovan rojane bin pê dibe. Deqa wan di nav toza pirtûkên destûrê de ne bihtirî xumava ser kaxezê dimîne.
Jin li Kurdistanê dîla yaseyên êlî, olî ,civakî û pêmayî ye. Ji hemû aliyan ve têlên durî li dora wê têne danîn. Kesayetiya wê tune dibe. Du caran bindest dibe, carekê ji ber ew kurd e û cara din ji ber ew jin e. Eger em rewža jinên bažûrê Kurdistanê bi taybetî binirxînin, em ê bibînin ko di van salên dawî de gelek jin di bin navê žužtina bêrûmetiyê de hatine kujtin. Li gora dezgeha mafê mirovan li bažûrê Kurdistanê di sala 2005an de 289 jin û di sala 2006an de 533 jin ji bo namûsê hatine kujtin. Di van 6 mehên dawî de tenê li Silêmaniyê 30 jin hatine kujtin.
Li gora serjimara 2006an ya wezareta tendurustiyê li herêma Kurdistanê 1711 jin li parêzgeha Hewlêrê hewldana xwekujînê kirine, ji ber stema li wan dibe[1]. Rêjeya xwekujîna rojane ya jinê li Kurdistanê 1,95 jin xwe dikuje yan têne kujtin. Em hîn nizanin çend jin di bin gefan, tund û tûjîyê de ne. Helbet sedemên civakî, aborî û yên olî dibin asteng hember pêžketin û parastina mafê jinan. Lê gelo çi bandora yasayê ye, û ta çi radeyê ew yasa karî bû yan dikare vê diyardeyê kêm bike an jî ji holê rake?
Zorbaziya destûra netewî li rojhilat li dijî jinê!
Kurd li nav çar welatên herî xwînî û pažmayî belav in. Bêguman em jî dikevin bin yaseya wan welatan de. Ji ber vê yekê pêwîst e, em li destûrên van welatan binerin, pirs û nîžandekan deynin ber çend xalan. Herweha nimûneya herêma Kurdistanê berçav deynin û encamên pêvajoya wê binrixînin.
Gelo ev yasa ko bi destê mêran û ser bingeha rewaya olî hatiye danîn, dikare jinê biparêse? Yan ew jî hevkarê vê çewisandin û bindestiyê ye?
Destûr ta çi pleyê mafê jinê diparêse?
Ravekirin û guhastina peymanên navnetwî bi bal destûra netewî a navxweyî ve çawa ye?
Jin mîna mirovek netêgihežtî tê naskirin, bê erêniya bav bira an mêr ew nikare ji welat derkeve, nikare zarokên xwe li gel xwe bibe. Jina hemwelatî heke bi mêrekî ne hemwelatî re žû bike, ew jin nikare hemwelatiya xwe bide zarokên xwe, lê berevajî vê yekê dibe!
Dema jina bî an berdayî cara diwem žû bike, ne ji mafê wê ye zarokan li bal xwe bihêle. Lê dema mêrê bî, an berdayî cara diwem jinekê bîne zarokên jina berê ji mafê wî ne. Li gelek cihan dijberî di bendên destûrê de heye. Em ê Iraqê weke nimûne nîžan bikin.
Destûra Iraqê di warê rewatiyê de li gora peymanên navnetwî, prinsîpa rewatiyê (nulla poena) pêk aniye. Li gora destûrê “ ne tawankarnî û ne arih heye, bê ko bingeheke yasayî hebe”. Herweha destûr dibêje; ko herkes li ber yasayê wek hev e, bê cudahiya zayend, nijad…hwd
Wekheviya jinê misoger dike, ji hêleke din ve arihê kujtina namûsê sivik dike.
Bo nimûne, tawana žûžtina bêrûmetiyê (benda 409an ji yaseya arihê ya komara Iraqê hijmara 111) arihê kujtina ser bingehên namûsê ji mêr re sivik dike. Ji 6 mehan ta bi 3 sal zindan bê ko ew bi kar bê. Lê belê yaseyê ev mafê parastinê ne daye jinê. Ango jin ko mêrê xwe bi tawana têkildariya zayendî ya ne rewa bikuje, ew wek kujtinek bi armanc û mebest tê arih kirin.
Benda 41ê ji yaseya arihê ”torekirina jinê” dibêje: Ne tawakarnî ye; eger kiryar bi karanîna mafê torekirina jinê be…
Ango torekirina mêr ji jinê re, (lêdana jinê) mafekî yasayî ye û destûrê ev maf misoger kiriye. Ev yek dijî hemû mafê mirovan e. Di bin sîwana vê bendê de, gelek zorbazî dijî jinê dibe!
Dijberiyeke din heye, ko di parlementoya Iraqê de û herweha ya herêma Kurdistanê hejmarek jin hene. Hem jî di çend wezaretan de berpirsiyarî dane destê jinê. Lê çi sûdeya wan e heke ew jin mîna wêne hatibin danîn. Eger ew jî ji rewatiya olî re kar dikin û gotinê mêran dubare dikin?
Her çendî li bažûrê Kurdistanê gaveke baž hatiye danîn, bi rakirina benda žûžtina bêrûmetiyê û danîna yaseya 14an ji benda yekê, ya ko dibêje: Tawankariya dijî jinê bi behaneya sedemên birûmet ji sivikirina arihê re, ne behaneyeke yasayî ye.
Lê mixabin bi danîna vê bendê hejmara jinên ko li Kurdistanê têne kujtin kêm nebûye. Dibe jî, ji ber ko hêza dadwerî û desthilatdarê ne xurt be.
Em dibînin ko li herêmê prensîpa wekhevîya jin û mêran ketiye destûra bingehîn de. Lê hîn jî di warê praktîk de encamên xwe ne dane. Hîn jî ramana ko zayendek ji zayendeke din kêmtir e, pêmayên pûç yên êlî û olî cihê xwe giritne û rehên xwe kûr berdane perwerdekirina civakê.
Eger em bixwazin bindestiyê rakin, wekhevî hebe. Eger em bixwazin civakeke pêžketî ava bikin, zarokin bê nexwežiyên derûnî mezin bikin. Pêwîst e, mafê jinê bête parastin, wekhevî di erk û maf de hebe û tawana kujtina bi navê bêrûmetiyê bêtê arihkirin. Mêrkujê bi navê namûsê weke mêrkujekî fermî bête tawankirin. Herweha dezgehên sîvîl û yên mafê jinan di belavkirina têgihižtin û perwerdeya yasayî û ya mafê mirovan, bi taybetî yê jinan, di nav millet de bi erkên xwe rabin.
Lava Derwêž
Şirove (0)
![]() Şirovenivîsîn
|
| < Paşve | Pêşve > |
|---|
Herī zźde sirovekirī
Herī zźde žirovekirī
- Ēima
(15 comments) - Xwarina vītamīnan jiyź mirov kurt dike!
(2 comments) - Bījina 8 salī!
(2 comments) - "Li bažūr tenź gerek soranī bź xwandin!"
(2 comments) - Li Urmiye rź nedan Kurdan biēne Parlemanź!
(2 comments)



Bi bûyîna mirovan re zorbazî peyda bûye. Di serdemên pêžmêjû de mirovê berê lawir, hem mirov û hertižtên ko jiyana wan dixistin metirsiyê de ji bo parastina hebûna xwe û berdewamiya jiyanê dikujtin. Žaristanî çêbû, komele û civak ava bûn, gunehkarî û arih (ciza) peyda bûn, sîstema êlî derket, ol peyda bûn, Yezdan çêbûn. 
