Wednesday, 09 July 2008
Destpêk arrow Nivîsar arrow Makû -bajarekî ji bîr buyî !
Makû -bajarekî ji bîr buyî ! Çapkirin
Saturday, 03 May 2008

mako.jpgBAJARÊN ME/ Dema ku mirov ji nêz ve çav li nexþeya Kurdistane dike, hindek bajar hene ku ji hizra me dûr mane û hatine ji bîr kirin. Lewma dijmin herdem gavekê li pêþ me bû ye û dîrok û nasnameya van bajaran li gor hestên netewperestane yên xwe nivîsîne. Yek ji wan bajarên ji bîr kirî, bajarê dîroki Makûyê ye.

Makû li rojhelatê Kurdistanê ye ku ji aliyê bakûr û rojhelat ve li gel Ermenistanê, ji baþûr ve li gel bajarê Xoyê û ji aliyê rojava ve jî li gel bajarê Bazîdê cîran e.

Kevintirîn berhemên dîrokî yên Makûyê digehîje dema desthelatdariya Orartûyan (700 b.z). Odeyên ji kevir û nivîsarên bi xetê bizmarî ku li gundên devera Makû û Bazirganê hatine dîtin, nîþan diden ku niþteciyên sereke yên bajêrê Makûyê Urartûyî bûne ku ew jî beþek ji impratûriya Mad tên zanîn.

Piþtî hilveþîna desthelata Urartûyan bi destê ermeniyan Makû jî kete destên wan de. Ermeniyan li herêma Makûyê gelek klîse chê kirine. Klîseya Tatavûs yek ji van klîseyane ku li Kurdistan û dunyayê ji varê dîrokî ve binavûbang e. Bi dirêjahiya dîrokê bajêr bi navên cur be cur hatiye binav kirin: Kele Qoban, Artaz, Rûsa, Mekî û navê herî balkêþ Mad Kûh(Çiyayê Mad) bûye ku heman Makû ya îro ye.

Makû ji aliyê dîmenên siruþtî û dîrokî ve gelek dewlemend e û hêjayî dîtinê ye, bi taybet dema rojavabûnê, sor bûna esman û zinarên dorûber dîmeneke din dide bajêr. Rez û zinarên dorandora bajêr û hêlînên hecî leklkan li her kuncên bajêr li ser tîrên elektrîkê û bircê enabarên avê hatine danîn cindîtiyeke taybet dide bajarê Makûyê. Yek ji rêyên bazirganî û hatûçûna di navbera bakûr û rojhelatê Kurdistanê ji Makûyê derbas dibe, lewra jî misafirên ku ji welatên wek Îran, Pakistan, Bengladeþ û Efxanistanê tên û dixwazin biçin Tirkiyê qesta wî bajêrî diken, ji ber wê yekê misafirxane, hotel û bazar bûne çavkaniyên abûrî ji bo niþteciyên Makûyê.
maku_2.jpg

Li gor serjimariyên davî nifûsa bajarê Makûyê li gel gundên derûdora wî digehîje 204964 kesan ku ji vana nêzîkê 72367 kes bajêrî(Þehrî)ne û 132597 kes jî gundîn e. Hejamra bajêr her ku diçe zêdetir dibe. Piraniya gelê Makûyê bi zimanê kurdî û devoka kurmancî diaxive, zimanên din yên wek ermenî û azerî jî li bajêr ji aliyê niþtcîhên bajarê Makûyê tê axivtin.

Hêjayî gotinê ye ku pirraniya azeriyên mihacir anjî koç kirî di dema Nadir þahê Efþar (1698-1747) de li Makûyê hatine bi cîh kirin û heta îro jî li vê derê dijîn. Pirraniya þêniyên Makûyê musilman in lê kêmneteweya ermenî jî bi avayekî gellek dostane û aþtiyane li kêleka cîranên xwe yên kurd dijîn. Gelê Makûyê gelek welatparêze û di dîroka têkoþîna rizgariya Kurdistanê de bi sedan þehîd dane.

diyako_text.jpg

Diyako Emînî                    

 

Ev navnîşana e-mailê li hember spam bot-an tê parastin, ji bo dîtinê divê Javascript vekirî be

 wegirtî ji www.eurokurd.se

Şirove (1)add comment
SHORESH: ...
silav
gelek sipas. nivîsên hin pir başên. hivîdarêm ber devam bin.
1

report abuse
Nerast e
Rast e
May 03, 2008
Deng: +0

Şirovenivîsîn
kûşketir | mezintir

busy
 
< Paşve   Pêşve >

Lêgerîn

 
 

Chat

Þiroveyên nû

Kovara W Hejmara 20'...
kovarekî hêjaye mirov ji nivîs û helbestan tam...
Trajediya malbatek k...
az jî ji bo vê nûçe ya xemgînim .xwedê wan ...
Trajediya malbatek k...
ez ji buy we xebere pir xemginim u dibejim sere g...
Hevpeyvîna DIHA yê b...
Zor sipas bo gotinên te yên bi mane û şirîn.R...
4oo hezar tomen (400...
Hemû devr û berên kurdan bûne dijminê wan, ev...
4oo hezar tomen (400...
ez li urmiye..ez mala van baş naz dekem...iro men...
4oo hezar tomen (400...
kurdên nezan!!!
4oo hezar tomen (400...
az je le bajare urmiyema az awwale diwxazim bejem ...
4oo hezar tomen (400...
az je le bajare urmiyema az awwale diwxazim bejem ...
4oo hezar tomen (400...
aw shola galak narahat konandaya az xa le bajare u...
4oo hezar tomen (400...
silaw wene bexone
Turkiye axa Kurdista...
silaw u reze min ji we re hene hewidarim ku hune...
Baþûr an jî em kurd...
Rexne kirin ji bo pêşvebirina her civatekê pêw...
Bajarê Urmiye
Urmiye bajere min,heta ez hebim li dinyaye nave te...
Baþûr an jî em kurd...
Li gel silavên germ Kek brahîm te û hevalê ku ...