|
Ji bo Parvîn Ardalan 3 sal ceza! |
|
|
Sunday, 04 May 2008 |
|
li mafparêza kurd Parvîn Ardalanê sê sal cezayê zindanê hate birin. Parêzerê Ardalanê Leyla Elî Kerîmî ragehand ku mahkemê ev ceza bi sebeba beþdarîya civînên neyasayî, xerakirina nîzma civakî û nafermanî li hemberî desthilatdaran, lê Ardalanê birîye.
Weka tê zanîn mafparêza kurd Parvîn Ardalan layiqî xelata Olaf Palme-yî hatibû dîtin û di destpêka Adarê de ji bo xelata xwe wergire xwestibû biçe Stockholmê lê hikûmeta Îranê rênedabû wê.
Ardalana ku di heman demê de rojnamevan û mafparêza jinan e li Tehranê Navenda Jina ya Kulturê damezirandiye û berpirsa Rojnameya Zenistan ya ku hat qedexkirin bû. Parêzera wê Elî Kerîmî dibêje cezayê Ardalanê bi þert hatiye texîrkirin.

|