|
Çend mehan berê niha min bernameyek di yek ji kanalên televizyonên kurdî de dît, bername li ser rewža jinên kurd radiweste û êž û zehmetiyên wan radixe ber çavên temaževanan.
Vê carê bername li ser jinên kurd ku koçî Edenê kiribûn bû. Jin, ji bo ku zarokên xwe bižînin dibistanê mecbûr bûn ji serê sibê heya êvarê di nav zevîyên xelkê de kar bikin û pižtî ku vedigeriyan malê jî mecbûr bûn ji zarok û ”malxwe” yên xwe re xwarinê çê kin. Dema ku ji van hate pirsîn ka mêrê wan li kû ne, bersivek gelek balkêž dan: ”Mêre me bêkar in û li qehwexaneyan OK dileyîzin.”
Kula wê dayîka ku digot “ez ji bo ku çi kêmasiyên zarokên mi nebin û ew di nav hevalên xwe de serbilind bin vî karî dikim”, heta îro jî di bîra min de ye. Keçên ciwan ku dema wan ya çûyina dibistanê bû di nav zeviyên tûtun û penbû de dixebitîn.
Eger mirov ji aliyê zanistî ve çav li vê meseleyê bike, zerera herî mezin ji di vî warî de digehîje ciwaka kurd! Ji ber ku ew keçên ku îro di nav zevîyan de kar dikin û naxwînin, bi gotineke din em rê nadine wan ku bixwînin dayîkên pažerojê ne. Ji ber ku zarokên pažerojê wê bi destê van keçên ku niha naxwînin bên perwerde kirin (wek dayîk) û herkes jî baž dizane ka bandora nexwendevaniyê di ciwakekê de çend giran e.
Nîvê civaka me destûpê girêdayî ye, seqet e. Me wek gel çanda xwe tevî çanda cîranên xwe kiriye. Me hinek tižt ji farsan, hinek ji ereban û hinek tižt jî me ji turkan girtine. Bi taybet bandora ola islamê li ser çanda me ya kurdî gelek ber çav e. Dema mirov guhê xwe dide stranên berê yên dengbêjên kurd, mirov dibîne ku mêrên kurd çi qas pesnê jinan û bejnûbala wan didin.
Di gelek cîhan de dengbêj di pesin dayîna jinê de vekirî erotîka zimanî bi kar tînin. Lê di dema me ya îro de jin ji ber gelek sedeman ji aliyê mêran ve hatine destbiser kirin û azadiya wan ji wan hatiye standin. Dema ku ez vê yekê dibêjim mebesta min jinên kurd bi gižtî ne, raste ku di nav kurdan de jî mirovên çavvekirî û rewženbîr hene lê bi gižti halê jinên me yên kurd xirab e. Ez baverim ku jina kurd yek ji fedakartirîn û dilgermtirîn jinên dinyayê ye, lê mixabin qedrê wê ji aliyê mêrê kurd ve nayê zanîn.
Rojekê nûnereke kurd ya li parlamenta Tirkiyê di bernameyeke televîziyonê de tižtek gelek balkêž got. Digot “dema ku fermandarê ležkerî yê tirk tê gundê me gazî muxtarê gund dike, sîlleyekê li muxtêr dide û dibêje -kuro ka qedeheke avê ji min re bîne-, muxtar jî dizivire û žemaqekê li gundiyê pižt xwe dide û jê re dibêje -kuro ka qedeheke avê bîne-. Niha mesela me û “mêrên” kurda jî wa ye. Hemû kes li nav serê me dixe û mafê me dixwe, zilamên me jî ji neçarî û bê žerm li nav serê jinên xwe didin.”
Ev zilam bi xeyalên xwe mêraniyê dikin. Mêranî ne ev e ku tu ji serê sibê heta êvarê biçî di qehwexaneyan de OK yan jî kartanê bileyîzî û jin û zarokên te jî biçin di nav erdên xelkê de kar bikin. Mêranî ne ev e ku tu hêviya xwe bi keça xwe ya piçûk girêde da ji te re kar bike û tu jî bixwê.
Desteyek ji ”mêrên” kurd jî hene ku xwe zengîn û dewlemend dizanin, vana jî bi diravên xwe ji jin û zarokên xwe re qefeseke zêrîn çê kirine ku nava wê ji heskirin û evînê vala ye. Ev jî li gorî xwe mêraniyê di destbiser kirina jinan de dibînin.
Pirsgirêkên civaka me hin gelekin ku heta sibê jî ez bêjim naqedin. Pirsgirêka jinê yek ji mezintirîn pirsgirêkên civaka me ye. Niha hinek kes belkî bipirsin; “ma jinên dinyayê hemû azadin û tenê yê kurdan mane?” Raste, jinên gelek komelgehan ne azadin lê rewža me kurdan li gel rewža gelên din pirr cuda ye. Ji ber ku çi nebe jî, nêviya van gelan azad e, xwedî dewlet û sazî ne. Mêrên wan serbestin, lê yê me hem mêr û hem jî jinên me bindestin. Jinên me hem êsîrê dijmin in hem jî êsîrê ciwaka xwe ne.
Ev mijar hewqas berfireh e ku qet dawiya wê nayê. Eger di sedsala 21ê de jî me wek kurd nekariye xwe ji tirsa namûsa nav lingê jinan xelas bikin diyar e ku karê me gellek zehmet e û hêj rêya me ya ber bi serxwebûnê jî gelek dirêj e. Namûs tižtekî bi rûmet e, namûs žeref e, namûs welat e.
Eger hûn îro rê nedin ku keçên we herne dibistanê, sibe dema ku ev keç mezin dibin perwerdeya civakê wek dayîk dikeve ser milê van. Ew civaka ku zarokên wê perwerdeyeke baž nedîtibin, her tim bi zor û zehmetiyan re rûberû ye.
Eurokurd.se

Herman Mavane
Ev navnîşana e-mailê li hember spam bot-an tê parastin, ji bo dîtinê divê Javascript vekirî be

|