|
Behroz Žuca'î, mamostay Zankoy Duhok e le buwarî zimanewanî da, her wek xwêndkarî duktora ye, le zimanewanî komelayetî. Le Kurdistanî Rojhelat le dayik buwe. Salî 1987 - 2005 le Swîd jiyawe, bekalorîosî le Swîd tewaw kirduwe, masterî le zimanî kurdî be nawnîžanî "diyalêktolojî" le salî 2002 bedest hênawe.
Ew rayî ciyawazî heye le ser durustbûnî zimanî standard. Pêy wa ye her hewlêk bo durustkirdinî zimanî standard hewlêkî nezok debêt.
Pêy wa ye debêt takî kurd takêkî žareza bêt be nasînî diyalêkte ciyawazekan ne’k lenawbirdinî sercem zarekan bo durustkirdinî yek zimanî standard. Be rayî ew ewe cige le kužtinî ziman hîçî tir niye. Rojnamey Aso bo ziyatir rûnkirdinewey kêžekanî ziman, giringî be babetgelî wek zimanî standard em dîdarey le gel sazkirduwe.
* Be ray to ta çend deselat detwanêt zimanî standard durust bikat?
- Be ray min hemû kat, ewe deselat e hewlî durustkirdinî zimanî standard dedat, yan zimanî yekgirtû û projey bo dadenêt. Ewe zimanî yekgirtû niye ke deselat pê heldestêt, hewlêkî nebekam e. Çunke ewey ke êsta le ara da ye zimanî yekirgtû niye, belku zalkirdinî žêwezarêk e be ser žêwezarekanî tir da. Le gelêk wilat ew kêžeye hebû, bo nimûne le serdemî kon da le Ferensa em babete wek êstay ême girft buwe. Belam ew kat be hoy baladestîy Parîs be ser nawçekanî tir da û pêžkewtuyî ew zarey Parîs, be biryarêkî siyasiyaney ew kat, ew diyalêktey ke parîsiyekan qise yan pê dekird, bû be zimanî sercem žwênekanî tir. Çunke žwênekanî tir î Ferensa lawaz bûn le ruyî abûrî û rožinbîrî’ž ewe. Wate ziyatir zimanî merkez be ser žwênekanî tir da sepênra. Belam ewey êsta deselatî kurdî be niyaz e bîkat, zehmet e, boye nakirêt zarî soranî be ser nawçekanî tir da bisepênî, çunke ewe ret dekirêtewe, be zor îž nabêt, duwatir reng e dûletbûn peyda bibêt.
* Êsta hikumetî Herêm ziyatir zarî soranî be resmî dezanêt û qisey pê dekirêt, to eme’t pê çone?
- Le êre da dû cor giftugo dête pêž; zarî soranî (nawçey nawerast) be hukmî ewey ke edebiyatêkî pêžkewtuy heye û ziyatir berewpêž çuwe, nizîkey hežta sal e nûsîn û giftugoy resmî be ew diyalêkte dekirêt, bežêkî zorî kurdekanî Êran îž be ew žêwe zare qise deken. Le êre da zulmêk le zarî badînî kirawe. Tenanet le katî durustbûnî dewletî Iraq ewe zarî badînî pižtgwê xirawe. Bewey ziyatir ême le kurdekanî Turkiya we nîzîk in, xudî dewletî Turkiya karîgerî hebuwe le ser berewpažçûnî em diyalêkte. Tenanet dewletî înglîz rolî hebuwe le zalkirdinî diyalêktî soranî, ew îž be fižarî ew katî Turkiya, fižarêkî zor hebuwe le ser zarî kirmancî le layen Turkiya we. Zarî kirmancî cînosayd kirawe, ke ewe corêk e le çewsandinewey ziman.
Bežêkî tir î kêžeke ewe ye ke kirmanciyekan, mebestim kirmancîy jûrû, delên zorîney kurd be em diyalêkte qise dekat. Wate ewey yekem delêt soranî berewpêž çuwe, zimanî resmîy hikumet e, bo ye debêt bikirête zimanî standard, ewey duwem îž biyanuyî zorînebûnî badînî û kirmancî dehêninewe, ke be ray min herdûki yan yek žit e û ciyawazî nabînim le nêwani yan, ke le em nêwende da pêžêlkirdinî mafî mirov dête arawe. Yekêki yan pêžîneyekî mêjuy heye û ewî tirî yan be hisabî xoy dîmukirasî dênête arawe, pižt be zorîne debestêt, ke dîmukirasî hemû kat baskirdin niye le zorîne û kemîne. Ême kêžey nasname û kêžey siyasî man heye, ke le êre da heley in, ke bimanewêt zimanî standard û merkeziyetî ziman durust bikeyn. Eme le duniya da nemawe. Êsta ême le serdemêkî tir da dejîn, ême berew dewletbûn deroyn, ême le qonaxî netewe wek gel da yin, ne’k netewe wek dewlet wek Benedit Anderson basî dekat. Bo ye pêwîst man be dû žit e; ewey meseley netewayetî ke debêt be mafî mirov pir bikirêtewe, eger netewayetî û kurdayetî le gel dîmukirasî û mafî mirov yekiyan girt, îdî bîr le ewe nakeynewe ke žêwezarêk ewanî tir pižtgwê bixat.
* Wate durustkirdinî zimanî standard projeyekî helle ye, ke be ray hendêkî tir nebûnî ew zimane lenawçûnî xudî zimaneke ye û dabežbûniyetî be ser çendîn ziman da? - Ew katey ke prosey netewesazîy mîlletanî tir destî pêkird, ême le meydaneke da nebuyn. Ême le serdemî postmodêrne da be netewesazî yewe serqal în, taze be durustkirdinî damudezgay netewayetî yewe xerîk în. Ême natuwanîn be hendêk çemkî netewayetî û nasyonalîzm ewe xerîk bîn ke le nasyonalîzmî ferensî yan elmani yewe bo man hatuwe. Nasyonalîzmî elmanî be xwên durust buwe, ewe bo ême nagwêzrêtewe. Nasyonalîzmî kurdî kardanewey çuwar dewrekeyetî. Nasyonalîzmî kurdî le Turkiya dijayetîy nasyonalîzmî kemalîst dekat, kurdî Iraq kardanewey ’urube ye, ewey Êran îž be heman žêwe. Le mêjuy kurd da hîç bizutneweyekî nasyonalîstî kurdî nebuwe, nasyonalîzmî kurdî proje niye. Ême bo ye nasyonalîst în, çunke deçewsênrêyînewe, ne’k le ber ewey xawenî projey nasyonalîst în be žêwey proektîv, ne’k riyaktîv, çunke le riyaktîv da to dijayetî xeyrî xot dekeyt.
Nasyonalîzmî turkî bas le yekrengî dekat, ew delêt yek netewe û yek ala û yek ziman. Êran îž be heman žêwe, herçende Êran be ewe razî ye ke zimanî kurdî wek zimanî folklorî bekarbêt, ne’k wek zimanî nûsîn û perwerde. Belam Iraq bažtir e. Le Iraq didan be ewe da nirawe ke dû netewey kurd û ereb heye û le destûrî kon û nwê da basî ewe kirawe, herçende hikumetekanî Iraq le ser binemay netewayetî û nasyonalîstîy erebî durust bûn, ew mafe yan be kurd nedawe. Bo ye ême xawenî yek projey netewayetî û nasyonalîstî nebuwîn ke duwa car ewe’ž karîgerî xoy le ser dûrkewtinewey zarekan hebuwe.
* Çareser çiye bo em babete, mebestim kêžey zar e, debêt her be ew pertpertiye bimênêtewe?
- Debêt emrî waqî' qibul bikeyn ke zimanî kurdî zimanêkî fire nawend e, wate zimanêk e ke çend standardêkî heye. Min nalêm pênaseyekî taybetî heye, min delêm cor, çunke min zarawey zimanewanî komelayetî bekardehênim û corî axawtinî žêwezarekan îž bekar dehênim, diyalêkt bekarnahênim. Çendîn cor man heye, tenanet zimanî nûsînî žî yan heye. Ewaney ke basî çuwar žêwezar deken, wa niye zaza zimanî nûsînî heye, soranî nawerast heyetî, kirmancî heye, kurdî Bažûr îž heye, mebestim îlamî, xaneqînî û kirmažanî’ž nûsînî xoyan heye. Goran ke debêt be hewramî, bacelanî û žebek le êre rûn e ke zimanêkî firenawend e, belam wek netewe hemû man yek în, ne’k wek dewlet.
Ême debêt xîtabêk durust bikeyn, hemû kurd le ew xîtabe da xoy bibînêt, nasnamey xoy tê da bibînêt. Be rayî min ew core’ž tewaw teknîkî û tecrubey wilatanî tir man le ber dest e. Bo nimûne Hind (Hindistan) û çend wilatî tir heye. Bo ye ême le ciyatî durustkirdinî zimanî standard; zimanî yekgirtû durust bikeyn û yek lehce bikeyne binemay ew durust kirdine, ewe ême be destî xo man cînosaydî zimanî kurdî man kird. Ême detuwanîn le komelgey kurdî da take kesî fire ziman durust bikeyn, wate takî kurd cige le žêwezarî xoy žarezay zimanekanî tir îž bêt. Bo eme’ž ême detuwanîn planêkî tir pêžkež bikeyn. Bo nimûne le sinûrî deverî Hewlêr û Silêmanî û ewaney wek ewan qise deken zimanî xwêndiniyan be diyalêktî xoyan bêt, belam le hemû qonaxekanî xwêndin da pertukêkî taybet hebêt bo fêrbûnî diyalêktekan wek zimanî duwem fêrî bibîn, le deverî ême’ž be heman žêwe. Boye be em žêweye takî kurdî debête takêk ke le diyalêktekanî tir žareza bêt û lêk têbigen. Belam le bername û planî hukumetî Herêm da têgežtinêkî durustkirdinî zimanî merkeziyetbûnî heye, ne’k gežekirdinî diyalêktekan, ke debêt le eme da mafî mirov le bekarhênanî zimanî dayik da peyrew bikirêt.
* Ta çend hengawekan be arastey pozetîv debînî bo kotayî hênan be kêžey ziman?
- Hezdekem amaje be ewe bikem ke ême le (Korî Zaniyarî yan Akadîmî Kurdî) dû zimanewani man heye ke ewan îž taybet in be rêziman, yek zimanewanî taybet be zimanî komelayetî yan zanstî siyasî niye. Le Kurdistan kêžeke me'rîfe ye, ezmûn niye, boye ta be ew žêweye bîn argumêntî baž le ser ziman nakirêt. Seyr e her layek mežru'bûn û pesendbûn bo xoy debat û ewî tir desrêtewe, ke eme mafî layek le ser hisabî lakey tir dexurêt
Cavkani: Rojnamey Aso

|