|
Kalekî pîr û westiyayî ji karkeriya rojane bi žile- žilî derî vekir û ket hewža malê. Ji dûrve bi dîtina rûyê wî mirov sed êž û elem di rûyê wî da dibîne. Keç û jin ji malê derdikevin.
Li bin dîwarê hewžê bi hevre rûnižtin. Keça ciwan bi keneke tejî hîvî çayekê ji bavê xwe re tîne û dibêje:” babo îro xwediyê xanî hatibû û kiraya malê dixwest…” wê rojê ev xebera duyê bû ku êžek mezin xistibû riha wî. Xwediyê kargehê jî berê sibê jere gotibû:” Ji meha bê û pêde pêwîstiya me bi te tune…”.
Kalê 70 salî bi wan destên xwe yên pînekirî û birîndar bêdeng li dîwar dinêrî. Çaya wî sar bû û nedizanî çi bêje.
Di rewžeke wiha da wî dizanî kû li Îranê debara jiyana jin û çar zarokan karekî hêsan nîne. Ji xwe pirsî:” çi bikem, em di agirê jiyanê de disojin û debarê dikin…”
Ji aliyekî peydakirina nan û ji aliyê din jî amadekirina cihêza keça ciwan weke çiyayekî hatin ber çavê wî. Hemû meažê wî 230.000 tomenê Îranîye, lê kiraya malê bi tena serê xwe 130.000 tomene. Ê… ka kesekî wiha kîjan derdê jiyanê derman bike…!?.
Wî heya niha bizehmet karîye kirêya malê bide, lê nizane ka yê çawa diravê kirîna cihêzên keça xwe jî peyda bike. Bi hîvî û êža zehmetiyên jiyanê ti ronahiyek li ber xwe nedidî. Ji sala 1979an heya niha neh dewlet di bin siya komara îslamî ya Îranê da hatine ser kar.
Lê heya niha û heta di çaxê žerê Îran û Îraqê da jî gel evqas bi zehmetiyên jiyanê re rû bi rû nemane. Fabrîk ji aliyê aborî ve rastî žikestê hatine, bi hezaran karker ji kar hatine avêtin û serbarê tevaya vana bi hatina dewleta Ehmedînejad re jî giraniya pêwîstiyên rojane pižta çîna karker tewandiye. Li rojhelatê Kurdistanê rewžeke wiha gelek xerabtir e jî. Çimkî li Kurdistanê kêm nine karkerên ku sê-çar mehan meažê xwe ji xwediyê fabrîkê nestandine. Hiqûqê wan yê mehane jî têrî daxwazên wan yê jiyana rojane nake.
Nebûna îmkanên dermanî û hevkariya dewletê di warê xizmetgozariyên civakî da jî sinorê feqiriyê di nava çîna karker da çiqas ku diçe nêzî xêza sor dike. Dewleta Ehmedînejad di siyaseta xwe ya aborî da serkeftî nebûye. Ew niha neçžar mane ku fabrîkên dewletê bifirožin sermayedarên dewlemend û karekî wiha bûye sedem ku mesafa di navebra çînên civakê da jî sal bi sal zêdetir bibe. Feqir û hejar sal bi sal feqîrtir û dewlemend û xwedî kapital jî çiqas ku diçe dewlemendtir dibin.
Kesên ku ji mafê karkeran jî parêzvaniyê dikin bi giranî rastî hêrižên dewletê tên.
Tên girtin, žikence kirin û di encamê da jî ji kar tên derxistin. Vê siyaseta dewletê tirs û wehžeteke mezin xistiye nava çîna karkerên Îranê. Berî pênc salan Mensûr Isanlo yek ji rêberên sendîkaya žirketa bi navê Vahid hat girtin û heya niha jî di girtîgeha Êvîn(li Tehranê) girtîye. Hemû guneha wî jî ew bû ku li ser mafê karkeran dijberiya xwe dabû xuyanîkirin. Herwiha Mehmûd Salihî çalakvanê karkeriyê li Kurdistanê ji yekê Gulana sala derbasbûyî heya niha girtiye û yazde kes ji hevkarên wî jî rastî žikenceyên giran hatin. Li Îranê kovar û rojnameyên weke Rahê Ayendêh(rêya pažerojê) ku li ser pirsgirêka karkeran dinivîse, rastî qedexe û sansurê tên.
Dibêjin stûna aboriya her welatekî çîna karkerin. Lê li Îranê rastiyeke wiha nayê dîtin. Istrês û pirsgirêkên çîna karker wisa zêdene ku aboriya Îranê nexwež kirine. Dema hêza mejiyê karkerên welatekî wiha bê felckirin, gelo ew çawa dikarin afirandkar bin û li ser pêžketina aboriya welat hemû hêza xwe bikar bînin?!
Rewža Îranê di roja îro da li cîhanê tevlîheve. Žerekî hemû cîhanê li dijî Îranê mumkine biqewime. Belkî armanca rayedarên Îranê ji vê siyaseta çewt(feqîrmayîn û bêîmkaniyên çîna karker) ewe ku gel hejar bimîne û di wî žerê ku li hemberî xwe dibînin, hingî hêza wan bikar bînin. Çimkî di rewža birçîtiyê da karker neçar dimînin ku dest bavêjin her karekî.
Kakžar Oremar
2008-05-06
Alman
Ev navnîşana e-mailê li hember spam bot-an tê parastin, ji bo dîtinê divê Javascript vekirî be

|