Monday, 12 May 2008
Destpźk arrow Nivīsar arrow Silav li Koma Dengź Zarokźn Amedź be
Silav li Koma Dengź Zarokźn Amedź be Çapkirin
Tuesday, 06 May 2008

iismail_besikci_small.jpgKoma Dengê Zarokên Amedê, komeka muzîkê ya zarokan e, ku temenê wan di navbera 12-17 salan de ye. Ev kom di sala 2006an de li Diyarbekir ji alîyê Žaredarîya Sûrê ya Diyarbekirê hatiye danîn.

Žaredarê Sûrê Evdila Demirbaž pižtî ku ji ber xebatên xwe yên “duzimanî, pirzimanî” ji aliyê Wezareta Navxweyî ji kar hate dûrxistin niha xebatên xwe li Žaredariya Yenîžehîrê li nav Grûba Xebatê ya Ciwanan (Gençlik Çalżžma Grubu) dewam dike.

Koma Dengê Zarokên Amedê beždarî bo Festîvala Muzîka Cîhanê kir ku di rojên 3-7 kewçêr 2007 de li San Fransiskoya DYA çêbûbû. Vê komê di roja 3 kewçêr de li San Farnsiskoyê, di roja 5 kewçêr de li San Diegoyê, di roja 7 kewçêr de li Los Angelesê konsert da.

Ji Çîn, Hindistan, Îraq, Afrîka, Îtalya û Spanyayê komên muzîkê beždarî bo vê festîvalê kiribûn. Koma Dengê Zarokên Amedê jî wekî numayendeyê kurdan beždarî bo festîvalê kiriye.

Koma Dengê Zarokên Amedê li festîvalê bi 9 zimanên mîna ermenî, suryanî, îngilîzî, almanî, îbranî, rûsî, kurdî (kurmancî, soranî, zazakî), erebî û tirkî stirîye. Koma Dengê zarokên Amedê di konsertên xwe de li jêrî alaya kurdî srûda neteweyî ya kurdî Ey Reqîb jî xwendiye.  

Koma Dengê Zarokên Amedê çawa ku ji DYA vegeriya hat Tirkiye, Dozgeriya Komarê ya Diyarbekir tavilî derbareyê vê koma zarokan de doz vekir. Celb žandin pey van zarokên ku temenê wan di navbera 12-17 salan de ye, da ku werin li Dozgeriya Komarê ya Diyarbekir îfade bidin. Zarok çûn li Dozgeriya Komarê îfade dan.

Pažê derbareyê 3 zarokên ku temenê wan li dora 16 salan e, li Dadgeha Tawanên Giran a Amedê, li gorî xala 7/2 ya Qanûna Têkožîna Li Dijî Terorê doz hate vekirin. Dibêjin, dê ev doz di roja 19 hezîran 2008 de li Dadgeha Tawanên Giran a Diyarbekir bête dîtin.

(www.rizgari.online, 2 gulan 2008)Bi awayekî ažkera tê dîtin ku dewlet û hukûmet têgeha “teror”ê çendî fireh digre. Stirîna zarokên ku temenê wan di navbera 12-17 salan de ye wekî terorê tê fêmkirin. Bi vî awayî didine zanîn ku stirîn jî dê tûžî mueyîdeyên îdarî û cezaî bibe. Vekirina dozê ya li Dadgeha Tawanên Giran nîžan dide ku vê pêwîstîyê bicih tînin.

Li vir divê meriv bala xwe bide ser naveroka têgehên edaletê ku ji hev cihê ne, heta ku di berevajîya hev de ne. Edalet, lêgerîna li edaletê, têgihîžtina edaletê têgehên wisa ne ku deng li wijdanê civakê dikin, gazî li zanîna civakê dikin.

Hindek zarokên ku temenê wan di navbera 12-17 salan de be, biçin beždarî bo festîvaleka navneteweyî bikin û stranên xwe bistrên, lê ji ber vê kiryarê Dozgerîya Komarê rabe celb bižîne pey wan da ku werin li Dozgerîyê îfade bidin û îfadeyê wan bête girtin, derbareyê hindekên ji wan de li Dadgeha Tawanên giran doz bête vekirin, behsa qanûna têkožîna li dijî terorê bête kirin, hingê, ev proses li dijî têgihîžtina edaletê ya însanî û civakî ye, li dijî lêgerîna li edaletê ye, bi wijdanî re nagunce.

Hûn dikanin têgihažtineka wekî “yên ku sîstema fikirîna Atatirkîst pesend nekirine dižminên neteweya tirk in û dê her dižmin bimînin” bi hukmeka qanûna cezayê yan jî bi hukmeka qanûna bingehîn îfade bikin. Herwisa, hûn dikanin li gorî têgihîžtina “ger mesele welat be, tižtên din teferuat in” qanûnan jî çêbikin, gelek hêsan e ku hûn li parlementoyê qanûnên wisa çêbikin.

Hingê dê ev têgihîžtina we bibe qanûn, bibe huqûq. Ev hukmên hanê dikanin bibin qanûn, lê di wijdana rayagižtî de nabin hukmên rewa (mežrû). Tehqîqat û vekirina dozê ya derbareyê Koma Dengê Zarokên Amedê de, ji alîyekî ve derbareyê pêžveçûna demokrasîya tirk û naveroka wê de agahiyeka ažkera dide meriv.

Di roja 30 nîsan 2008 de li Lijneya Gižtî a Meclisa Miletî ya Mezin a Tirkiyê (TBMM) derbareyê xala 301 a Qanûna Cezayê ya Tirk (TCK) de guhertineka piçûçik hat kirin. Bi vê guhertinê re îbareya “tirkayetîyê” wekî “miletê tirk” û “Komarê” jî wekî “Dewleta Komara Tirkiyê” hatin guhertin. Sê sal sînorê jorîn yê cezayê daxistin du salan. 

Ev guhertina hanê li ser daxwaz û reaksiyonên Yekîtîya Ewropayê çêbûn.Li Tirkiyê çi dema ku kurd rabin mafên xwe yên ku ji kurdbûna wan çêdibin bixwazin hingê berpirsiyarên dewlet û hukûmetê dibêjin “tirk, têgeheka etnîkî nîn e, çi kesên ku di nav sînorên Komara Tirkîyê de ne, giža digre nava xwe”.

Dibêjin çi dema ku “miletê tirk” tê gotin, ev nayê wê wateyê ku tenê etnîkek hatiye qestkirin, ango, tenê tirk dernakeve pêž. Lêbelê “tirk” navê grûbeka etnîkî ye.

Wekî mînak, di žîroevkirin û têgihîžtina xala 301 de ev yek bi ažkerayî xwe nîžan dide. Wekî mînak, ger li kurd, ermenî, suryanî û êzîdiyan heqaret bibe jî, ev nabe tawan. Digel ku gelek heqaretên mezin li van kategoriyan tê kirin lê çi caran nehatiye dîtin ku bibêjin “ev jî hêmanek ji miletê tirk e, li miletê tirk heqaret hatiye kirin, miletê tirk hatiye piçûkxistin…” û dozê vekin.

 Xala 301 tenê berevanîya tirk û tirkayetîyê dike. Li hemberî van guhertinên piçûçik dezgayên Ewropî dibêjin “demokrasîya tirk pêž de diçe, qedexeyên li pêžîya derbirîna ramanê radibin…” û silav li demokrasîya tirk dikin.

Belam ev ne reftariyeka ciddî û tendurist e. Û ji alîyê din, hîn gelek xalên ku pêžî li derbirîna ramanê digrin di nav mewzûata Qanûna Cezayê ya Tirk de hene.

Di qanûna bingehîn de, di qanûna cezayê de, di qanûna têkožîna li dijî terorê de, di qanûna partîyên siyasî de, di qanûna hilbijartinan de, di qanûna komcivîn, xwepêžandan û numayîžan de, di qanûna çapemeniyê de, di qanûna xwendina bilind de… û hîn di gelek qanûnên din de gelek xalên ku pêžî li derbirîna ramanê digrin hene. 

Berpirsiyarên dezgayên mîna Yekîtîya Ewropayê û Konseya Ewropayê daxuyanîyên gelek mubalexe belav dikin û dibêjin “li Tirkiyê demokrasî pêž de diçe, qedexeyên li pêžîya derbirîna ramanê radibin…”.

Di vî halî de, ew dozên ku li hemberî zarokên ku di koroyê de stirîne vebûne divêt çawa bêne îzehkirin? Em rojên pîrozkirina Newrozê bînin bîra xwe.

Belkî bête gotin ku, li ew dera ku milê zarokan tên žikênandin, jinan didin ber pihîn û derban û di erdê re kaž dikin, zarok sisê bi sisê, pênc bi pênc bi hev ve têne kelemçekirin, hingê li derekî wisa, dê derbareyê zarokên ku stirîne de doz jî bêne vekirin û dê ev doz li gorî têkožîna li dijî terorê jî bêne mežandin. Helbet divêt ev hemî tižt li gorî têgihîžtina demokrasîyê bêne helsengandin.  

Zarok pažeroj in. Koma Dengê Zarokên Amedê bi stranên xwe, bi helwêsta xwe moraleka mezin didin meriv. Koma Dengê Zarokên Amedê mizgînîya civaka kurd a ronîdar, bi žewq û bi rûmet a li pažerojan e. Silav li Koma Dengê Zarokên Amedê

04.05.2008              Wergerandina ji tirkî: Rožan Lezgîn                        http://www.peyamaazadi.org/

 
Şirove (0)add comment

Şirovenivîsîn
kûşketir | mezintir

busy
 
< Paşve   Pêşve >

Herī zźde sirovekirī

 

Lźgerīn

 
 

Chat

Žiroveyźn nū

Źrīžek ji ya Oramarź...
Biji Kurd Biji Kurdistan Biji HPG Biji PJAK Her ...
PJAK-ĪRAN
Eré min ji bihist ku sher cibo ye. ema : navé ci...
Merasima Rźzgirtina ...
Ez shehid buna endame chapemeniya PJAKe je malbeta...
Jina azad, garantiya...
ez je selmas sepas je we de re
Merasima Rźzgirtina ...
az besh har deshti sar khoshi le van shohide azdad...