|
Źrīžek ji ya Oramarź mestir! |
|
|
Saturday, 10 May 2008 |
Serokerkaniya tirk duh nîvê ževê bi lezûbez dż malpera xwe ya înternetê de daxûyaniyek da û îdîa kir ku di opersyona davî ya hevayî de bo ser Qendîlê, darbeyeka mezin li PKK:ê ketiye, Cemil Bayik helatiye ”dewleteka cîran” (Îranê), li wir tûžî êrîžê buye, aqibetawî ne diyar e.
Lê vê sibehê hêdî hêdî zelal dibe ku sedemekî acîl ê vê daxûyaniyê hebû. Li gor daxûiyaniya HPG:ê ku vê sibê bi riya ANF:ê belav bûye çekdarên PKK:ê duh bi žev êrîžeke mezin ku ji êrîža Oramarê (Daglicayê) mestir bûye, biriye ser paygaha Bêzelê (Aktütün) ya devera Žemzînan. Li gor HPG:ê gerîllayan bi doçke, topên hawan û roketên RPG yan di nav kozikên eskeran re xwe vedizîne nav tabûrê. Žerekî dijwar derketiye, gelek esker hatine kužtin, dewletê duh bi žev balafirên žerî rakirine ser devera žer.
Li gor çavkaniyên sivîl yên Žemzînan peywendiya orduyê ya bi qereqolê re hatiye birîn û qereqol di nav agir de dižewite. Alîkarî nikare ji serbazan re bê rêkirin.
Fermandariya gižtî ya HPG:ê da zanîn ku kužtî û birîndarên orduyê gelek in û ev êrîž ji ya Oramarê gelek berfirehtir e û îro ev ê li ser vî žerî ragihandinekê bidin raya gižtî.

|