|
Me ti rźkevtinźn dizī bi Turkiyź re li ser PKK īmza nekirine! |
|
|
Saturday, 10 May 2008 |
Serokê hukûmeta herêma kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku wan di bareya PKK de ti rêkevtinên nihênî (bi dizî) bi Turkiye re mohr nekirine û daxwaz jî ji Turkiye kir ku bi rêyên siyasî vê pirsgirêkê çareser bike. Di bareya peywendîyên Israyîl û herêma kurdistanî jî de Nêçîrvan Barzanî got ku ew wek her dewleteka din ya cîhanê li Israyîlê dinêrin.
Serokê hukûmeta herêma kurdistanê di vê hevdîtina xwe de ya bi rojnameya El žerq-El ewset re ragihand ku serokê Iraqê Celal Talebanî di vê serdana xwe ya vê daviyê bo Turkiye de, behsa pirsa PKK bi Turkiye re kiriye. Weha jî da xûyakirin, ku wan ti rêkevtinên nihênî di bareya PKK de bi Turkiye re îmza nekirine.
Di bežekî din ya vê hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji Turkiye kir, ku bi avayekî siyasî û serkevtî vê pirsê çareser bike û hukûmeta herêma kurdistanê jî, ji bo her projeyekî weha amde ye ku alîkarîyê bike.
Di bareya hebûna kompaniyayên Israyîlî yên li herêma kurdistanê jî Barazanî got: haya min jê tine ye, ku žirketên Israyîlî bi navên xweztî li herêma kurdistanê hebin.

|