Sunday, 18 May 2008
Destpêk arrow Nivîsar arrow Pirtûka bi dîmenên jiyanê barkirî:ÇÛ
Pirtûka bi dîmenên jiyanê barkirî:ÇÛ Çapkirin
Sunday, 11 May 2008

cuu.jpgGabar Çiyan
”Piþtî demekê zarok raketin û min jî mihawele kir ku bi xewê re herim. Ji niþka ve kete bîra min ku piþtî heyþt salan, ew cara pêþî bû ku ez û zarokên xwe dikira li eynî odeyê raketinan. Heta bi wê bistîkê jî nehatibû bîra min ku em di malekê de dijiyan, lê em li ba hevdu raneketibûn…
Min bi wê kurterêwîtiyê hanê ferq kir ku, piþtî çend salan, cara pêþî bû ku ez ew qasî nêzîkî zarokên xwe dibûm…”, dinivîsîne nivîskarê hêja Enwer Karahan di pirtûka xwe ya bi navê ”Çû” de.

Pirtûkên hilbijarte -1-

Xwendina pirtûkan ji min re ne hobî ye. Nexweþî ye. Ez evîndarê xwendina pirtûkan, ew jî hevalên tenêbûnê û xezîneyên manewî ne. Hejmarek pirtûkên hilbijarte hene ku li ber destê min in. Ez hemalê wan, ew jî derdê min dikþînin. Ez dixwazim di vê rêzenivîsê de, li ser wan pirtûkan kûr bibim.

Pirtûka bi dîmenên jiyanê barkirî:
”ÇÛ”

Gabar Çiyan

”Piþtî demekê zarok raketin û min jî mihawele kir ku bi xewê re herim. Ji niþka ve kete bîra min ku piþtî heyþt salan, ew cara pêþî bû ku ez û zarokên xwe dikira li eynî odeyê raketinan. Heta bi wê bistîkê jî nehatibû bîra min ku em di malekê de dijiyan, lê em li ba hevdu raneketibûn…
Min bi wê kurterêwîtiyê hanê ferq kir ku, piþtî çend salan, cara pêþî bû ku ez ew qasî nêzîkî zarokên xwe dibûm…”, dinivîsîne nivîskarê hêja Enwer Karahan di pirtûka xwe ya bi navê ”Çû” de.
 
Pirtûka ”Çû” ji gelek serpêhatiyan pêk tê. Ceribandinên cewaz hilmek e nû dide xebata wî. Bi zimanek bilind hatine nivîsîn. Beþek ji wan serpêhatiyan, bîranînên nivîskar in. Bîranîn û serpêhatiyên wî mirov bi xwe re dibe gelek deverên Kurdistanê. Rojên kêf û þahiyê, bîranînên bi wate û rojên nexweþ nirxê berhemê bilind dike.

Rêwîtiyên Karahan têra xwe balkêþ in. Rêwîtiya bi zarokên xwe re, ku çend malik jê li jor hatine nîvîsîn, mirov, li ser jiyana xerîbiyê kûr-kûr dide hizirkirin.
Li welatê xerîbiyê, di malekê de û di nava endamên malê de, biyanî bûn, ji hev dur ketin dikare bibe an na?
Gelek kes bi vê pirsê her roj rûbirû dibin. Lê newerin ji xwe bipirsin. Rastî tal e. Nexweþ e. Û em pê re dijîn, lê qala wê nakin. Li dora wê diçin û tên. Karahan, bi wêrekbûnek bêsînor berê neynikê dide xwe û bi saya berhema wî, em jî rastiya xwe dibînin...

”Eydiya we bimbarek be!” qala cejnên olî yên li welêt dike. Mirov bi xwe re dibe demên berê. Berî cejna þekir, anjî qûrbanê. Kirîna cilan û þekirên eydê, çêkirina xwarinê. Þeva cejnê, xeyalên zaroktiyê û di nava xeyalan de raketin, di xew ve çûyîn. Roja cejnê, hatina mêvanan, derketina derve û serdana malên nasa, xizm û cînaran. Xwarina þekirên rengo-rengo û kêþnadina çixareyên duviksor.
Ez bi xwe, di nava xetên Karahan de wunda dibim. Ez pê re, li Kurdistanê dibime mêvan. Bi heyecana berî cejnê û roja cejnê re, mal bi mal digerim. Þekirên nav kaxezan, yên qulqulkî, hamizhulû tam dikim. Û li xerîbiyê nebûna cejnên wisa û berîkirina dengên selaya meleyên welêt ji min re jî dibe cihê êþê…

Min Amedê dîtiye. Gelek caran lê bûme mêvan. Lê geriyame. Ez hinekî Amedê nas dikim. Lê Amedê, anku Diyarbekirê qet ji min nepirsin. Ji Karahanî bipirsin. ”Rêwiyê Diyarbekirê siwar be!” bixwînin û di nava rêzên wî de li Amedê bigerin: Xwirîniya xwe li cem ”cegercî Hecî” vekin. Paþê di ber Çarþiya Þewitî re derbas bibin, li ber dikana Niyazî Xoce hilmekê ji çixareyekî ji tutina Mûþê bikþînin, li dikana Yûsifê kor jî dewlemendiya buharatan bibînin. Li ber deriyê Mêrdînê, li qehwexaneya Dêrikiyan çayekî giran vexwin. Rêya xwe bi Bexçeyê Terzîler bixîne tasek ava sûsê vexwin. Noþîcan be…
Karahan ji bo danasîna Amedê derdikeve rê, lê ew, sînorê danasînê û ceribandinê derbas dike. Nivîs dibe fîlmek dokumenterî. Mirov bi xwe re taxbitax, kolanbikolan digerîne. Cî û kesên navdar bi saya rêzên Karahanî dibin dîmen, tev mîna malikên fîlmekî li ber çavên mirovî têne nîþandan…

Pirçandîbûn, pirengbûna welatê me, gelek caran di berhemên me de cî digirin. ”Kirîvê Gaso” jî yek ji wan ceribandinên lê hêja ye. Karahan, di vê ceribandina xwe de, qala rengekî din, çandekî din ji yên welatê me dike. Dewlemendiya wan çandan, ji awira aborî û çandî ve dihêne zimên.
”Erê Kirîvo… Tu yek ji filehên Dêrikê bûyî. Filehên me! Ew hemû jî sinetkar bûn. Ji cildirûtiyê bigre, heta bi necarî, nalbendî, terzîtî û koçkariyê di destê wan de bû…
Ruwê me li ber te reþ e, kirîvo. Li dibistanê jî me bela xwe di Yaqûb û Sêpanî dida ku ew eþhida xwe bînin… Ji me re hatibû gotin ku mirov filehekî bike misilman, mirov dê here buhiþtê…
Haa Kirîvo..!
Ez bi ezameta te dikim ku me gelekî bêriya we kiriye. We ew dever terk kirin û we em bê xwedî û omîdî hiþtin. Tehma sohbet û henekan jî nemaye, kirîvo…”

Rengên welatê me, ermenî û asurî (suryanî/ kildanî). Cuhuyên me. Û koka dara me, kurdên herî esîl, Yêzîdiyên me. Û kurdên misilman. Rengên welatê me, bi hunera destan û pisporiya aboriyê dewlemendiyek mezin pêþkêþî welatê me dikirin. Em tev, mîna pêþiyên xwe, dapîr û bavpîrên xwe li wir çêbûn. Li wir mezin bûbûn. Dêr, sînagok, lalêþ û mizgeftên me hebûn. Li welatê me, li dêr, sînagok, lalêþ û mizgeftan destên nûranî ber bi esmên ve dirêj dibûn. Duayên wan bi keda wan re dibû bereket û bi ser welêt de dirijiya. Rengên cewaz tehemûla hev û dewlemendiyek çandî pêk dihanîn. Tehemûla xwezayî hêviyên mezin dida mirovî…
Paþê em ji hev hatin durxistin. Em bûn siwarên xelkê û þervanên hizirên wan. Nemerdên xwînrêj, þerê birayên me û rengên welatê me kirin. Û em jî bi xwe re kirin heval. Pêþî dawiya wan anî. Paþê jî berê xwe dane me. Þerê wan yê li dijî me îro jî didome. Xeyalên me û rengên welatê me yek bi yek têk diçin…
Karahan, weke gelek nîvîskarên me yên li ser pirçandîbûnê pispor in, zane ne, vê êþê dibîne û dihêne zimên. Li wan rojên xweþ digere. Bi awirek rexneyî nêzî buyeran dibe. Bi zimanekî bilind, berhemekî hemdemî pêþkêþ dike. Neslên nû li ser buyerên giring û rengên welatê me agehdar dike…

Berhema “Çû” ji 40 ceribandin, serpêhatî û bîranînan pêk tê. Her yek ji wan têra xwe dewlemend e. Ne tenê ji awira edebî, lê belê ji aliyê dîrokî jî têr û tije ne. Berhem di nava weþanên DOZ ê de, di îlona 2006 an de li Stenbolê derketibû. Bi kurdî ye û ji 160 rûpelan pêk tê.
Kesên bixwazin vê berhema hêja bi dest bixînin, dikarin bi vê navnîþanê têkiliyê deynin:
Ev navnîşana e-mailê li hember spam bot-an tê parastin, ji bo dîtinê divê Javascript vekirî be

Enwer Karahan kî ye
Di sala 1964 an de li Dêrika Çiyayê Maziyê hatiye dinyayê. Heta sala 1991 ê li Dêrikê bi xebatên cewaz daketiye. Di sala 1997 an de hate Swêdê û ji wê salê û vir de ye ku li Stockholê dijî. Berî vê kitêba xwe sê kitêbên din yên kurtenovelan nîvîsî ye.
- Di xebata te de, qala cejnek olî tê kirin ku mirov bi xwe re dibe cejnên kevnare. Gera li Diyarbekirê weke dokumenter fîlmekî ye. Kirîvê Gaso qala pirçandîbûna welatê me dike. Her wisan li ser jiyana rewþenbîrên kurdan jî dîmenên cewaz hene.
Me di analîza li ser vê xebatê de sernivîsek wisa nivîsî: Pirtûka bi dîmenên jiyanê barkirî: Çû.
Dîtina te çi ye?
E. Karahan: Meseleya navê kitêbê jî taqdîra we ye. Min navê "ÇÛ"yê lê kir û ew bi wî awayî hat belavkirin, jê pê ve kî çi navî lê dike yan jî bi kîjan awayî þîrove dike, êdî ew ne karê min e. Lê heger þîroveyeke piçûk pêwîst be û tu wê ji min dipirsî; rast e ku gelek tîp, cîh, his, þexsiyet û dîmenên civata kurdan û yên kultura miletên cîran di van nivîsan de hene. Heger qesda te di vê maneyê de be, tu bi heqî ku navwekî weha lê bikî. Ji xwe ev nivîsên hanê hin caran xwe li perên delavên çîrokê qewimandine û hin caran jî li deriyê helbestê xistine; hin caran verþandina hisên mirovî ye û hin caran jî lipêgerîna bîranîneke nejibîrkirî ye, loma jî ew netîceya komkirina gotin û vegotina prosesa demeke bi zahmet e. Heger bi vî awayê xwe bala xwendevanan kiþandibe, ev tê wê maneyê ku ev celêbê edebiyatê jî dê cîhê xwe li ba kurdan pêde bike û ev yek jî kêfa mirovî tîne.

Zarathustra News – Ev navnîşana e-mailê li hember spam bot-an tê parastin, ji bo dîtinê divê Javascript vekirî be

Şirove (0)add comment

Şirovenivîsîn
kûşketir | mezintir

busy
 
< Paşve   Pêşve >

Herî zêde sirovekirî

 

Lêgerîn

 
 

Chat

Þiroveyên nû

Ev kîder e?
de gel rez u silawan ez du salan ji tikye jiyam l...
Kurdî di nav lîsteya...
Hevalen xebatkar , Reza tirki 26 e , ne 25 . Ev n...
Êrîþek ji ya Oramarê...
Biji Kurd Biji Kurdistan Biji HPG Biji PJAK Her ...
PJAK-ÎRAN
Eré min ji bihist ku sher cibo ye. ema : navé ci...
Merasima Rêzgirtina ...
Ez shehid buna endame chapemeniya PJAKe je malbeta...