Meha nîsanê de (09.04.2008) li paytexta Ewropa Brûkselê bûroyeke bi navê « Navenda Stenbolê » hate vekirin. Armanca vê bûroyê ew e ku bala ewropiyan bikêžîne ser tûrîzma Tirkiyeyê. Ji bo vekirina vê ofîsê pir parlementer, žaredar, rojnamevan û nivîskarên tirk hatibûn Brûkselê. Li gorî ku hate ragihandin hin rayedarên ewropî jî tev li merasîma vekirinê ya vê bûroyê bibûn. Ji wê rojê vir ve di kolanên vê paytexta ewropî de panoyên pir mezin hatine daliqandin û reklama cihên tûrîzmê tê kirin.
Dema mirov li panoyan dinêre Tirkiye weke welatekî pir demokratîk, asayî û ewle tê dîtin. Rengê Tirkiyeyê yê di panoyan de xwež û gež dixûyê. Lê belê ewropî tenê li panoyan nanêrin, ew her roj bi riya internetê û televîzyonan rewža welatê ku dixwazin biçin lê bigerin dižopînin. Bûyerên ku li Kurdistanê diqewumin û ên roja Yekê Gulanê di pir malpereyên internetê de û di televîzyonên ewropî de pir hatin wežandin, heman rewž hê jî berdewam dike.
Ji destpêka sala 2008’an vir ve îmaja Tirkiyeyê ji aliyê raya gižtî ya ewropî ve tê zanîn. Ez bawerim pir deverên din ji parzemîna Ewropayê cudatir nîn in. Bi zêdebûna bûyerên siyasî ku li vî welatî diqewumin ve girêdayî roj bi roj heman îmaj xerabtir dibe. Her roj, mirov dikare agahiyên neyênî, yên der barê Tirkiyeyê de di rojnameyên biyanî de bixwîne.
Ne zelaliya der barê Tirkiyeyê de di nava saziyên ewropî de jî tê dîtin. Li gorî ku ez dižopînim, di hemû platformên ku mijara wan Tirkiye ye rexne û analîzên neyênî tên kirin. Bûrokratên tirk ku li Ewropayê wezîfedarin neçar in ku berpirsyartiyên xwe bînin cih. Ev belengaz dixwazin îmajekê baž bidin xûyakirin lê belê bi pînekirinê jî tižteke çê nabe.
Çendî hukumeta AKP’ê hebe jî, di rastiyê de li vî welatî tu hêza ku ji gelên Tirkiyeyê re nûnertiyê dike tune. Hemû partî û saziyên tirk ketine nava hewldanên parastina berjewendiyên xwe. Îmaja xerab a Tirkiyeyê ji bo tu kesî û hêzan derd û meraq nîn e.
Êrižên hovane berdewam dikin
Di nava rewžekê wisa de artêža tirk jî bêdeng namîne û hêza xwe bikar tîne. Bi awayekî bênavber operasyonên hewayî ên artêža tirk li hember herêma bažûrê Kurdistanê tên li darxistin. Ya herî dawî ževa 2’yê meha gulanê pêkhat. Li gorî daxûyaniyên destpêkê, li herêma Žehîd Harûn 6 xebatkarên çapemeniya kurde jiyana xwe jidest dane. Li gorî ehlaqê rayedarên dewleta tirk tu rêbazên žer tinene û bi hemû hêza xwe a hoviyane vî žerê qirêj kûr dikin.
Wisa dixûyê ku artêža tirk û ya Îranê ketine nava hewldanên pir qirêj da ku Têkožîna Rizgariya gelê kurd binpê bikin. Ya herî zêde mirov dixe nava fikaran jî helwesta hêzên bažûrê Kurdistanê ye. Kes nikare bêje ku êriža hewayî a roja 2’yê gulanê bê agahiya hikûmeta herêmî pêk hatiye. Ne tesadufî ye ku heman êriž du roj pižtî hevdîtina rayedarên tirk û Nêçîrvan Barzanî pêk hatibe. Divê gelê kurd pêžketinên bûyeran baž bižopîne. Pêvajo pir bi xeter e.

|