Wednesday, 09 July 2008
Destpêk arrow Nivîsar arrow Kovara W Hejmara 20'an DERKET!
Kovara W Hejmara 20'an DERKET! Çapkirin
Monday, 12 May 2008

w_20_berg.jpgJi pêpelûka 20’an, ji rêçûna kurdewar a wêjeyî, berxwedana li hember têkçûna kovargeriya kurdî merheba, Xwendevanên hêja; Em bi hejmara 20’emîn dîsa derketin pêþberî we. Kovara W(e) fetleke din da xwe û berê xwe ber bi deryaya wêjeyê ya kurdî û ya dinyayê ve kiriye û her dimeþe...

 

Her çiqas li vî welatî zagonên daristanî rewac bin jî, her çiqas ji çend hejmaran pê ve kovarên kurdî û kurdewar di temenê nîvco de bimînin jî; her çiqas ji aliyê nelihevkirinên navxeyî ve kovarên kurdî temendirêj nebin jî; her çiqas ji aliyê xwediyê zagonên daristanî ve kovarên kurdî bên qurmiçandin jî; û her çiqas heman astengî û hewldanên ku pêþiyê li Kovara W(e) girtin hebin jî bi hejmara 20’an êdî ev fetlok hatiye derbaskirin. Em ê bi hêvî û aramiyê li benda gelek bîst-hejmarên din bin... Xwendevanên me yên hêja, Di weþangeriyê de hinek kêmasî û çewtî çêdibin, rexne û pêþniyar têne kirin. Ji bo me ev rexne û pêþniyar her girîng in û riya me zelal dikin û her vedikin. Di hejmara 19’an de me ji ber sedema þaþiyên teknîkî hinek kêmasî kirin. Wêneyên rêzdar Lokman DAYAN bi çewtî li ser navekî din hatine weþandin. Wêneyên ku di rûpelên 3, 20, 44’an de hatine weþandin wêneyên Lokman DAYAN in, em vê kêmasiya xwe rast dikin û ji rêzdar Lokman Dayan û xwendevanan lêborîna xwe dixwazin. Her wiha ji bo çend nivîsên din jî rexne ji kovarê re hatine. Li ser naverok û kesayetiyên ku bûne mijarên nivîsên Aram Gernas û ya Hîlmî Akyol ji xwendevanên me rexne hatin. Em ji xwendevanên xwe re vê yekê dibêjin ku wekî ku me di hemû hejmaran de di rûpela yekemîn, beþa kunyeyê de diyar kiriye “Her nivîskar ji nivîsa  xwe berpirsiyar e.” Lê em viya jî bibêjin bi taybetî di çîroka bi navê “Kurmê þîrî heta pîrî” de “boþatî” bi tevahî wek kesên nebaþ hatine xuyakirin. Ev yek hem ji derveyî niyeta me û hem jî ji derveyî niyeta nivîskar e û ne mumkun e ku em herêm an jî gundekî xwe bi tevayî bi neyînî nîþan bidin. Ya din ji gelek herêman nivîs û berhemên wêjeya devkî têne þandin. Bêguman ne gengaz e ku em di der heqê her herêm û her dengbêjî de xwedî agahî bin. Ji ber vê yekê di nivîsên wisa de berpirsiyarî bi piranî dikeve ser milê yê/a berhevkar. Xwendevanên hêja û delal, Bi naverokeke xurtir û bi dosyeyeke taybet dîsa em dibin mêvanê dilê we yê kurdîhez, hiþ û ramana we ya kurdewar... Me di vê hejmarê de ji bo dosyeyê mijareke taybet hilbijart. “Di Wênekêþiya Dokumanter de JIYANA KOÇERIYÊ”. Wênekêþ Selmet Guler bi hunera xwe ya fotografkêþiyê çend sal di nava koçeran de xebata dokumenterî meþandiye. Li ser “Jiyana Koçeran”, “Jinên Koçer”, “Têkçûna Xeyalan” ên koçeran ji bo temamkirina vê dokumenterê nivîs nivîsiye.  Ji derveyî dosyeyê Dilxwaz HERDEM bi lêkolîna xwe ya bi  navê “Di wêjeya osmanî de kurdekî serhiþk: Nef’î” Fewzî BÎLGE bi pexþana xwe ya bi çêj ya bi navê “Mêrdîn bi þev stêrk in” Arjen ARÎ bi çîroka xwe ya “Qelî… û serê çivîkan, Receb DILDAR bi “Refa þîn” Feratê DENGIZÎ bi  “Çemê Stewrê û Zelxo”Behlûl ZELAL “Mohra mirinê” Ronî War bi “Xem” Reyhan SARHAN bi “Xapînok” dibin mêvanê we. Wênekêþ û hunermendê warên azadiyê Halîl UYSAL “Periyên çiyayan” Amed Çeko JIYAN bi “Mirin” Ferzan ÞÊR jî bi hêçana li ser “V For Vendetta Guy Fawkes û anaþîzm” rûpelên hejmara 20’an xemilandiye. Ji aliyê wergerê ve jî me ev hejmar xurtir kir. “Gul û bilbil”a Oscar WILDE “Mîrze û stî”ya Ernest HEMINGWAY û “Ji Isaac Babel re rêzdarî”ya Doris LESSING bi cihêrengiya xwe ciyê xwe vekirine. Ji bo Kovara Wyê Azad ZAL û Enîse ÞÎRÎN bi hunermenda navdar û dengzelal Aslîka QADIR re hevpeyvîna bi navê “Muzîka kurdî behreke bêbinî ye” pêk anîne. Bi helbestên xwe Selahattîn ÇAM, Tewfîk YAÞLI, Kamran S. HEDILÎ, Rizoyê XERZÎ, Îlhamî OZER, Nesrîn NAVDAR, Sîpan XIZAN, Abdulkadir BÎNGOL rûpelên kovarê xemilandine.Di beþa zargotinê de jî Evdirehman UMER li ser dengbêj Bavê Selah nivîsek amade kiriye. Her wiha me cih da berhemên ku di “Pêþbaziya Feqî Huseyn Sagniç” a ku ji aliyê TZP-Kurdî ve hatibû lidarxistin de ketine dereceyê.   Heta hejmara 21’an her bimînin di xweþiya wêjeya kurdî de...

Şirove (1)add comment
nefel: ...
kovarekî hêjaye mirov ji nivîs û helbestan tamekî xweş digre.
Em hêvîdarin heta bi hetayî berdewam bike.Di xebata we de serkeftin
1

report abuse
Nerast e
Rast e
July 03, 2008
Deng: +0

Şirovenivîsîn
kûşketir | mezintir

busy
 
< Paşve   Pêşve >

Lêgerîn

 
 

Chat

Þiroveyên nû

Kovara W Hejmara 20'...
kovarekî hêjaye mirov ji nivîs û helbestan tam...
Trajediya malbatek k...
az jî ji bo vê nûçe ya xemgînim .xwedê wan ...
Trajediya malbatek k...
ez ji buy we xebere pir xemginim u dibejim sere g...
Hevpeyvîna DIHA yê b...
Zor sipas bo gotinên te yên bi mane û şirîn.R...
4oo hezar tomen (400...
Hemû devr û berên kurdan bûne dijminê wan, ev...
4oo hezar tomen (400...
ez li urmiye..ez mala van baş naz dekem...iro men...
4oo hezar tomen (400...
kurdên nezan!!!
4oo hezar tomen (400...
az je le bajare urmiyema az awwale diwxazim bejem ...
4oo hezar tomen (400...
az je le bajare urmiyema az awwale diwxazim bejem ...
4oo hezar tomen (400...
aw shola galak narahat konandaya az xa le bajare u...
4oo hezar tomen (400...
silaw wene bexone
Turkiye axa Kurdista...
silaw u reze min ji we re hene hewidarim ku hune...
Baþûr an jî em kurd...
Rexne kirin ji bo pêşvebirina her civatekê pêw...
Bajarê Urmiye
Urmiye bajere min,heta ez hebim li dinyaye nave te...
Baþûr an jî em kurd...
Li gel silavên germ Kek brahîm te û hevalê ku ...