Wednesday, 09 July 2008
Destpźk arrow Nivīsar arrow EZ KURD IM, MAFŹN XWE DIXWAZIM
EZ KURD IM, MAFŹN XWE DIXWAZIM Çapkirin
Tuesday, 13 May 2008

hesen_deniz1.jpgLi ser înternetê malpera www.ezkurdim.com xebatek komkirina destxetan(îmze) daye destpêkirin û di sedema kampanya xwe de wiha dinivîsîne:

ITIRAZNAME
Ji sekreterê Neteweyên Yekbûyî (NY) re 
Ji bo baldariya yên ku peyman û dokumentên mafê mirovan yên navnetewî amade dikin, yên ku gotinên wan di polîtîka cîhanê de derbas dibin.
Li gor destûra NY xala 2an pêwîst e ku her netewe biryara çarenûs û pêžeroja xwe bixwe bide. Di xala 3an de jî dinivîse ku NY ferqê naxe navbera nîjad, cinsiyet, ziman û olê. Pêwîst e ku rêz li mafê mirov û mafê azadiya bingehîn bê girtin.
Di sala 1639an de, bi peymana Kasri Žîrînê, Kurdistan di navbera împaratoriyên Îran û Osmanî de hate dabežkirin. Pižtî žerê cîhanê yê yekem împaratoriya Osmanî hilwežiya û sînorên îro yên Tirkiyê di navbera nûnerên tirk û dewletên hevpeyman bi Peymana Lozanê di 24ê  tîrmeha 1923an de hate danîn. Axa Kurdistanê ya bin destê Osmaniyan de careke din hate parçe kirin û Kurdistan bû çar parce.
Li Rojhilata Navîn di navbera 35-40 mîlyonan de kurd dijîn. Lê hebûna kurdan li herêmê nayê dîtin û kurdan nas nakin. Navê  kurd û Kurdistanê tune ye. Bi dehan neteweyên ku nifûsa wan ji çend sedhezaran derbas nabin, bûne xwedî dewlet. Kurd tune ne.
Li gor qanûnên dagirkeran kurd ne wek kêmnetewe tên naskirin, ne jî welatê kurdan wek kolonî qebûl dikin. Axa me ya ku bi hezar salan in em li ser dijîn malê tirk, faris û ereb tê hesibandin. Ango em tune ne. Statuya me ji kolonîyê jî xerabtir e, ziman, reng û çanda me qedexe ne.
Kurdistan hatiye dagir kirin û li Kurdistanê wezîfeya van dewletan ew e ku zulmê bike û asîmîle bike û kesên ku li hember rejîmên înkarker û zulmkar serîhilde, bipelçiqîne. Ev dewlet ji bo ku žopa kurdan li Kurdistanê nehêlin, hemû rê û rêbazên ji derveyî mirovayetiyê bi kar tînin.
Encama žîdeta dewletên dagirker, dîroka me kiriye dîroka serîhildê. Li Kurdistana perçekirî agirê daxwazên azadî û dadwerîyê qet nehatiye vemirandin.
Serxwebûn û azadî mafê her kesekî ye lê çima ev ji bo me wek maf layîq nayê dîtin û qebûl kirin? Ew mafên ku li cîhanê ji bo gelên din hatine dayîn, bila ji bo me jî were dayîn û qebûl kirin. Di wan rojên dawîyê de Kosova serxwebûna xwe ûlan kir. Em jî dixwazin li ser çaresnûsa xwe em xwedî biryar û maf bin.
Dewletên ereb, tirk û faris em kurdan ne afrandine. Pêž hebûna wan dewletan, em xwediyê welat û axa xwe bûne. Em li ser axa xwe ne û li ciheke din ve nehatine.
Ji bo nasnameya xwe û gotina Kurdistanê em tên girtin, îžkence kirin û kužtin. Muhra ”terrorîst” li me dixin û li gor vê jî em tên darizandin.
Em kurd êdî maf û edaletê dixwazin. Em dixwazin nifžên me yên nûhatî êdî bi ziman û çanda xwe mezin bibin. Li gund, bajarok û bajarên xwe êdî bêtirs û azad bijîn.
Almanya ji cihû û Avustralya jî ji aborjînan lêborîna xwe xwestin. Lêbelê kurdên ku welatên wan kirine çar perçe, hemû nifžên wan komkujî dîtine, kes lêborîna xwe ji wan naxwaze.
Em ji yên ku hebûna me qebûl nakin re dibêjin; em qet dest ji Kurdistanê bernadin.
Hûn dewlet û saziyên ku îro çarenûsa cîhanê di destê xwe de digrin, madem ku di vê cîhanê de bêtir dezgeh û gotinên we derbas dibin, em dixwazin hûn ji bo me kurdan jî statûyekê diyar bikin.
Em jî wek mirovên din yên cîhanê mafê xwe, azadiya xwe û wek gelê kurd jî welatê xwe Kurdistanê bi žûn de dixwazin.

Rêz û silav!

Hûn bi vê lînka jêrîn dikarin xwe bigihînin vê malperê û tev li vê kampanyayê bibin:
http://www.ezkurdim.com/index.php?option=com_frontpage&Itemid=34

Ji bo er kurdekî di warê bidestxistina mafên xwe yên mirovî, netewî û gerdûnî de erk û berpirsyarêya kar, xebat û hewildanan heye. Her kurd divê ji aliyê xwe ve vê berpirsyariyê bibihîse û li kurdiniya xwe, li welatê xwe xwedî derkeve, ji bo kurd jî di nava gelên cîhanê de azad, wekev û serbixwe bijîn, çi ji dest tê, divê texsîr neke û ji ber xwe ve pêk bîne. Ez kurd im, mafên xwe dixwazim; ji bo vê ezê hemû jiyana xwe seferber bikim. Ezê serî li hemû deriyan bidim. Ger di cîhanê de hinek hêzên wekî Netewên Yekbûyî xwe xwedî hêz dibînin û qala mafên miroan, mafên netewan, azadî û wekheviyan dikin, wê demê divê kurd bînin bîra van hêzan ku em jî hene û li ber çavên wana mafên me tên binpêkirin. Gelê me her roj tê qirkirin. Divê ev bêmafî êdî were rawestin. Gerîla ji bo vê têdikože, lê her kurdek jî wiha çi ji dest wî/wê tê, divê destekê bide vê têkožînê.
Bi vê sedemê pižtgiriya vê kampanyayê erkek kurdbûnê ye û serkeftina wê wê bibe serkeftina hemû kurdan.

HESEN HUSEYîN DENîZ

Şirove (0)add comment

Şirovenivîsîn
kûşketir | mezintir

busy
 
< Paşve   Pêşve >

Lźgerīn

 
 

Chat

Žiroveyźn nū

Kovara W Hejmara 20'...
kovarekî hêjaye mirov ji nivîs û helbestan tam...
Trajediya malbatek k...
az jî ji bo vê nûçe ya xemgînim .xwedê wan ...
Trajediya malbatek k...
ez ji buy we xebere pir xemginim u dibejim sere g...
Hevpeyvīna DIHA yź b...
Zor sipas bo gotinên te yên bi mane û şirîn.R...
4oo hezar tomen (400...
Hemû devr û berên kurdan bûne dijminê wan, ev...
4oo hezar tomen (400...
ez li urmiye..ez mala van baş naz dekem...iro men...
4oo hezar tomen (400...
kurdên nezan!!!
4oo hezar tomen (400...
az je le bajare urmiyema az awwale diwxazim bejem ...
4oo hezar tomen (400...
az je le bajare urmiyema az awwale diwxazim bejem ...
4oo hezar tomen (400...
aw shola galak narahat konandaya az xa le bajare u...
4oo hezar tomen (400...
silaw wene bexone
Turkiye axa Kurdista...
silaw u reze min ji we re hene hewidarim ku hune...
Bažūr an jī em kurd...
Rexne kirin ji bo pêşvebirina her civatekê pêw...
Bajarź Urmiye
Urmiye bajere min,heta ez hebim li dinyaye nave te...
Bažūr an jī em kurd...
Li gel silavên germ Kek brahîm te û hevalê ku ...