|
BERLÎN - Sînemaya kurdî bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû ye. Ji bo çareseriya
pirsgirêkên sînemaya kurdî sînemagerên kurd hikûmeta baþûrê Kurdistanê û saziyên
kurd wek navnîþan nîþan dan. Sînemageran fikra ‘Avakirina stretejiyeke navendî’
parastin.
Sînemaya kurd bê rêxistin, belavkarî, û xebatên takekesî li ser piyan
disekine. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên sînemayê di nav sînemageran de nîqaþa
fikra ‘Avakirina stratejiya navendî’ tê kirin. Bi rastî dema mirov li dîroka
sînemaya dinyayê dinêrê ji bo sînemaya kurd pêþ bikeve hewce bi vê fikrê heye û
ev fikir gerek di demeke kurt de bê cih.
Çêkerê fîlman Mehmet Aktaþ anî ziman ku gerek stratejiya sînemaya kurdî bê
avakirin, derhêner Bahman Ghobadî hikûmeta Kurdistanê rexne kir û got gerek
salonên sînemayê bêne avakirin. Derhêner Ravîn Asîf bi lêv kir ku gerek sînemaya
kurdî sînemaya Amerîkaya Latîn mînak bigire. Lîstikvan Nazmî Kirik jî destnîþan
kir ku an li baþurê Kurdistanê an jî li Amedê navenda sînemayê bê avakirin.
Derhênerê xelatgirtî Bahman Ghobadî anî ziman ku li hemû cîhanê sînemaya
serbixwe pirsgirêkan dijî û bixwazin nexwazin jî ev tesîrê li ser sinemaya kurdî
jî dihêle. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê Ghobadî bang li Hikûmeta Kurdistanê
û saziyên kurd kir û wiha axivî: “Gerek derfetan bidin ciwanan û ji bo bingeh bê
avakirin perwerdeya sînemayê bê dayîn. Û navenda sînamaya kurd bê avakirin.
Pergalek bê avakirin.
Bahman Ghobadi bi bîr xist ku li baþûrê Kurdistanê û rojhilatê Kurdistanê
salonên sînemayê hindik in û wiha pê de çû: “Ez wek derhênerê kurd dixwazim ku
fîlmên ez çêdikim yekem car kurd temaþe bikin. Lê ji ber tunebûna salonên
sînemayê gel fîlmên me temaþe nake. Gerek ev kêmasî ji holê rabe û gel ji bo
fîlman temaþe bikin li baþûrê Kurdistanê salonên sînemayê zêde bibin. Sînemaya
kurd dê wiha bi pêþ bikeve.”
Pirsgirêka bazara sînemaya kurd
Xwediyê Þîrketa Fîlman Mîtos û çêker Mehmet Aktaþ anî ziman ku pirsgirêka
sînemaya kurd a herî mezin tunebûna bazara neteweyî a sînemayê ye. Aktaþ bi lêv
kir ku fîlmên kurdî ji bo mîhrîcanan tên çêkirin û wiha got: “Sînemaya kurd bê
piþtgiriya dewletê ye û bi vî awayî zor e.” Aktaþ piþtgirî da Ghobadî ku gerek
li baþûrê Kurdistanê salonên sînemayê bên vekirin û gerek bingeha belavkariyê jî
bê avakirin.
Aktaþ got ku: “Li çar perçeyên Kurdistanê derhêner hene, lîstikvan hene û ji
bo senoryoyan çîrok hene. Pirsgirêka herî cidî tunebûna stratejiya sînemaya kurd
e. Û gerek li ser wê bisekinin.”
Pêþniyara Enstîtuya Sînemayê
Derhêner Ravîn Asaf bi lêv kir ku di salên dawî de sînemaya kurdî her çiqas
qels jî bimîne pêþketin hene û wiha axivî: “Lê pêþketineke bê rêxistin û bi
serober heye. Bi hewldanên þexsî bi pêþ dikeve. Ji bo wê gerek pergaleke navendî
bê amadekirin. Gerek hikûmeta Baþurê Kurdistanê ji bo sînemayê enstîtuyekê ava
bike.” Asaf anî ziman ku gerek kurd ji bo xwe pêþketina sinamaya Amerîkaya Latîn
a salên destpêkê mînak bigirin û gerek kurd li ser evîn, hezkirin û gelek
mijarên din ên ku jiyanê vedibêje fîlman çêkin.
‘Pêþketin heye lê têrî nake’
Lîstikvan Nazmî Kirik anî ziman ku di sînemaya kurdî de pêþketinek heye, ev
pêþketin mirovan dilþa dike lê têrî nake. Kirik jî li ser piþtgiriya sînemayê
sekinî û bi lêv kir ku gerek hikûmeta kurd û saziyên kurd piþtgiriyê bidin
sînemayê û wiha axivî: “Gerek hemû saziyên kurd ji bo sînemayê bibin alîkar. Em
kurd gerek vê baþ fêm bikin ku em dikarin bi awayekî bihêz derdên xwe ji cîhanê
re bi riya sînemayê vebêjin.” Kirik piþtgirî da fikra ‘Avakirina stretejiyeke
navendî’ û wiha axivî: “Baþûr dibe, Amed dibê an jî cihekî din dibe ferq nake.
Ya girîng cihekî navendî ye.
ALÎ GULER / ANF

|