Ev 5 sal in ku Wold Economic Forum li tevahiya cîhanê ji bo beždariya civînên xwe, di navbera 200 heta 300 pisporên warên cuda cuda hildibijêre, da ku ezmûnên xwe bixine pêžiya cîhanê. Ew serkirdeyên ciwan, ku pir bi ezmûn û jêhatî ne, di warên xwe de bi karên profosyonel, hewl ji bo guhartina dahatûya cîhanê didin.
Îsal jî World Economic Forum ji 65 welatên cîhanê û ji nav 5 hezar kesan, tenê 200 kes di warên cuda cuda de, wek bazirgan, çapemenî, zanistî û çandî hilbijart, da ku di civînên wê de beždar dbibin.
Li Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê jî 12 kes wek serkirdeyên ciwan hatin hilbijartin, ku ji bo wê postê Behmen Qubadî take hilbijartiyê welatê Îranê ye. Encama vê civînê jî, ji bo lêkolîn, žopandin û dîtîna çareseriyek ji bo pirsgirêkên cîhanê û çêkirina hinek derfetan e.
Damezrêner û Rêvebirê World Economic Worldê Klaus Schwab li ser vê civînê weha axivî; ”Pêwîst e, ev žêwe civîn wek civakeke cîhanî ku bažtirîn cîhanê pêk hatiye, bê têmažekirin.Ji ber ku cîhana îro, pêwîstî bi serkirdeyên ciwan heye, ku her yek ji wan dengê dahatûne riya hizrî ya cîhanê ne.”
Serokê civîna Young Global Leadersê jî li ser vê civînê got:”Ev žêwe civîn dibin sedemek bo guhartina rewža niha ya cîhanê.”
Hêjayê gotinê ye, ji bo beždarbûna vê civînê li tevahiya cîhanê, di warê sînemayê de tenê 4 kes hatin hilbijartin, ku aktorê emerîkî Leonardo Di Caprio yek ji wan e.
Cihê amaje ye, çaremîn rûnižtina ev zîncîra civînê, dê di 17-ê gulanê li bajarê Žerm el Žêx a Misirê bi rê ve biçe.
pukmedia