|
Xelil Uysal canê xwe ji dest da |
|
|
Tuesday, 08 April 2008 |
Derhêner û nivîskarê kurd Xelîl Uysal li herêma Bestayê di þerekî di navbera artêþa tirk û hêzên P.K.K de li gel 3 hevalên xwe yên gerîlla canê xwe ji dest da. Uysal li gel gelek xebatên xwe yên derhênerî, rojnamevanî û nivîskarî, bêtir bi fîlma ”Bêrîtan” hat nasîn ku di sala 2006an de kiþandibû.
Xelîl Uysal, yek ji nûnerên Çapemeniya Azad a Kurd bû. Her wiha gelek gotarên li ser Kurdistanê û gerîllayên kurd nivîsîbûn. Uysal bîranînên xwe yên li ser çiyayên Kurdistanê û jiyana gerîllayên kurd, di pirtûka xwe ya bi navê ”Çavên Xelîl” de berhev kiribû.
Li gora daxuyaniyeke Hêzên Parastina Gel HPG, di operasyoneke artêþa Tirk de ku di navbera 28 Adarê û 1 Nîsanê de berdewam kir, 4 gerîla þehîd ketin, yek ji wan kameraman û derhêner Xelî Uysal e (Xelîl Dag).

|