|
Xelil Uysal canź xwe ji dest da |
|
|
Tuesday, 08 April 2008 |
Derhêner û nivîskarê kurd Xelîl Uysal li herêma Bestayê di žerekî di navbera artêža tirk û hêzên P.K.K de li gel 3 hevalên xwe yên gerîlla canê xwe ji dest da. Uysal li gel gelek xebatên xwe yên derhênerî, rojnamevanî û nivîskarî, bêtir bi fîlma ”Bêrîtan” hat nasîn ku di sala 2006an de kižandibû.
Xelîl Uysal, yek ji nûnerên Çapemeniya Azad a Kurd bû. Her wiha gelek gotarên li ser Kurdistanê û gerîllayên kurd nivîsîbûn. Uysal bîranînên xwe yên li ser çiyayên Kurdistanê û jiyana gerîllayên kurd, di pirtûka xwe ya bi navê ”Çavên Xelîl” de berhev kiribû.
Li gora daxuyaniyeke Hêzên Parastina Gel HPG, di operasyoneke artêža Tirk de ku di navbera 28 Adarê û 1 Nîsanê de berdewam kir, 4 gerîla žehîd ketin, yek ji wan kameraman û derhêner Xelî Uysal e (Xelîl Dag).

|