Li Dihokê, herêma
Kurdistana Îraqê kitêba nû ya nivîskar û helbestvana Kurd ya naskirî Diya Ciwan
ji aliyê weþanxaneya Xanî ve derket û kete ber destê xwendevanan de. Kitêb bi
zimanê Kurdî û bi herdû elîfbayên bi tîpên erebî û latînî hatiye çap û
belavkirinê.
Mezinahiya kitêbê dora 100 rûpelî ye. Naveroka
kitêbê wek ku ji navnîþana wê tê xuyakirin, li ser çend gotinên pêþiyan yên
hilbijartî ye ku Diya Ciwan ew bi dirêjahiya salan dane hev û pêþkêþî xwendevanan
kirine. Diya Ciwan vê kitêba xwe diyarî “ Ji bo palpiþta Birca Belek
Minara Cizîra Botan Sînem
Bedirxan”dike.
Her weha, pêþgotina
kitêbê ji aliyê nivîskarê Kurd Besam Mistefa ve hatiye nivîsandin. Besam Mistefa
di pêþgotina xwe a bi sernavê Gotinê pêþiya, weke binyatê xaniya de weha
dibêje: “Her milletek xwediyê kelepor û paþmayeke xwe ya taybet e. Ruh,
mentalîte û þêweya bîreweriya wî milletî di riya kelepor û metelok û gotinên pêþiyên
wî de tê xuya kirin…..Diya Ciwan bi vê keda xwe pirtûkxaneya kurdî dewlemendtir
dike û çend metelok û pendên jiyana kurdewariyê ya kevin û nuh diyarî xwendevanên
kurd dike”.
Ji naveroka kitêbê, evene
hindek pend û gotinên pêþiyên kurda:
-Ava xwestî nagihe hestî.
-Betalî xirab malî.
-Cîranê nêzîk çêtire ji
birayê dûr.
-Çav ji çava fedî dikin.
-Dar ji koka xwe xirab
dibe.
-Erzan kirî û heban dirî.
-Êl hemû li hêviya pîrê
ma
Pîrê hat û bi rêket
Li
hêviya êlê nema.
-Filano ne sar lê tê
Û ne
germ lê tê.
-Govenda zana bi nezana digere.
-Herkes li ser miriyê xwe
digirî.
-Ji ber dilopa çû ber
þirikê.
-Kevanî pirbûn xwarin
þewitî.
-Lêv ji dirana pêþtirin.
-Masî nabin bê dasî.
-Nû hatin kevin xelatin.
-Pere qirêja destane.
-Qelî ji serê çûka çênabe.
-Roj diçin
Qeza û bela naçin.
-Siwarê xelkê her peyare.
-Þeva reþ êvarî kifþe.
-Tiliyên desta hemî ne
wek hev in.
-Xizanî zingara mêraye.
-Yê nede naxwe jî.
-Zarok gûzin
Nevî
kakilin.

|