Saturday, 17 May 2008
Destpêk arrow Magazîn arrow Pirtûka Gohtinên Pêþiyên Kurda ya Diya Ciwan derket
Pirtûka Gohtinên Pêþiyên Kurda ya Diya Ciwan derket Çapkirin
Wednesday, 09 April 2008
diya_ciwan.jpgLi Dihokê, herêma Kurdistana Îraqê kitêba nû ya nivîskar û helbestvana Kurd ya naskirî Diya Ciwan ji aliyê weþanxaneya Xanî ve derket û kete ber destê xwendevanan de. Kitêb bi zimanê Kurdî û bi herdû elîfbayên bi tîpên erebî û latînî hatiye çap û belavkirinê.

Mezinahiya kitêbê dora 100 rûpelî ye. Naveroka kitêbê wek ku ji navnîþana wê tê xuyakirin, li ser çend gotinên pêþiyan yên hilbijartî ye ku Diya Ciwan ew bi dirêjahiya salan dane hev û pêþkêþî xwendevanan kirine. Diya Ciwan vê kitêba xwe diyarî “ Ji bo palpiþta Birca Belek

Minara Cizîra Botan Sînem Bedirxan”dike.

Her weha, pêþgotina kitêbê ji aliyê nivîskarê Kurd Besam Mistefa ve hatiye nivîsandin. Besam Mistefa di pêþgotina xwe a bi sernavê Gotinê pêþiya, weke binyatê xaniya de weha dibêje: “Her milletek xwediyê kelepor û paþmayeke xwe ya taybet e. Ruh, mentalîte û þêweya bîreweriya wî milletî di riya kelepor û metelok û gotinên pêþiyên wî de tê xuya kirin…..Diya Ciwan bi vê keda xwe pirtûkxaneya kurdî dewlemendtir dike û çend metelok û pendên jiyana kurdewariyê ya kevin û nuh diyarî xwendevanên kurd dike”.

Ji naveroka kitêbê, evene hindek pend û gotinên pêþiyên kurda:

-Ava xwestî nagihe hestî.

-Betalî xirab malî.

-Cîranê nêzîk çêtire ji birayê dûr.

-Çav ji çava fedî dikin.

-Dar ji koka xwe xirab dibe.

-Erzan kirî û heban dirî.

-Êl hemû li hêviya pîrê ma

 Pîrê hat û bi rêket

 Li hêviya êlê nema.

-Filano ne sar lê tê

 Û ne germ lê tê.

-Govenda zana bi nezana digere.

-Herkes li ser miriyê xwe digirî.

-Ji ber dilopa çû ber þirikê.

-Kevanî pirbûn xwarin þewitî.

-Lêv ji dirana pêþtirin.

-Masî nabin bê dasî.

-Nû hatin kevin xelatin.

-Pere qirêja destane.

-Qelî ji serê çûka çênabe.

-Roj diçin

 Qeza û bela naçin.

-Siwarê xelkê her peyare.

-Þeva reþ êvarî kifþe.

-Tiliyên desta hemî ne wek hev in.

-Xizanî zingara mêraye.

-Yê nede naxwe jî.

-Zarok gûzin

 Nevî kakilin.

Şirove (0)add comment

Şirovenivîsîn
kûşketir | mezintir

busy
 
< Paşve   Pêşve >

Herî zêde sirovekirî

 

Lêgerîn

 
 

Chat

Þiroveyên nû

Kurdî di nav lîsteya...
Hevalen xebatkar , Reza tirki 26 e , ne 25 . Ev n...
Êrîþek ji ya Oramarê...
Biji Kurd Biji Kurdistan Biji HPG Biji PJAK Her ...
PJAK-ÎRAN
Eré min ji bihist ku sher cibo ye. ema : navé ci...
Merasima Rêzgirtina ...
Ez shehid buna endame chapemeniya PJAKe je malbeta...
Jina azad, garantiya...
ez je selmas sepas je we de re