|
Mele Bextiyar: Kurd Amerîka û Îranê li hev tînin |
|
|
Wednesday, 09 April 2008 |
Îro kargêr û berdevkê polîtburoya YNK-ê Mela Bextiyar di dema serdana baregeha Melbenda 3-ê ya YNK-ê a Hewlêrê de ji rojnamevanan re got:” Biryar e di van nêzîkan de ji bo gihîþtina çareseriyeke lirê þandeya navbera Amerîka û Îranê bicive. Di vê civînê de serkirdayetiya kurd ê wek navbeynkar amade bibe û roleke berçav bilîze.”
Di derbarê peywendiyên Bexda û Hewlêrê de jîMele Bextiyar got:” Biryar e pêncþema bê þandeyeke hikûmeta herêmê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê bike û li gel berpirsên bilind ên hikûmeta Iraqê li ser meseleyên çarenivîsaz bicive.” Li ser rewþa navxwe ya Kurdistanê jî Mela Bextiyar qala gavên herdu polîtburoyên PDK û YNK-yê û ragihandina kabîneya nû ya hikûmeta herêmê kir û got:” Di prensîbê de em li gel PDK-yê rêkeftin û ji %80-ê kar hatiye qedandin. Piþtî ragihandina kabîneya nû ku guherîn di hin wezaretan de hatiye kirin, cîgirê wezîr dê bê danîn û kar jî li ser danîna rêveberiyên giþtî, rawêjkar û berpirsên din ên hikûmetê tê kirin. Bextiyar li ser rewþa dawîn ya Iraqê jî got:” Piþtî civîna Civata Birêvebirinê ya bi serokatiya Mam Celal û bi amadebûna herdu cîgirên wî û serokwezîr Malikî, tekîdî li ser bicihanîna beyanameya civata siyasî ya ewlekariya niþtimanî hate kirin.Di heman demê de hewl hatiye dayîn ku Malikî û Tariq Haþimî ji bo nîqaþkirina meseleya vegera Eniya Tewafûqê bo nav parlamentoyê, bicivin. Helbet ev jî gaveke girîng e ji bo aþtî û aramî û heybeta dewleta Iraqê jî xurt dike,bi taybet piþtî nehiþtina mîlîsên çekdar ên li Iraqê.”
Pukmedia

|