|
Dewleta tirk ležker dibe ser sīnorź Kurdistana azad |
|
|
Friday, 11 April 2008 |
|
Siyasetên qirêj yên AKPê û artêža tirk yên li dijî kurdan her ku diçe zortir dibin. Dewleta tirk li aliyekê êrižan li ser gelê kurd di cejnên Newrozê de dike, li aliye din jî li herêma Žirnexê li dijî PKKê operasyona didomîne û dest bi bicihkirina eskeran li ser sînorê Kurdistana azad dike. Li Žirnexê bênavberî žandina eskeran ber bi sînorê Kurdistana azad ve dom dikin.
Duh bi žev jî Konvoyek mezin ya eskerî ber bi sînor ve bi rê ket. Vê sibê jî dîsa 20 wesayît ji Žirnexê ber bi sînor ve çûn. Di nav vê sewkiyata eskerî de komandoyên bi teçîzat, tanq, konteynerên tije alavên eskerî û ambûlansên eskerî jî hene.Duh jî ji bajarê Kirikaleyê 25 qamyon tije alavên eskerî hatin Diyarbekirê. Îro jî dîsa 12 TIR bi barê eskerî ji Kirikkaleyê hat Diyarbekirê. teçîzatên eskerî ji Diyarbekirê ber bi Nisêbînê û Mêrdînê ve hat žandin û pižtre jî ew birin bajarê Žirnexê.

|