Friday, 16 May 2008
Destpêk
Ocalan: Heke operasyon nerawestin kes nikare pêþî li PKK'ê bigire Çapkirin
Saturday, 12 April 2008
ocalanSerokê P.K.K ê Abdullah Ocalan di hevdîtina bi parêzerên xwe re de, peyamên nû dan. Li gorî agahiyên hatine girtin, Ocalan, diyar kir ku darizandina li DMME’yê Tirkiyeyê û þertên li Îmraliyê naguherîne û got ev hemû lîstik in. Ocalan li ser mijarê wiha got: “Ev siyasî ne, hemû lîstik in. Tirkiye vana qebûl nake. Min di radyoyê de guhdar kir. Dîwana Edaletê ya Ewropayê têkildarî PKK’ê biryar daye. Biryar dê bandorê li ser esasê jî bike .

 Ev biryarên siyasî ne, divê tenê wekî hiqûqî neyên fikirandin. Hiqûq girêdayî siyasetê ye. Li Tirkiyeyê jî wisa ye. Hiqûq li dora siyasetê pêþve diçe, divê ev bê fêmkirin. Lê heke em li vir wekî terorîst îlan kiribe, divê parêznameya we jî bê girtin. DMME dê vê rewþê binirxîne, Ewropa binirxîne, ev ne girîng e. Ya girîng stendina parasnameya me ye û biryara dê di vê mijarê de bê girtin e. Divê vê bikin. Dibêjin parasnameya PKK’ê nehatiye girtin, tabîkî divê parasnameya me bê girtin. Damezirînerê vê rêxistinê ez im, berpirsyariya min heye, wê çaxê divê ji min bi pirsin, divê bên li vir min gundarî bikin. Divê fêm bikin ka kî terorîst e, çawa terorîst îlan dikin. Osman ew jî çîrok e. Heke dê guhdar bikin, divê bên min guhdar bikin, pêwîste nêrîna min bigirin. Ev jî diyar bikim ka ev rêxistin çima rêxistinek terorîst nîn e. Ya girîng ew e ku nîqaþên terorîzmê, yanî rewþa me li Ewropayê bê nîqaþkirin. Ez terorîst nîn im, rêxistina min, rêxistinek terorîst nîn e.”


 

‘Tirkayetiya sexte cûhiyan pêþve bir’


Ocalan li ser meyla neteweperweriyê ya di rojên dawî de zêde dibe jî rawestiya û wiha dirê jî da axaftina xwe: "Ev hemû lîstikên siyasî ne, yên li Tirkiyeyê jî lîstikên siyasî ne. Bi bandora hêzên devre re, tirkayetî tê pêþxistin. Tu eleqeya vê tirkayetiya sexte bi tirkayetiya rasteqîn re nîn e. Yên ku tirkayetiya sexte pêþve dibin jî dizanim cuhî ne. Teorîsyenên vana jî, Leon Kahun, Hermann Vambery ne. Ev hemû bi zanebûn têne pêþvexistin. Min di radyoyê de guhdar kir, li Zanîngeha Akdenîzê neteweperestan bi ser xwendekarên kurd re berdidin. Bawerim ên êrîþ dikin neteqeperest in. Ev hemû tirkayetiya sexte ye. Xala 301’emîn jî heye. Mê ev xal çêkir, kê ev xal daniye? Yên ku tirkayetî xistiye nava vê xalê jî ev in, niha jî hewl didin ku derxînin, nîqaþa vê dikin, l êkê 301 derxist, kê tirkayetî xist vê xalê, çawa hat, kes pirsa vana nake. Ma vana nîqaþ nakin, esas ya girîng ev e. Bê feraseta tirkayetiya sexte bikar tînin û gelan bi hevre berdidin. Bi vê tirkayetiya sexte, gelê Ermenî ku hezar salan bi hevre jiyan, wekî dijmin îlan kir. Piþtre ermenî ji avêtin, kuþtin. Niha heman tiþtî ji bo kurdan dikin, hewl didin ku kurd û tirkan bi hev re berdin. Yên vana dikin, ên tirkayetiyê pêþ ve dixin, tirkên rast nîn in. Ma gelê tirk evqas hov û dijminê mirovahiyê ye? ”

 

‘M. Kemal dê muxtariyet bida kurdan’


Ocalan, axaftina xwe wiha domand: "Tu eleqeya ev dikin, vê tirkayetiya sexte, bi Mustafa Kemal re nîn e. Di sala 1924'an de wê muxtariyet bidana kurdan. Dîsa di meha çile ya sala 1922’yan de ji bo vekirina dibistanên kurdan, li meclîsê li hemberî 64 dengên neyînî bi 373 dengan zagon derxist. Makezagona 1921’an makezagona damezirîner a komarê ye. Li wir behsa gelên kurd û tirk tê kirin. Kurd di salên destpêkê yên komarê de hêmana dameziriner bûn. Makezagona 1921’an makezagona yekemîn a komarê ye û komarparêziya esasî li vir tê vegotin. Di salên destpêkê yên komarê de riha yekîtiya kurd û tirkan heye. Naxwazim M. Kemal pak nîþan bidim, lê ev jî Kemalîzm e. Piþtre di sala 1926’an de lihevhatin çêbû, M. Kamel bi wan re li hev kir. Hewl dan ku kurdan, îslamparêz û sosyalîstan tasfiye bikin, piþtre jî kirin. Xwestin ku Fethî Okyar bi ser kurdan de bajon, Fethî Okyar, got, “Hevalên min ên kurd hene, ez nikarim bi ser wan de biçim” piþte ew daxist. Kurd jî tasfiye kirin. Ji bo ku Seyît Riza îdam bikin, zû zû prosedur bicîh anî. Zû biryara îdama wî da û bêyî ku li benda îmzeya Mustafa Kemal bimînin, Seyît Riza îdam kir. Di biryara îdama Seyît Riza de îmzeya Mustafa Kemal jî nîn e. Naxwazim xwe û Mustafa Kemal muqayese bikim, lê li vir þibaniyeke mezin heye, dora min jî girtibûn, nedixwestin ez bibînim. Hevalê min ê zarokatiyê Hasan Bîndal di encama suîkastekê de hate kuþtin. Min zû ferq kir, li gorî xwe min tedbîr girtin, min xwe vekiþand Þamê û ev lîstik pûç kirin.”

 

‘Lîstika desilatdariyê heye’


Ocalan di hevdîtina xwe de hebûna siyaseta li Tirkiyeyê jî bi berfirehî nirxand. Di vê mijarhe de Ocalan wiha axifî: “Li Tirkiyeyê 2 klîk hene, ev klîkên desilatdariyê ne, Baykal û Erdogan. Dibêjin þerê laîq û olê, lê di rastiyê de ev þerê desilatdarî û berjewendiya ye. Laîsîzm ji ber ku bingehê wê Rojava ye nûneniya xirîstiyaniyê dike. Yên din jî îslama nerm temsîl dikin. Têkiliya wan bi îslama rastî re nîne. Xwîþkê min jî serê xwe digirin. Lê meseleya van cûda ye, yek bi zorê serê mirovan vedike, yê din jî bi zorê serê wan digire. Pirsgirêkeke gelê Anatolyayê ya bi vî rengî tûne ye. fierê berjewendiyan di ser kurdan re dimeþînin. Ji bo tinekirina kurdan lihev kirine. Mîna her car dîsa wê lîstika, ‘Alevere, dalevere kurd mehmed here nobedê’ lidar bixin. Desilatdarî mîna nexweþiyê ye. Yek ji wan dibêje ‘li hember kurdan ev çil sal in ez þer dikim, xwediyê dewletê ez im’. Îslamîst jî dibêjin ‘hezarê salan ez xwediyê vê axê me, xwediyê vê dewletê ez im’. Ergenekon jî ev e. “Bila gel ji van lîstikan dur bisekine” Ocalan li ser þerê AKP’ê û CHP’ê wiha got: “Na xwediyê vê axê ne laîszm e, ne jî îslama ku ew jê fêm dikin e. Xwediyê vê axê gelê demokratîk e. Ez bangî gelê me dikim; Ji vê laîsizm û ji vê oldariyê dûr bisekinin. Ev lîstikeke, lîstika desilatdariyê ye, pêwiste ji vê lîstikê dur bisekinin. Tespîteke girîng a Bakunin heye ‘Demokratê herî baþ jî dema dibe desilatdar di nava 24 saetan de dibe dîktarorekî mezin’. Desilatdarî mirov serxweþ dike. Beriya niha min desilatdarî þibandibû fahîþeyê. Ji bo min dibêjin têkiliya wî bi MIT’ê re heye. Min di rojnameyan de xwendibû. Di rojnameyeke ereb de jî ev tiþt anîbûn rojevê. Di pirtûka serokê berhe yê Dayreya Îstîxbaratê Bulent Orakoglu de jî tiþtên wisa hatine nivîsandin. Derdorên firehtir jî heman tiþtî nîqaþ dikin. Dibêjin, ‘ji ber xezûrê wî’ têkiliya wî mi MIT’ê re heye. Yek ji van ne rast e, hemû derew in. Di rastiyê de lîstika tê meþandin ev e: Piþtî bûyera fiemzînanê di navbera vande lihevhatinek çêbû. Brîfîng dane AKP û gotin ‘emê destûrê bidin mayina te ya li ser desilatdariyê, hata tê serok komarê xwe hilbijêre lê belê derbarê kurdan de emê li gor xwe tevbigerin, vî karî bi dev me ve berde’. Bi vî rengî li hev hatin, artêþa bi sedhezaran þandin serkurdan, gotin ku ewê pirsgirêkê bi aboriyê çareser bikin. Sezgîn Tanrikulu bi serokwezîr re guftûgo kiriye û neçar maye civînê biterikîne. A rast pêwist nake xwe bixapîne, rastiya meseleyê wisa ye: “Serokwezîr derbarê kurdan de bi artêþê re lihev hat, teslîmî polîtikayê artêþê bû, di vê çerçoveyê re pêwiste mirov li meseleyê mêze bike. Ne yê radîkal, yê herî nerm e. Tevî vê yekê jî heger tê qewitandin, ev nîþan dide ku faþîzmeke cidî heye.”

 

‘Dinya bi fenên banknotan xistin destên xwe’

Ocalan, wiha dom kir: "AKP dê ji ÝMF’ê û deverên din dîsa deyn wergire. Pênc, þeþ milyar ji wir, nizanim çiqas ji sermayeya ereban, ji wir de, wê de yekûn dê 35 milyar pere wergirin. Dê milyarek-du milyarî li Amedê li odeyên bazirganiyê, yek-du milyaran jî vir de wê de belav bikin, yên mayî jî dê ji xwe re wergirin. Difikirin ku gel wiha bixapînin. Ên ku dinyayê rêve dibin raza(sir) bazirganiyê keþif kirine. F.Braudel di pirtûka xwe de tesbîtên xurt kirine. Nispeta xwediyên fînansê di civakê de ji sedî 5 e lê hêza wan pir mezin e. Tirkiye jî bi xwe ve girêdane. Çîlerê digot ku em xîçikekî jî nadin. We jixwe nîvê Tirkiyeyê firotiye. Ji sedî çil jî faîzên deynan didin. Di pênc salên dawiyê de çi guherî, her kes xizan bû. Ez ji axayên sendîkayan hêrs dibim, van rastiyan naynin ziman. Sermayedarên fînansê bêyî hilberînê bikin, li ser kaxiz bi borsayê pere qezenc dikin. Bi riya borsayê krîz û manûplasyon pêk tên, cîhan bi vî awayî bi fenên banknotan xistine destên xwe.”

 

‘Operasyonan bidin rawestandin!’

Ocalan, li ser pevçûnên ku di rojên dawiyê de zêde bûne van tesbîtan dike: "Ez dibêjim ‘Hey serokwezîr van operasyonan bidin rawestandin.’ Min di radyoyê de guhdarî kir, tevgereke leþkerî heye, hêza xwe li ser sînor dadigirin. Gerîla jî bi liv û lebat e, niha dê çi bibe? Bihar e, pêþveçûnên çawa bibin nizanim. 15 sal in ez dibêjim. Sala 93’an nîsan, îro jî nîsan e. Min hewla aþtî û diyalogê da. Nûnerên Ozal hatin, Erbakan name þand. Artêþê jî ji binî ve diþandin. Fermandarek hat ba min, dayîna navê wî dibe ku niha ne rast be. Digot: ‘Apo, guneh nîn e, em hev du dikujin, bê kuþtin dikare bê çareserkirin.’ Dema ez li Þamê bûm min, name, kaset û broþûr þandin. Min ev cidî dîtin. Lê nebû. Ji kesî tiþtekî veþartî naaxivim. Axaftinên min ên li vir tên þopandin û guhdarîkirin. Min hewl da ku rêxistin bê ser xeta çareseriya demokratîk. Wan jî pejirand. Çiqas bi ser ket nizanim. Hewldanên min ên ji bo aþtî û çareseriyê bûn sedema canê bi hezaran kadroyan. Ez berpirsiyarê van yekan im jî”

 

‘Hurmeta min ji Ozal re heye’

Ocalan ji bo çareseriya Ozal jî wiha got: " Hurmeta min ji Ozal re heye. Mirovekê dewletê yê girîng bû. Ji bo Erbakan jî, ew jî wisa bû. niha Ozal desthilatdar bûya çareserî pêk hatibû. Ez ji bo aþtî û çareseriya demokratîk çi bikeve ser min jê re amade me lê dikarim çiqas PKK’ê bigirim. Pêþniyara min ji bo artêþê ye, bila operasyonan bidin rawestandin. Ligel vê PKK’ê çi bike nizanim. PKK’ê kadroyek çêkir, windahiyên wê çêbûn. Ez berpirsiyariya yên heta niha digirim ser xwe lê yên îro pê ve na. PKK bi xwe dizane. PKK dê ji bo rêvebirin û xeta çalakiyê bixwe biryar bide. Encax mafê min ê rexnekirinê dibe.”

 

‘Konfederasyon daxwaza dewletê nîn e’

Ocalan gotinên xwe wiha temam kirin: "Doza girtina DTP'ê didome. Dadgeha Makeqanûnê esas ji bo kurdan dê biryarekê bide. Partiyeke demokratîk a kurd dikare bê avakirin, der barê wê de, der barê kurdan de dê biryarê bide. Ji bo vê ev doz girîng e. Ýsmet Berkan dibêje, projeya Ocalan bi awayê rêvebirinê konfederasyon e, vê wek dewlet fêm dike. Na, projeya min ne konfederasyon e, konfederesyon tenê di nav de rêxistina civaka sivîl e. Min berê jî behsa kongreyeke komareke demokratîk kiribû ku hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê jî dikarin tê de cih bigirin. Heke ev pêk nayê, di dorhêla koordînasyonekê de dikare xebat bên kirin. Li ser prensîbên antî- tekel, demokrasî, aþtiyê xebatek girîng e. Cihgirtina DTP, SDP, ODP, EMEP’ê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê girîng e.

Ez hevalên me yên di girtîgehê de ne û tev jinan silav dikim”


“Sosyolojî zanisteke girîng e”

Ocalan, da zanîn ku sosyolojî zanistek gelekî girîng e û wiha pê de çû: “Min sosyolojî gelek xwend di demên dawî de, di zanim. Gelek tespît hene, tespîtên min hene. Ev dikarin di dema xwe de bi awayekî berfireh bêne vegotin. Vê dibêjim, rastiyên civakî, rastiyên hatine avakirin in. Di fizîkê de atom atom e, ji bo parçeyê atomê quralek diyar heye, nikare derkeve devreyî vê, lê li qada civakî, rastiyên civakî dikarin bên arastekirin, bên avakirin. Ýngilîzan ev yek gelekî baþ tespît kiriye, cihê derketina wê, çavkaniya wê Hollanda ye. Ji sedsala 16’an û vir ve gelek împaratorî hilweþiyan e, Avusturya-Macarîstan, Îspanya, Fransa, Împaratoriya Çînê, ev çawa hilweþiyan! Ýngilîzan tespît kir ku bi felsefeya hiþk a almanan, bi felsefeya dewletê ya Fransayê pêþveçûnek zêde çênabe. Tespît kirin ku dê bi pragmatîzma Ýngilîz û Amerîkayê pêþve biçin û pêþve bibin. Ýngilîzan têkildarî civakê hemû tespît baþ kirine, li gorî vê civak araste dikin. Dikarin hesap bikin ka netew çawa þer dikin, dikarin bînin rewþek çawa, çawa li hev bînin, her cure berteka civakî ji berê de hesap dikin.”

”Marks di bin destê kralîçeyê de bû”

Ocalan, anî ziman ku Ýngilîz di civakê de her cure arastebûnê jî dikin û wiha dom kir: “Marks jî li Londrayê dijî, ew li wir hiþt. Marks fikrên xwe li wir ava kirin, li vir belavî cîhanê kirin. Ez naxwazim bêjim ku fikrên Marks wan afirandin, Marks, dibin destê Kralîçe Elîzabethê de bû. Lenîn jî dorpêç kirin û dora wî teng kiribû. Lenîn dibin kontrola almanan de, bi trêna wan birin St.Petersburgê. Naxwazim bêjim ku Lenîn ajan e, lê divê ev bên zanîn, bêne nirxandin. Almanan gotin ‘ev fikir li dijî me ne, ji bo tunekirina me hatine avakirin û ji bo parastina xwe, xwe spartina sosyalîzma nasyonal, lê antî komûnîzm pêþve bir. Antî komunîzmiya neteweperestan û oldaran, dijberiya wan a li dijî komunîzmê ji vir tê. Neteweperweriya Ereban a Baas kê derxist holê. Hûn dibêjin kê derxist holê, ma neteweperweriya wiha dibe. Sedam ew dema hatin dervekirin, serê wan hate jêkirin. Neteweperweriya ereban çawa hate rewþa ku serê wan bê jêkirin. Rewþa Çeçenan jî tê zanîn. Divê ev bên zanîn. Ev li dijî vê feraseta vana me. Heke em karibin, civakan ber bi çareseriya rast ve bibin, dibe ku neteweyek demokratîk derkeve holê. Ji bo çareseriyê ev pêwîst e.

 


“Piþtî mudaxeleya Îranê dora Tirkiyeyê ye”

OCALAN der barê Rojhilata Navîn de ev nirxandin kir: “Wê mudaxeleyî Îranê bikin. Di dema kin an ya dirêj de ez nizanim. Li DYA’yê kîjan partî bibe desilatdar jî wê heman tiþtî bike. Rusya bi tehdîtê hate bêdengkirin û Rusya nikare tiþtekî bike. Dora Tirkiyeyê wî dê were. Li Îranê þîî yan kurd qetilkirin. Pasdar derfetê bibînin wê kurdan tine bikin. Li Iraqê derfet bikeve destê ereban wê kurdan tine bikin. Kurd jî divê ne li dijî van siyaseta xwe destnîþan bikin. Dikarin polîkayeke parêlelî wan bimeþînin, lê karibin xwe biparêzin jî.”

“Hejmara neteweperestên kurd nêzî hezarî ye” Ocalan mijara neteweperestî û kurd jî anî rojevê û wiha berdewam kir: “Li Tirkiyeyê jî tirkîtiya sexte bipêþ xistin. Kurdîtî bi rengekî cûda bipêþxistin. Bi hin malbatên kurd re ketin têkiliyê. Beriya 150 salî dest avêtin hin malbatên kurd. Bi têkiliya malbata Barzanî re dest avêtin neteweperestiya kurd û bi Neqþîbendiyê re kirin yek. Ji bo ev rastî baþ bê fêmkirin dibêjim, lê hin rewþenbîr vê yekê fêm nakin. fiex Seîd bi carekê re anîn ser tevgerê, bicarekê bû parêzvanê kurdayetiyê. Çawa çêbû xebera fiex Said jî jê nebû. Dema ez bahsa provokasyona fieq Seîd dikim ez bi vê wateyê dibêjim. Di nava du mehan de provokasyonek pêk anîn. Kurdîtiyeke sexte jî bipêþ dixin. Derdoreke ku hejmara wan hezarî jî derbasnake heye. Ev ne zanin serî hildin, ne jî dikarin bi komarê re lihev bikin. Li her bajarekî çend malbat in. Hemû têkilî bi van kes an malbatan tên meþandin. Ji bo pereyan tiþtê ku ev kes nekin nîne, nirxê ku nefiroþin nîne. Parlementerekî rihayî dibêje, ‘tirk-kurd bira ne’. Mafê axaftina derbarê vê yekê te tu ji kû tîne? Heta niha te ji bo Rihayê çi kiriye? Ji sedî 80 mirovên li Rihayê bêkar e, gelo te ev pirsgirêk çareser kir? Ji bo aþtî û çareseriyê çi hewldana te çêbû? Te heta îro çi kiriye ku wisa diaxifî?”

“DTP têrî xwe wan teþhîr nake” “Divê ev tev bên teþhîr kirin. Parlamenterên DTP van tiþtên tên jiyîn, van kêmasiyan hu lîstikên tên lîstin baþ teþîr nakin. Hebûna wan a li meclîsê derfetek e. Heger îro li ser pirsgirêka kurd û nasnameya kurd hevqasî guftugo hebin ev bi keda di demên borî de hatiya dayin e. Di wateyê de xabata Akademiyê girîng e. Bi hezaran mirov dikarin li akademiyê li ser van mijaran bixebitin. Gelek rewþenbîr, akademisyen û mirovên me hene. Avanekirina DTP a akademiyên bi vî rengî nayê fêmkirin.”

Azadiyawelat.com

Şirove (0)add comment

Şirovenivîsîn
kûşketir | mezintir

busy
 
< Paşve   Pêşve >

Gotinên pêþiyan

"Quzê gewr di derpê re xwanêye"

Lêpirsîn

Malpera me ya nû çawane?
 

Endam

Login Form






Te şîfreya xwe ji bîr kiriye?
Ma tu ne endam î? Bibe endam!

Alfabe

Alfabeya Kurdî

3icon_alfabe.gif
Alfaba Kurdî

 

Lêgerîn

 
 

Chat

Hewa

Urmiye:
18°C
1014mb

8 km/h
Kirmansan:
24°C
1017mb

14 km/h
Xoy:
22°C
1010mb

8 km/h
Tevrêz:
22°C
1014mb

8 km/h
Têhran:
27°C
1015mb

8 km/h

Wênealbom

Þiroveyên nû

Kurdî di nav lîsteya...
Hevalen xebatkar , Reza tirki 26 e , ne 25 . Ev n...
Êrîþek ji ya Oramarê...
Biji Kurd Biji Kurdistan Biji HPG Biji PJAK Her ...
PJAK-ÎRAN
Eré min ji bihist ku sher cibo ye. ema : navé ci...
Merasima Rêzgirtina ...
Ez shehid buna endame chapemeniya PJAKe je malbeta...
Jina azad, garantiya...
ez je selmas sepas je we de re