|
Hevdîtina Aqazade li gel El-Baradeî betal bû |
|
|
Monday, 14 April 2008 |
|
Qerar bû Xolam Rêza Aqazadê, serokê Rêxistina Enirjiya Etomî ya Îranê û Mohemed Seîdî cîgirê wî roj Duþemê li Viyenê li gel Mohemed El-Baradeî hevdîtinê pêk bînin û li ser bernameya Nuklerî ya Îranê gotûbêj bikin. Lê belê qerara han bi sebebên nediyar hate betal kirin.
Rêxiztina Enirjiya Atomî ya Îranê di daxûyaniyekê de îlan kir: li ser hevkirina her du aliyan, ev hevdîtin di demeke din de ê pêk bêt. Dîplomateke payebilind ku nexwast bê nasîn got: Mohemed El-Baradeî dixwast di hevdîtina han de li ser pirsgirêka Etomî ya Îranê raweste û li rayedarên Îranê bixwaze agahiyên zidetir li ser bernama Nuklerî ya Îranê bide Ajnasa Navneteweyî.

|