Friday, 16 May 2008
Destpêk arrow Ewrokurd arrow Wezareta Derve ya Swêdê:Suriyê Mafê kurdan binpê dike
Wezareta Derve ya Swêdê:Suriyê Mafê kurdan binpê dike Çapkirin
Monday, 14 April 2008
swed1.jpgWezareta Karên Derve yê Swêdê berî bi çend rojan raporên berfireh li ser pirsa mafê mirovan belav kir. Di raporê de dîtina fermî ya Swêdê li ser rewþa welatên cewaz hatiye diyarkirin. Beþê Suriyê ji 20 rupelan pêk tê. Di destpêka raporê de qala peymanên navnetewî tê kirin ku Sûriyê îmze kiriye. Di nava rûpelan gelek caran helwêsta rêvebiriya Sûriyê ji awira pêlkirina mafê mirovan ve tê rexnekirin. Sêdarkirina mirovan ji sala 2002 an pê ve dîsa destpêkiriye û mirov têne îdamkirin. Îþkence û wundabûna mirovan pêk tê. Partiya Beas organên polîtîk xistiye bin hukmê xwe. Hiquq yek alî dixebite, ruþwet û bertîldayîn piralî dibe.

Medîa bi tevayî di bin kontrolê de ye û xwesansurkirina xebatkarên medîayê rojane pêk tê. Neheqiyên li dijî jinan têne rojevê û parastina mafê wan ji ber qanûnen hene nikare bê parastin.
 Di gelek beþan de qala kurdan, zilm û îþkenceya li ser wan tê kirin. Zimanê raporê têra xwe diplomatîk e, mesaj bi rexneyên nerm têne kirin. Beþê 16 an bi giþtî li ser rewþa kurdan e.


Dîtina Wezareta Karên  Derve yê Swêdê li ser rewþa baþûrê biçûk yê Kurdistanê wisa ye:
  Mafên mirovên ku bi netewe, eqaliyat, ziman û bawerî û gelên kevnare ve girêdayî ne Ji % 10 ê welêt ji kurdan pêk tê. Ew, bi þêweyekî yekser ne di bin zordestiyê de ne. Lê ji bo parastina mafê wan rêz û hurmet nayê nîþandan. Zimanê kurdî wek zimanê perwerdekirinê nayê pejirandin û mecalên danasîna çanda kurdî tê sînorkirin. Kampanya erebkirinê ya ku di salên 60 î de pêk hat, 120 hezar kurd ji mafê hemwelatiya Suriyê bêpar hiþt.

Bi qasî 200.000 – 250 000 kurd bê welat in. Komîteya UN  ê ya Mafê Mirovan ji bo rewþa kurdan ya bêwelatî, neqeydkirina wan di nifusê de û ji ber berdewama krîmînelîzekirina wan, xemgîniya xwe anîbû zimên.  Raporên piþtrastbûyî li ser girtin û îþkencekirina kurdan belav dibin. Hejmarek kurd ku çend kes in ne diyar e, ji aliyê dadgehên leþkerî û ewlekariyê ve hatine dadgehkirin.

Beþek jê, ji ber sucên ”dabeþkirina welêt”, ”girêdana herêmek welêt bo biyaniyan” û ”endametiya hêza terorîst” hatin cezekirin û zîndanîkirin. Hate diyarkirin ku beþek ji wan girêdana xwe bi PKK ê re an jî bi partiya ”Democratic Union Party” re heye. Dadgeha leþkerî dixwaze 49 kesên kurdnijad ji ber xwepêþandanekî ceze bike. Çalakî, bi munasebeta wefata Þêx Maþhukê Xeznewî li Qamiþlokê, di sala 2005 an de bûbû.

Di dema dadgehkirina wan de, çavdêrên EU ji konsolosxaneyên cewaz yên li Þamê hatibûn wir. Dadgehkirina wan 2006 an de dest pê kiribû û hêja bi dawî nehatiye.  Kurdên bêwelat, ji gelek mafên hemwelatiyên Suriyê bêpar in. Li gorî qanûna Suriyê, bêwelatbûn ji bav derbasî zarokan dibe. Kurdên bêwelat li Suriyê weke ”ajanip” (biyanî) an jî ”maktoumeen” (di nifusê bêqeyd) têne hesêp.

Bi taybetî kesên bê qeyd ji gelek mafan bêpar in.  Kesên ”Ajanip” xwedî nasnameyekî taybetî ye û dikarin ji bo derxistina pasaporta ”laissez-passer”  bi makamên Suriyê re têkiliyê deynin da ku pê li derveyî welêt bixwînin, an jî pirsgirêkên xwe yên bijijkî çareser bikin. Ji bo kesên ”maktoumeen” ev yek derbas nabe û ew nikarin bi eþkere derkevin derveyî welêt.

”Ajanib” berevajiyê ”maktoumeen” dikarin îcazeya karkirinê bidest bixînin. Çi mafê herdu aliyan tune ye ku, milk bikirin, timobîla li ser navê xwe qeyid bikin û bazirganiyê bikin. Kesek ”Ajanip” dikare bi erzanî ji mecalên tedawiya li nexweþxanê sudan bigire. ”Maktoumeen” berevajiyê ”Ajanib”, nikare zewaca xwe fermî bike. Lewmaye zarokên wan jî navên xwe di nifusê de nayên nivîsîn /qeyidkirin.

Ev yek dibe sedem ku zarok ji xwendina dibistana bingehîn mahrum bimînin. Lê di pratîkê de, dezgehên fermî, çavên xwe ji bo xwendina bingehîn ya zarokan digirin û rê li ber xwendina wan ya bingehîn nagirin. 
Zarathustra News
Şirove (0)add comment

Şirovenivîsîn
kûşketir | mezintir

busy
 
Pêşve >

Herî zêde sirovekirî

 

Lêgerîn

 
 

Chat

Þiroveyên nû

Kurdî di nav lîsteya...
Hevalen xebatkar , Reza tirki 26 e , ne 25 . Ev n...
Êrîþek ji ya Oramarê...
Biji Kurd Biji Kurdistan Biji HPG Biji PJAK Her ...
PJAK-ÎRAN
Eré min ji bihist ku sher cibo ye. ema : navé ci...
Merasima Rêzgirtina ...
Ez shehid buna endame chapemeniya PJAKe je malbeta...
Jina azad, garantiya...
ez je selmas sepas je we de re