|
Tuesday, 15 April 2008 |
Gelo ma ev tiþtên ku em dixwazin bikin mêjiyê me pêþ ku em vî karî bikin dizane?Gelo zanist dikare vateya Qeder:ê ji me re safî bike?Eve çend pirsin ku mirov ji xwe dipirse, dema mirov dibihîze ku yek ji labratuarên lêkolînê yên herî bi navûdeng li dinyayê Max Planck a Swêdî di encama lêkolînên xwe de radigehîne ku mêjiyê mirov 7 saniya berê ku insan dest bi kareke bike yan jî qerara encama karekê bide dizane ku mirove vê çi karî bike.
Lêkolîneran bi teknika MRI:ê dest bi lêkolînê li ser mêjiyê hinek mirovan kirin, piþtre jî ji van xwastin ku pê li piþkokekê bikin, lê nedizanîn ku ev mirov vê bi kîjan destî li ser piþkokan bitikînin. Piþtre jî funksiyona mêjî ya di dema qerarê de hatin xwandin û lêkolîn.Piþtî lêkolînan diyar bû ku mêjî 7 saniya berî ku mirov qerar bidin ka bi destê rastê yan jî bi destê çepê li ser piþkoka ku ji van re gortibûn bitikînin biryar dabû. Ev yek bû sedem ku insan monaqiþeya ”Iradeya Azad” ji nûve bîne rojevê.Prof. John Dylan Haynes ku vê lêkolîne birêve dibe dibeje ku ev azmayiþ(lêkolîn) tenê di dema ku qerara ”ya rastê , yan jî ya çepê” tê dayîn pêk hatiye. Navbirî got ku van hê ti encam li ser qerarên mezin bi dest nexistine.

|