|
Artêþa Îranê Isarîl tehdîd kir! |
|
|
Tuesday, 15 April 2008 |
Cîgirê fermandarê artêþa Komara Islamî ya Îranê roja Sêþemiyê tehdîd kir ku eger Israîl bixwaze êriþî Îranê bike, Îran vê vî welatî li ser rûyê erdê rake.
General Mohemmed Riza Aþtiyanî di civîneke çapemeniyê de ku bi mebesta roja Artêþê lidar xistibû got:”Temrîna nizamî ya Israîlê ji bo me girîng nîne û me elaqedar nake lê eger Israîl bixwaze êriþî ser Komara Islamî ya Îranê bike ev dê ser rûyê dunyayê nemîne”.
Hêjayî gotinê ye ku ev daxûyaniyên Îranê çend rojan piþtî vê tên ku rayedarên Israîlî heman tehdîd di derbarê Îranê de kiri bûn. Binyamîn Bin-Ilîzêr, wezîrê karên bingehsaziya netewî ya Israîlê hefteya çûyî goti bû: Êriþek ji aliyê Îranê ve li dijî Israîlê vê bibe sedema kiriyareke tund ji aliyê Israîlê û ev yek jî vê netewe ya Îranê ji holê rake”.
Îran û Israîl ji dema þoreþa gelên Îranê û vir de wek du dijminên ser hiþk li dijî yek ravestane û di van du salên daviyê de Mehmûd Ehmedî Nijad serok komarê Îranê ragehandiye ku divê Israîl ji ser nexþeyê dunyayê rabe.

|