|
Artźža Īranź Isarīl tehdīd kir! |
|
|
Tuesday, 15 April 2008 |
Cîgirê fermandarê artêža Komara Islamî ya Îranê roja Sêžemiyê tehdîd kir ku eger Israîl bixwaze êrižî Îranê bike, Îran vê vî welatî li ser rûyê erdê rake.
General Mohemmed Riza Ažtiyanî di civîneke çapemeniyê de ku bi mebesta roja Artêžê lidar xistibû got:”Temrîna nizamî ya Israîlê ji bo me girîng nîne û me elaqedar nake lê eger Israîl bixwaze êrižî ser Komara Islamî ya Îranê bike ev dê ser rûyê dunyayê nemîne”.
Hêjayî gotinê ye ku ev daxûyaniyên Îranê çend rojan pižtî vê tên ku rayedarên Israîlî heman tehdîd di derbarê Îranê de kiri bûn. Binyamîn Bin-Ilîzêr, wezîrê karên bingehsaziya netewî ya Israîlê hefteya çûyî goti bû: Êrižek ji aliyê Îranê ve li dijî Israîlê vê bibe sedema kiriyareke tund ji aliyê Israîlê û ev yek jî vê netewe ya Îranê ji holê rake”.
Îran û Israîl ji dema žoreža gelên Îranê û vir de wek du dijminên ser hižk li dijî yek ravestane û di van du salên daviyê de Mehmûd Ehmedî Nijad serok komarê Îranê ragehandiye ku divê Israîl ji ser nexžeyê dunyayê rabe.

|