|
Wednesday, 16 April 2008 |
Li paytexta Yemenê Senaa yê keçeke 8 salî bi zora babê xwe bi keseke 30 salî re zevicî. Nucûd Mohemmed Nasir ku hêžta zorok e bi Miohemmed Mohemmed Salih re zevicî bû. Ev zaroka 8 salî ku pižtî zevacê ji aliyê mêrê xwe ve dihate ižkence kirin, bab û mêrê xwe da dadgehê û doza hevduberdanê kir.
Pižtî serkeftinê bîvejina 8 salî ji rojnamevana re got: “Ez ji vê yekê gellek keyfxwežim ku em li hev cuda bûne. Ezê bižêm dîsa biçim dibistanê”.
Keça 8 salî li dadgehê got, babê ew bi zorê bi Mihemed Mihemed Salih re zewicand û herwiha got ku du mehan berî niha ez mahr kirim.Heta 18 saliya xwe qerar bû ez li mala babê xwe bimînim, lê pižtî hefteyekê dayîk û babê min ez žandim mala mêrê min.”
Keçikê got, mêrê wî her roj li wê dide û bi zorê bi awayekî hovane seksê pêre dike, pižt re jî careke din wê ižkence dike.Nucûd ji bab, dayîk û apê xwe xwestiye da ku wê ji zilma mêrê wê xelas kin lê xizmên wê daxwaza wê qebûl nekirine, ew jî neçar maye bi rêya parêzerekê serî li dadgehê bide.
Lê belê zagona Yemenê li gora xala 15:ê maf dide babekî ku keç û kurê xwe bi gor dilê xwe bizevicîne. Hinek cîran dibêjn, mêrê niha yê Nucûd, berî ku bi wê re bizewice tecawizî wê kiribû, bab jî mecbûr bûbû ku wê pêre bizewicîne.

|