|
Xwarina vîtamînan jiyê mirov kurt dike! |
|
|
Thursday, 17 April 2008 |
Lêkolôneran vê yekê red dikin ku hinek tevakerên vîtamînan ji bo tendurustiya mirovan baþin û huþyar kirin ku ev dikarin ji bo silametiya mirovan xeter bin.
Encamên 67 lêkolînên cuda cuda li ser xwarina tevakerên(mokemmel) vîtamînan nîþan daye ku xwarina Antî-Oksîdana ne tenê nabe sedema dirêjiya jiya mirovan belku di gelek cihan de dikare bibe sedema mirina pêþvext.
Lêkolînerên zanîngeha Kopenhagê li Danmarkê dibêjin ku xwarina tevakerên vîtamînên A û Î di pêvajoya xwezayî ya sîstema parastina bedenî modaxilê dike. Li gor gotina van lêkolînerane xwarina vîtamînên Beta-Karoten, vitamîn A û vîtamîn Î levre jî ihtimala mirinê zêde dike.
Ji blî van tevakerên vîtamînan lêkolîneran her wiha navê vîtamîn C û Celenium jî di raporta xwe de eþkere kirina ku dikare bibe sedema mirina pêþvext.Pêþtir va dihate baver kirin ku ev tevakerene xasiyetên xwe yên Anti-Oksidanî pêþgîriya xirabûna sellûlên bedeni dikin.
Di vê lêkolînê de ku li ser 233 hezar kesên sax û nexweþ ku van tevakerên vîtamîna dixwarin hatiye kirin diyar dibe ku xwarina tevakerên vîtamîn A, ji sedî þanzde, Beta-Karoten ji sedî heft û vîtamîn Î jî ji sedî 4 xetera mirinê zêdetir dike.

|