Friday, 16 May 2008
Destpźk arrow Nivīsar arrow Helbestvan Kamran Simo: Kurd ū cuhu mutefīkźn xwezayī ne
Helbestvan Kamran Simo: Kurd ū cuhu mutefīkźn xwezayī ne Çapkirin
Friday, 18 April 2008

kamran_simo.jpgGabar Çiyan

Çanda cuhuwan li Rojhilata Navîn yek ji wan çandên têra xwe kevnare, dewlemend û esîl e. Mîna çanda kurdî, mafê parastin û pêžxistina çanda cuhuwa li ser xaka wan, mafekî pîroz e.

Pir ežkereye, ku dewletên cînar bi cuhuwan re ne dost in. Helwêsta ereban û Îranê li dijî Îsraîlê diyar e. Têkiliyên Tirkiyê hinekî bažtir xuyanî dike. Lê divê neyê jibîrkirin ku, têkiliyên dewletî, hinek caran têr nakin ku bibin navgîn/pir di nav çandên cewaz de. Gelê tirk jî, mîna ereb û farisan ne dostên îsraîliya ne.
Dewletên ku Kurdistanê dagir kirine û welatên cînar jî bi kurda re zêde ne dost in. Di bin navê îslamiyetê de zilmê li kurdan dikin, kurdan dikujin.
Li rojhilata navîn, kurd û îsraîlî du gelên dost, nêz û mutefîkên xwezayî ne.

Lê mixabin e ku, dostanî û têkiliyên mutefîkî zêde berepêž neçûne. Rêveberiya kurd li bažurê welêt têkiliyên xwe yên dostanî bi Îsraîlê re hebû. Dikare ev têkilî îro xurtir bûbe.
Li bakur, çepîtiyê, zêde rê nedaye qalkirina têkiliyên dostaniyê. Ji bo mutefîkiyê gav avêtin nehatiye rojeva me. Lê nivîskar û siyasetvanê nasdar Yažar Kaya di rêzenivîsek xwe de bi dirêjahî qala dostanî û têkiliya herdu gelan dike. Ew, qala vexwendina xwe bo îsraîlê dike. Bi erênî nêzî pirsê dibe...

Ji bo têkiliya kurd û cuhuwan, Ronakbîrê Hêja Dr. Ismail Bežikçî di xebata xwe ya li ser ronakbîrên kurdan de wisa dibêje:

"Li Rojhilata Navîn, ji bo avakirina dewleta cuhuwa, têkožîna ku cihuwan ji bo rizgariyê pêžve xistibû, mijarek giring e û divê bê xwendin. Têkožîna wan bi kowalîsyonekî pêž ketibû. Gelek fikrên cewaz mecal bidestxistibûn ku cihên xwe di tekožînê de bigirin. Nasdarên mîna Weizmann, Ben Gruon, Golda Meir, Menahem Begin di gel xet û pižtgirên xwe cihên xwe girtibûn. Dema 14 ê gulana 1948 an de, dewleta îsraîlê serxwebûna xwe bi dest xist, kesên hetin ser hikum ji vê kowalîsyonê hatibûn hilbijartin. Rola wan di avakirina dewletek demokratîk de û ji bo pêžxistina demokrasiya li îsraîlê pir mezin e (...)
Çi fêde û sudên xwe tune ye ku, Gelê Kurd têkeve bin bandora žovenîzma ereban û bi hîsên neyartiyê nêzî yahudiyan bibin. Divê Kurd bi civata Yahudiyan re têkiliyên dostane/ germ deynin. Pêwîst e kurd rastiya li îsraîlê, dezgehên wan yên demokratîk bibînin.

Civata Yahudiyan li Rojhilata navîn mutefîkên xwezayî yên kurda ne. Pêwîst e kurd, li ser peyva welatên cînar (faris, turk, ereb) "biratiya  îslamî" careke din bi žêweyekî cidî bifikirin û wê biratiyê bidin ber mêzênê, rastiya wê bipîvin."

Dostaniya kurd û cuhuwan pirsek giring e. Me pirs bi ronakbîrên kurdan re kir mijara niqažê. Me dîtina kurdên cuhu, an jî cuhuwên Kurdistanê girt. Em ê wan dîtinên dewlemend yek bi yek bi we re pay bikin.
Di vê hevpeyvînê de me dîtina helbestvanê kurd Kamran Simo girt û wî dîtina xwe li ser pirsê anî zimên.

- Di nava kurdan de qala cuhuwan zêde nayê kirin. Çi ma?
Kamran Simo: Di dîrokê de di navbêra herdu miletan de zêde pirsgirêk çênebûne. Mirov dikare bêhtir qala dostaniya wan bike. Ez sedema neqalnekirina îro bi du sedeman ve girê didim:  
- Em ne bi îdeolojiyên kurdewarî nezî pirsê dibin. Em di bin bandora ola îslamî de, bi çavê ereban û welatên ku îslamê ji xwe re dike navgîn, li wan meyze dikin, yan jî ji awira çepîtiyê, bi nirxandinên çepîtiya klasîk û qalibên ji derve hatine amadekirîn, li wan dinêrin…

- - Têkiliyên dîrokî çawa ne?
- K. Simo: Berî zayînê, hejmarek bilind ji yahudiyan ji aliyê Imparatoriya Asuriyan tên hêsîrkirin û sirgonkirin. Wan li aliyê Nînovayê bi cî dikin. Dema di 612 an de Med li hemberî Imparatoriya Asuriyan serdikeve, cuhuwên sirgonkirî azadiya xwe bidest dixînin. Têkiliyên herdu gelan hetanî sala 1960 î pir bi erênî li Kurdistanê domand. Pažê bežek ji wan barkirin û li Îsraîlê bi cî bûn. Lê barkirina wan, bi dilxwaziya wan pêk hat.
 
- Li aliyê din, gelek pêxeberên wan, anku bavpîrên wan yên pîroz gorên xwe li Kurdistanê hene, Hz. Eyup, Hz. Ishak. Anjî bavê hemu pêxemberên hersê olên mezin, Hz. Ibrahîm ji welatê me ye.

- - Çi sedem, me mecbur dikin ku em nêzî hev bibin?
K. Simo: Herdu milet îro jî di bin gef û tehdîtên welatên cînar de ne. Xwestina tunekirina wan her roj bi beyanên rêvebirên fermî û nefermî yên welatên cînar tê rojevê. Di eslê xwe de Kurd û Cuhu mutefîkên hev yên xwezayî ne. Mecbur in nêzî hev bibin, têkiliyên xwe xurt bikin.

- -  Tu bêhtir bi edebiyatê dadikeve. Rola edebiyatê ji bo nêzîkirina gelan çi ye?
- K. Simo: Rola edebiyatê mezin e. Edebiyat di nava civatê de berê xwe dide çînên cewaz. Ez bi xwe jî, bi nivîsên xwe teref im. Aliyekî, dîtinekî diparêzim. Bi helbestên xwe ažtiyê dixwazim...

- Edebiyat di navbêra gelan de piran ava dike. Di vê rêyê de edebiyata gelan pêrgî hev dibe û bandora xwe li hev dike. Ji bo ku kurd û cuhu hev fêm bikin, rola wergêrê mezin e. Wergerandina berhemên nivîskarên yahudî ji bo kurdî û yên me bo ibranî karek giring e, divê bê kirin.
- Mixabine e ku karên wisa giring di nav me de heta niha pêk nehatine. Kurdî hêdî hêdî berhemên xwe yên edebî zêde dibe. Divê em berhemên wan wergerînin kurdî. Her wisa nivîskarê wan jî nimuneyên ji edebiyata kurdî wergerînin ibranî da ku em li hev nêzîk bibin. Xwendina berheman û nasîna nivîskaran bi zimanê erebî, tirkî û farisî divê bi dawî were.
- Ji bilî vê, divê çalakiyên hevbež ji awira žano, sînema û muzîkê bê kirin. Dema gavên wisa bê avêtin, qonaxa nêzîkbûnê dê kurtir bibe.

- - Mirov di helbestên te de žopa êž û žadiyên gelê cuhu çiqasî dibîne?
- K. Simo: Belê. Ji bo ku ez ji rojhilata navîn im, ez, li gorî hêza xwe êž, žadî û dîroka herêmê di helbestên xwe bi cî dikim.. Rast e ez kurd im. Lê ez li ber çîrokên Tewrat, Zebur, Incil û Quranê mezin bûm. Çawa ku di helbestên min de xirbeyên Hatuža û Hamadanê heye, dîwarê giriyê Qudusê û xirbeyên sînagokên li Kurdistanê jî heye. Bê çawa êž û azarê Helebce di helbestên min de heye, girî û feryadên li kampên Naziyan yên dayikên yahudiyan jî cihê xwe digire.

 Li ser xirbehê sînagoka
 Bêdengiya Hatuža Digirîm...

- Ez ê peyvekî bêjim û bersivekî kurd ji te bixwazim.
- Kampên Naziyan...
- K. Simo: Odên gazê û qetilkirinan yahudiyan…

- - Lalež..
- K. Simo:  Qiblegeha kurda

- Dostanî…
K. Simko: Bawerî…

- Dîwarê Girî
K. Simko: Hahamên digirîn

Kamran Simo Hedilî kî ye
Hedilî, di sibata 1955 de li gundê Hedilê ya bi ser navça Hezexê hate dinyayê. Di zaroktiya xwe de mala xwe bar dikin bajarê Batmanê. Di temenê ciwaniyê de dikevê nav tevgera azadiya Kurdistanê. Ji terefî dewlata tirk ve, du caran tê girtin. Di cunta eskerî ya 12.10. 1980 de bi hevalên xwe re derbasî Rojavayî Kurdistan û Lubnanê dibe. Xabata xwe li Rojavayê Kurdistanê didomîne, li wir jî ji terefî dewlata Surî ve têgirtin. Di amadekarî û xabata 15 ê tebaxa 1984 an a çekdarî de ji nû ve di nav tevgerkirina gel li Bakurê Kurdistanê cihê xwe digire. Li Rojhilatê Kurdistanê ji terefî dewlata Iranê ve jî tê girtin. Kamran Simo Hedilî, li her çar parçên Kurdistanê, hem di nav xabata tevgerkirina gel de û hem di nav xabata artê‏ê de cihê xwe digire. Ji 1982 ve dinivîse, pêž‏î bi tirkî dinivîsî. Pi‏žtre bi kurdî dest bi nivîsandinê kir. Bi kurdî kurteçîrok, helbest, destan û lêkolînên wî di rojname, kovar û malperan de hatine we‏žandin. Kamran Simo Hedilî, endamê Pena Kurd a navnetewî ye. Vêga di rêvebariya Instutyiya Kurdî li Stockholm xabata xwe didomîne. Çar pirtûkên wî yên çapbûyî hene: Lorîna pênûsê, helbest, Civata giyanan, kurteçîrok, Ji Enfalê ‏eveke bêsibe, destan, Min deng ku‏tin, helbest. Du pirtûkên wî li ber çapêne: Helbest çi ye? Lêkolîn li ser danasîna helbestê û Kîjan kulîlk çavên te ne?
Zarathustra News

Şirove (0)add comment

Şirovenivîsîn
kûşketir | mezintir

busy
 
< Paşve   Pêşve >

Herī zźde sirovekirī

 

Lźgerīn

 
 

Chat

Žiroveyźn nū

Kurdī di nav līsteya...
Hevalen xebatkar , Reza tirki 26 e , ne 25 . Ev n...
Źrīžek ji ya Oramarź...
Biji Kurd Biji Kurdistan Biji HPG Biji PJAK Her ...
PJAK-ĪRAN
Eré min ji bihist ku sher cibo ye. ema : navé ci...
Merasima Rźzgirtina ...
Ez shehid buna endame chapemeniya PJAKe je malbeta...
Jina azad, garantiya...
ez je selmas sepas je we de re