| Ji Lalež Qaso pirtūkek zarokan:ABC Kurdī |
|
| Friday, 18 April 2008 | |
Nivîskar Lalež Qaso bêhtir bi roman û makaleyên xwe tê nasîn. Lê xebata wî ya dawiyê, ABC Kurdî, ji bo perwerdekirina zarokan bi žêweyekî pedagojîk hatiye amadekirin. Zarokên 9-13 salî dikarin jê sudan wergirin.
Xebata ABC Kurdî bi diyalektê kurmancî hatiye amadekirin. 65 rûpel e û di nava wežanên Pelda de, li Stockholmê derket. Di xebatê de hejmarek bilind wêne hene. Hejmara wêneyên hatine bikaranîn zêdeyî 400 î ne. Wêne rengîn in û bi pirs û miftokên xwe sempatiya zarokan bidest dixînin. Ji bilî rêziman, zaniyariya li ser navê rengan, navê endamên malbatekî, sal û demsalan pir dewlemend e. Ji demsalên Swêdê û Kurdistanê nimune têne dayîn. Her wisa ji awira matematîkê ve çend rûpel hatiye veqetandin. Nimune bêhtir li ser komkirinê (+) ne û alîkariya zarokan dike ku, bersivan pirsan bidin. Pirtûk, bi 10 xaçepirsan û mijarên cewaz kêžara xwe zêde dibe û zarokan bi xwe ve girê dide. Giraniya xwe li ser pirsên matematîkê ne. Di pirtûkê de, cihê balkêž zaniyariyên li ser Kurd û Kurdistanê ne. Zarok bi vê xebatê, welatê xwe û nasnameya xwe bažtir nas dikin. Hejmarek bilind ji bajarên Kurdistanê li ser nexžeya Kurdistanê cî digire ji bo ku zarok welatê xwe bažtir nas bikin. Pirtûk rengîn e, bi zaniyariyên piralî hatiye barkirin. Bêhtir ji bo zarokên Swêdê û Ewropayê hatiye amadekirin. Pêwîst e ev xebata hêja li ber destê zarokên kurda hebe. Kesên bixwazin vê xebata hêja bi dest bixînin, dikarin bi vê navnîžanê re têkiliyê deynin: Ev navnîşana e-mailê li hember spam bot-an tê parastin, ji bo dîtinê divê Javascript vekirî be Zarathustra News – Ev navnîşana e-mailê li hember spam bot-an tê parastin, ji bo dîtinê divê Javascript vekirî be Şirove (0)
![]() Şirovenivîsîn
|
| Pêşve > |
|---|
Nūēeyźn dawīyź
Popular
Herī zźde sirovekirī
Herī zźde žirovekirī
- Ēima
(15 comments) - Xwarina vītamīnan jiyź mirov kurt dike!
(2 comments) - Bījina 8 salī!
(2 comments) - "Li bažūr tenź gerek soranī bź xwandin!"
(2 comments) - Li Urmiye rź nedan Kurdan biēne Parlemanź!
(2 comments)



Nivîskar Lalež Qaso bêhtir bi roman û makaleyên xwe tê nasîn. Lê xebata wî ya dawiyê, ABC Kurdî, ji bo perwerdekirina zarokan bi žêweyekî pedagojîk hatiye amadekirin. Zarokên 9-13 salî dikarin jê sudan wergirin.
