Saturday, 17 May 2008
Destpźk arrow Magazīn arrow Ji Lalež Qaso pirtūkek zarokan:ABC Kurdī
Ji Lalež Qaso pirtūkek zarokan:ABC Kurdī Çapkirin
Friday, 18 April 2008
abc_kurdi.jpgNivîskar Lalež Qaso bêhtir bi roman û makaleyên xwe tê nasîn. Lê xebata wî ya dawiyê, ABC Kurdî, ji bo perwerdekirina zarokan bi žêweyekî pedagojîk hatiye amadekirin. Zarokên 9-13 salî dikarin jê sudan wergirin.

Xebata ABC Kurdî bi diyalektê kurmancî hatiye amadekirin. 65 rûpel e û di nava wežanên Pelda de, li Stockholmê derket. Di xebatê de hejmarek bilind wêne hene. Hejmara wêneyên hatine bikaranîn zêdeyî 400 î ne. Wêne rengîn in û bi pirs û miftokên xwe sempatiya zarokan bidest dixînin.

Ji bilî rêziman, zaniyariya li ser navê rengan, navê endamên malbatekî, sal û demsalan pir dewlemend e. Ji demsalên Swêdê û Kurdistanê nimune têne dayîn. Her wisa ji awira matematîkê ve çend rûpel hatiye veqetandin. Nimune bêhtir li ser komkirinê (+) ne û alîkariya zarokan dike ku, bersivan pirsan bidin.

Pirtûk, bi 10 xaçepirsan û mijarên cewaz kêžara xwe zêde dibe û zarokan bi xwe ve girê dide. Giraniya xwe li ser pirsên matematîkê ne.

Di pirtûkê de, cihê balkêž zaniyariyên li ser Kurd û Kurdistanê ne. Zarok bi vê xebatê, welatê xwe û nasnameya xwe bažtir nas dikin. Hejmarek bilind ji bajarên Kurdistanê li ser nexžeya Kurdistanê cî digire ji bo ku zarok welatê xwe bažtir nas bikin.

Pirtûk rengîn e, bi zaniyariyên piralî hatiye barkirin. Bêhtir ji bo zarokên Swêdê û Ewropayê hatiye amadekirin. Pêwîst e ev xebata hêja li ber destê zarokên kurda hebe. Kesên bixwazin vê xebata hêja bi dest bixînin, dikarin bi vê navnîžanê re têkiliyê deynin: Ev navnîşana e-mailê li hember spam bot-an tê parastin, ji bo dîtinê divê Javascript vekirî be

Zarathustra News – Ev navnîşana e-mailê li hember spam bot-an tê parastin, ji bo dîtinê divê Javascript vekirî be

Şirove (0)add comment

Şirovenivîsîn
kûşketir | mezintir

busy
 
Pêşve >

Herī zźde sirovekirī

 

Lźgerīn

 
 

Chat

Žiroveyźn nū

Kurdī di nav līsteya...
Hevalen xebatkar , Reza tirki 26 e , ne 25 . Ev n...
Źrīžek ji ya Oramarź...
Biji Kurd Biji Kurdistan Biji HPG Biji PJAK Her ...
PJAK-ĪRAN
Eré min ji bihist ku sher cibo ye. ema : navé ci...
Merasima Rźzgirtina ...
Ez shehid buna endame chapemeniya PJAKe je malbeta...
Jina azad, garantiya...
ez je selmas sepas je we de re