|
86 kîlo heroîn li Urmiyê hate girtin |
|
|
Saturday, 19 April 2008 |
|
Serokê polîsê Maddeyên Bêhoþker(Narkotîk) yê Urmiyê got: Bareke mezin yê heroînê bi giraniya 86 kîlogireman li Urmiyê hatiye girtin.
Serheng Qasim Reþîd-Nijad roja Pêncþemiyê di gotûbêja xwe ya di gel çapemeniyê de zêde kir: Ev barê heroînê ji aliyê bandeke mezin ve ji rojhelatê Îranê hatiye barkirin û anîne Urmiyê.
Vî got ku çar kes hatine girtin û du maþîn jî ketine destê polîsî. Reþîd-Nijad her wiha got: ev du meh bûn ku em li dû vê bandê de bûne heta ku ev bi barê xwe ve ketin nav Urmiyê.
Polisê narkotîkê li Urmiyê got ku van kesane dixwast ku nîvê vî barê xwe rêkene derveyî welat û nîvê din jî di nav gelê Urmiyê de belav kin. Polîsî herwiha lê zêde kir ku perpirsên sereke yê vê bandê li derveyî welat in û me bi rêya Polîsê Navneteweyî(Înterpol) daxwaza lêgerîna van kesan kiriye.
Reþî-Nijadî got: ji destpêka îsal heta niha 146 kg maddeyên bêhoþker li herêmê hatiye girtin ku ev li gor sala borî ji sedî 265 zêdetir bûye.

|