Friday, 16 May 2008
Destpźk arrow Nivīsar arrow AKP ū Konseya Ewropayź
AKP ū Konseya Ewropayź Çapkirin
Monday, 21 April 2008

vesikali-16.10.2007-.jpgHefteya borî li bajarê Strasbourgê Civata Gižtî ya Konseya Ewropayê (KE) pêkhat. Ji Tirkiyeyê delegasyonekê ji 12 parlamenteran pêk tê hatibû vê civatê. 8 ji van parlamenteran endamên AKP’ê bûn, 2 yên CHP û du jî yên MHP’ê bûn. DTP di nava delegasyona Tirkiyeyê de nayê temsîlkirin. Ev jî bêedaletiya parlamentoya Tirkiyeyê ye.

Roja 14’ê Nîsanê, dema ku civatê dest pê kir, serokê Konseya Ewropayê birêz Luis Maria de Puig di axiftina xwe a vekirinê de balê kižand ser mijara doza AKP û, bi awayekî ažkere got pêwîste Tirkiye li gorî krîterên Konseya Ewropayê tevbigere. Ev axiftin bala pir derdorên siyasî û endamên çapemeniyê kižand ser rewža Tirkiyeyê.

 

Ji roja destpêka civata gižtî žûn de di çapemeniya tirk de deklarasyona hevbež ya Konseya Ewropayê, a derbarê doza AKP’ê de hate niqažkirin. Li gorî agahiyan dê heman deklarasyon ji aliyê serokên komên siyasî ve hatibûya îmzekirin.

 

Min jî vê civata gižtî ji nêz ve žopand. Ez weke rojnamevan li wê derê nebûm, lê belê bi nêzîkatiyekê dîplomatîk û her wiha nivîskariyê min ji pir aliyan agahî girt. Li gorî parlamenterên CHP, MHP û hin bûrokratên delegasyona tirkan, nêrîna vê deklarasyonê ji aliyê parlamenterên AKP’ê ve derketiye holê û ji serokê Konseya Ewropayê û yên komên siyasî re hatiye pêžniyarkirin. Lewre agahiya vê deklarasyonê li Tirkiyeyê dengekê mezin derxist û bû sedemê rexneyên muxalefetê.

 

Belê, kurt û kinasî ez dibêjim daxwaza ji bo wê deklarasyonê ji aliyê serokê delegasyona tirkan Mevlût Cavužoglu ve hatibû kirin. Cavužoglu parlamenterê AKP’ê ye. Kes nikare bêje wî heman pêžniyarê li gorî nêrîna xwe û bi înisyatîfa xwe a žexsî kir. Heman bûyer bi biryara navenda AKP’ê hatiye kirin. Divê raya gižtî vê rastiyê baž bizanibe. Çawa ku di salên 1992 û 1993’an de li Strasbourgê Abdullah Gul karê lobiyê ji bo Partiya Refahê dimežand, îro jî Mevlût Cavužoglu û hevalên wî heman karî dimežînin. Tenê cudahiyekê heye ; wê demê Partiya Refahê di muxalefetê de bû, îro jî AKP li îxtidarê ye. Lê belê ji ber ku li Tirkiyeyê mentalîte nehatiye guherttin lewre rêbazên mežandina karê partiyên siyasî cuda nabe.

 

* * * *

 

Hefteya borî serokê PÇDK birêz Dr. Faik Gulpî jî li Strasbourgê bû. Her wiha birêz Gulpî endamê KNK’ê ye. Rojên 16 û 17’yê Nîsanê de min û wî pir rayedarên Konseya Ewropayê dît. Bi gižtî derbarê rewža kurdan de, taybetî jî derbarê rewža li bažûrê Kurdistanê, me pir agahî da rayedarên komên siyasî ên li KE’yê. Ev cara yekeme ku serokê partiyekê Bažûrê Kurdistanê hate vê saziya Ewropî. Lewre bala parlamenterên cur be cur welatan kižiya ser hevdîtinên me. Çendî Îrak endamê KE’yê nebe jî heman sazî bi rewža vî welatî re eleqadare. Ez wisa bawerim, bi vê hatina birêz Gulpî êdî komên siyasî ên KE’yê wê zêdetir bi Bažûrê Kurdistanê re eleqadarbin.

  Ahmet DERE / 19.04.2008
Şirove (0)add comment

Şirovenivîsîn
kûşketir | mezintir

busy
 
< Paşve   Pêşve >

Herī zźde sirovekirī

 

Lźgerīn

 
 

Chat

Žiroveyźn nū

Kurdī di nav līsteya...
Hevalen xebatkar , Reza tirki 26 e , ne 25 . Ev n...
Źrīžek ji ya Oramarź...
Biji Kurd Biji Kurdistan Biji HPG Biji PJAK Her ...
PJAK-ĪRAN
Eré min ji bihist ku sher cibo ye. ema : navé ci...
Merasima Rźzgirtina ...
Ez shehid buna endame chapemeniya PJAKe je malbeta...
Jina azad, garantiya...
ez je selmas sepas je we de re