Friday, 16 May 2008
Destpźk arrow Nivīsar arrow Pirtūk bo her mirovekī
Pirtūk bo her mirovekī Çapkirin
Monday, 21 April 2008
cankurd.jpgPêdiviya nivîskarê Europî bi karekî dî tune ye, ew bi bihayê pirtûkên xwe dikare baž bijî, lora ku gelek kes li Europa pirtûkan distînin, hem wan dixwênin û hem jî di malên xwe de wan diparizin û hiltînin. Pirtûkxane û firožgahên pirtûkan ne kêmtirin ji dermanxaneyan. Di tirênê de, di firokê de, li xistexaneyê, li mal û li her derekê, Europî pirtûka xwe derdixîne û dixwêne…Mixabin, em ne wilo ne… Ez diho derbas bûm hindirê firožgahek mezin a pirtûkan, ku ji xwe re pirtûka Franz Werfel40 rojên Li Mûsa Daģhê“ bistînim. Ew nivîskar ji zû ve mirî ye û pirtûka wî jî kevine, lew re wê ne asan be, ku mirov wê bi zûkî bi dest xîne. Ez çûm ba xanimekê, ku berpirsa agahdariyê bû û min navê pirtûkê jê re lêvkir, ji min pirsiya, ka navê nivîskar çiye, mixabin, di wê lêdanka demî de navê wî hêjayî nehate bîra min. Xanima çalak got:“Xem nake.“ Û bi zûkî navê wî, navê çapxaneya pirtûkê, jimareya zincîrkî ya çapê û bihayê pirtûkê, ji min re ji kompiyûtera xwe xwend…Wekî, li welêt, li vir jî, ez pir bi pey pirtûkan dikevim, û ji ber ku mala min a niha piçûk e, min gelek pirtûkên xwe xistibûn binzevînê malê, hinek jî li odeya xewê ne, û yên dî jî li odeya rûnižtinê ne…Mixabin, di zivistanê de gelek av ketibû binzevînê avahiya ku ez têde dijîm, û paž demek dereng ez lê hižyar bûm, ku gelek pirtûkên min žil bûne, û roj bi roj wan kufik girtine….Lê dîsa jî, li ba min pir pirtûkên hîn min nexwendine hene, û ez dibêjim:“Heger ez rojekê nexwênim, ezê nexwež bikevim.“ Hema ez çiqas dixwênim jî, ez dibînim, ku mirovê Europî hîn bêtir ji pirtûkan hezdike û wan dinirxîne…Li bajêrê ku ez lê dijîm, li Bonnê, hem di hindir avahiya žaredariyê de û hem jî li kolaneke fireh a bi gelek dar e, li Poppelsdorf Allee, pirtûkdanên ‚xîzane, dolabên‘ bi pirtûkan  dagirîne, hatine danîn, serbest û azadkirî ne, kî dixwaze dikare ji xwe re ji wan pirtûkan bibe, bixwêne û vegerîne, an jî tew venegerîne, û dikare bi xwe jî pirtûkan bîne, di wan pirtûkdanan de deyne, bo mirovên dî jî wan bistînin…Ev ramanek pir hêja ye, ku li bajêrên Kurdistanê jî, bi cîh bibe, da pirtûk di binzevînan de kufik negirin, an jî mirovên hejar jî kanibin, pirtûkên ji xwe hatîne xwendin bistînin, bixwênin an bibin mal, bo xwe û bo zarokên xwe…Lê ev ramana hêja, wê tenha bi serkeve, gava pirtûk li ba me jî, wekî li ba Europiyan, giranbiha û nirxbilind be...Hinde mirov jî hene, canê xwe wê bidin, hema nikanin pirtûkekê ji pirtûkên xwe bidin kesekî, eve jî astengiyekê li ber serbestkirin û jidestdana pirtûkan pêda dike. Divê em li Kurdistanê pirtûkê bidin hezkirin, divê mirovê kurd jî, wekî Europiyan, di ber karê xwe re, di çûnhata xwe de, û di mala xwe de, demekê ji temenê xwe bo xwendina pirtûkê bide…û divê em alîkariya wan mirovan bikin ku nikanin bo xwe û bo zarokên pirtûkan bistînin…Ew jî bi rêya pirtûkxaneyên serbest ên žaredariyan, ku Kurdên li Europa dagirtina wan hildin ser milên xwe…Zarathustra News – Ev navnîşana e-mailê li hember spam bot-an tê parastin, ji bo dîtinê divê Javascript vekirî be
Şirove (1)add comment
Eli Belxkanlu: ...
Ez u hevalen xwe li Zaningehen Tehrane daxwaza niviskaren soran ( kemalisten nu ) ji bo ji hole rakirina kurmanci li bashur bi tundi shermezar dikin . zimane me hebuna me ye . Dive le xwedi derkevin
1

report abuse
Nerast e
Rast e
April 22, 2008
Deng: +0

Şirovenivîsîn
kûşketir | mezintir

busy
 
< Paşve   Pêşve >

Herī zźde sirovekirī

 

Lźgerīn

 
 

Chat

Žiroveyźn nū

Kurdī di nav līsteya...
Hevalen xebatkar , Reza tirki 26 e , ne 25 . Ev n...
Źrīžek ji ya Oramarź...
Biji Kurd Biji Kurdistan Biji HPG Biji PJAK Her ...
PJAK-ĪRAN
Eré min ji bihist ku sher cibo ye. ema : navé ci...
Merasima Rźzgirtina ...
Ez shehid buna endame chapemeniya PJAKe je malbeta...
Jina azad, garantiya...
ez je selmas sepas je we de re