|
Clinton: Eger ez bibme Serokkomara Emerika, emê êriþî Îranê bikin! |
|
|
Tuesday, 22 April 2008 |
Hillary Clinton yek ji namzedên hilbijartinên serokkomariya DYE di demeke herî hessas ya milmilanê ya hilbijartinan de bi avayeke dijvar dewleta Îranê hiþyar kir. Clintonê di axivtina xwe ya bo kanaleke televiziyonî de got ku eger ez serokkomara DYE:ê bim û di vê demê de Îran êriþeke etomî bibe ser Israîlê,emê êriþê bibin ser Îranê û bersiveke xurt bidin rayedarên Îranî.
Senator Clinton got ku Emerîka qodreta ji nav birina Îranê heye. Vê di rûn kirina vê tehdîda xwe de eþkere kir ku armanca vê ji van gotinane ev ku rê nede rayedarên Îranê ku karekî nedicîh, xeter û bêaqilane bikin.
Hillary Clinton di tevahiya dema milmilanê ya hilbijartinan de gotiye ku tecruba vê ya siyaseta derve ji senator Barack Obama zêdetir e. Tê hêvî kirin sen. Clinton ku ji bo bi serkevtina di hember sen. Obama milmilanê dike di hilbijartinên eyaleta Pennsylvania de bi ser keve.Li gor çavdêrên siyasî ji bo ku Hillary Clinton bikare kampaniya ya xwe ya hilbijartinan ser pêya bigre, pêvîste ku di vê eyaletê de bi avayekî xurt bi ser keve.
Nêzîkî 4 miliyon kesên dengdêr li Pennsylvania yê navê xwe nivîsîne. Pennsylvania eyaleta davî ya mezin e ku vê hilbijartinên destpêkê tê de bên kirin.
Hêjayî gotinê ye ku her çend Barack Obama ji aliyê hejmara nûner û hejmara dengên giþtî ji Clinton pêþtir e lê li hemû eyaletên mezin yên DYE:yê Hillary bi ser kevtiye.

|