|
10 girtiyên ji baþûrê Kurdistanê nayên berdan! |
|
|
Wednesday, 23 April 2008 |
Li gor agahiyên ku ji Rêxistina Mafê Mirovanê ya Kurdistanê (RMMK) belav bûye 10 hevwelatiyê baþûrê Kurdistanê ku bi sedema”Ketina neyasayî bo nav axa Îranê” mehkûmî 2 sal û nîv zîndanê bûne, ev çar sal û deh mehin ku bi sedemên nediyar di zîndana Recayî-Þehrê girtiyî ne û nayên serbest berdan.
Deh hevwelatiyên baþûrê Kurdistanê yên bi navên Ehmed Ebdullah Ehmed, Hesen Ebdulkerîm, Mohemmed Ezîz Ehmed, Amanc Ehmed Ebdullah, Yasir Ebdullah Ehmed, Mohsin Elî Hesen, Þivan Haris, Zana Ebdulmohemmed, Mohemmed Ebdulmohemmed û Ferhad Cemal Reþîd ev ç ar sal û deh mehin ku bi sedema katina neyasayî bo nav axa Îranê di zîndana Komara Islamî ya Îranê ne û her ç end zêdetir ji du salane ku ser mehkûmiyeta van derbas bûye jî lê ev bê sedem di girtîxanê de tên ragirtin û nayên serbest berdan.
Ev girtiyene ku niha di zîndana Recaî-Þehr a Kerecê de ne di dema van 4 sal û deh mehane da di zîndanên tek-kesî û giþtî yên Urmiyê, Sine û Êvînê de mane û heta niha mafên van nebûye ku bi xwe parêzeran bigrin û niha jî ji ber dûrbûna ji malbatê û rewþa xirab ya abûriya xwe bin zextê de ne.

|