|
"Israîl hazir e ku girên Golanê paþve bide Sûriyê!" |
|
|
Thursday, 24 April 2008 |
Ajansa ragehandinê ya Sûrî Champress di nûçeyeke xwe de ragehand ku Israîl hazir e ku li hember aþtiya bi vî welatî re girên Golanê paþve bide Sûriyê.Serokvezaretiya Israîlê ev yek red nekir û tenê got ku ev ti reaksiyonekê li dijî vê nûçeyê nîþan nadin.
Li gor vê ajansê ev nûçe ji aliyê serokvezîrê turk Recep Tayyip Erdoðan ve ji Serokdevletê Sûriyê, Beþar El- Esad re hatiye ragehandin.
Herviha rojnameya Al-Vatan jî ku nêzîkî devleta Esad e ragehandiye ku Erdoðani bi telefonê Beþar El-Esed ji vê yekê agahdar kiriye. Biryare ku serokvezîrê turk daviya vê hefteyê ji bo vekirina merasima ”li hevhatina abûrî” ya di navbera Turkiye û Sûriyê de biçe Demiþqê.
Israîl û Sûriye bi avayekî fermî di nava þer de ne û ji sala 1967:ê û êre ve girên Gulanê ku di nav axa Sûriyê de ne dagîr kiriye.
Davîtirîn rûniþtinên aþitiyê yên di navbera her du dewletan de di daviya sala 1999 heta meha yekê ya sala 2000 an de bû, ev rûniþtin ji ber li hevnekirina li ser girên Gukanê bê encam man.
Hêjayî gotinê ye ku Israîlê girên Gulanê ji sala 1981:ê û êre ve xistiye ser axa xwe, lê belê ev yek ji aliyê civaka navneteveyî ve nehatiye pejirandin.

|