Tê gotin ku rewşenbîr; ronahiya pêşeroj û wijdanê miletan e! Civak bi rewşenbîrên xwe bi pêşdikevin, demokratîktir dibin û şaristaniyan avadikin. Ti hêz nînin ku guhdarî rewşenbîran nekin û bê hêza wan rizgar bibin… Ji bo miletê Kurd jî girîngiya rewşenbîr û hunermandan, rol û berpisiyartiya wan hîn zêde ye. 

Kovara naskirî ya ziman ya fransî Le Français Dans Le Monde lîsteyekî li ser zimanên cîhanê yên herî bi bandor weşandiye û di nav vê lîsteyê de kovar, cî da zimanê kurdî jî. Li gor Kovarê li hember hemû qedexe û zextên li ser wê di nav bi hezaran zimanan de kurdî di rêze 31-ê de cîyê xwe girtiye. 
BERLÎN - Sînemaya kurdî bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû ye. Ji bo çareseriya pirsgirêkên sînemaya kurdî sînemagerên kurd hikûmeta başûrê Kurdistanê û saziyên kurd wek navnîşan nîşan dan. Sînemageran fikra ‘Avakirina stretejiyeke navendî’ parastin. 
