Hunermendê 'bilbilan' Aram Tîgran li Amedê ye. Em jî bi heyecanek mezin wekî bi milyonan hezkiriyên wî, ji roja xebera hatina wî derketî heta niha li bendê bûn. Ji ber ku gelek daxwazên ropartajê ji mamoste Tîgran hebûn, piştî xirecirek mezin û dirêj me karî em randevuyê bigirin.




