Gabar ÇiyanDi sala 1998 an de, xebata min ya rojnemaniyê li ser pirsên çandî û edebî pir alî didomiya. Wê demê kovara ”Cîhana Weşana” û ”Şano û Sînema” di bin rêvebiriya min de derdiket.
Ez gelek caran bi Nivîskarê navdar Mahmut Baksî re rûniştim. Li ser gelek mijaran hevpeyvîn û sohbetên me çêbûn. Lê hejmara 5 an ya ”Cîhana Weşanan” hejmarek taybetî bû. Giraniya wê, jiyan û berhemên Mahmut Baksî hemêz dikir. Wê demê me hevpeyvînek rengîn derêxist holê. Hevpeyvîn, bi mûnasebeta salvegera wefeta wî, di kovara ”W” de derketibû û em wê pêşkêşî wî dikin.
Min dixwest ku hûn qala biçûkantiya Mahmut Baksî bikin: Qala malbata xwe, aliyê dê û bav û jiyana te ya wê demê…
Mahmut Baksî: Ez di sala 1944 an de li aliyê Xerzan, li gundekî biçûk hatime dinyê. Aliyê bavê min zane û şêx, yê dayikê xwediyê gund û axa bûn. Ez di navbêra herdû çandên ne mîna hev de mezin bûm.
Dema li aliyê bavê xwe bûm, bêhtir bi edebiyat, helbest û felsefê dadiketim, wê xwezayê reng dida min. Li Hezzoyê (Kozluk) medreseyek me ya toreyî ku navendek zaniyariyê bû û rêvebirina wê, bi şêweyekî toreyî ji kesên zana derbasî yên din dibû, hebû. Rêvebirina wê ji aliyê bapîrêmin dihate kirin. Bi qasî 50 feqeyên wî hebû. Weke gelek herêmên Kurdistanê, bapîrê min jî beşek mezin ji pirtûkên olî wergerandibû Kurdî û perwerde bi Kurdî dibû. Bi vê rêyê rêbazên ola Îslamê dihate fêrkirin. Bi vê yekê, zimanê Kurdî jî li wir bi pêş diket. Mixabine ku komara Tirkiyê di salên 1950 de devê van medreseyan da girtin û perwerdeya li van deveran qedexe kir. Qedexeya li ser zimanê Kurdî zêdetir bû û vê yekê mecala perwerdeya bi zimanê kurdî ji holê rakir, û jiyana medreseyan ku bi qasî 300 salan domand, bi dawî hat.
Wextê diçûme serdana aliyê dayika xwe, jiyana ku di bin rêvebiriya axatiyê de bû bêhtir xuyanî dikir. Aliyê zilmiyê dihate dîtin. Lê aliyê wê yên erênî jî pir bûn. Ez di şevên dirêj de, bi çîrokbêj û dengbêjên Kurdan re bûm. Min ji kaniya wan, ku ji rengê ziman û çanda kurdî pêk dihat, av vedixwar. Ji wan, li ser dîroka gelê xwe, adet û toreyan fêrî gelek tiştan bûm. Di dema xwendina bilind de û dema nivîskartiya min de jî derket holê ku, bandora wan li berhemên min piralî bûye, li kurahiya rûhê min bûye. Wan zindîbûna kurdbûyina min xurtir kir û jiyanek kurdewarî dane min.
Ji me re qala du qonaxan, destpêka nivîskartiyê û sedemên derketina te ya derveyî welat bike…
Mahmut Baksî: Piştî xwendina bilind ya mamostetiyê (1956-1963) evîna min ya ji bo nivîsînê û edebiyatê berê min da destpêka karê nivîsînê. Ez li Êlihê (Batman) di rojnameya herêmî ”Batman Gazetesi” de bûm xwedî qûncik. Nivîsên min li dijî neheqiyê bûn. Paşê sîstema axatî û şêxîtiyê kete ber êrîşa min. Ji aliyekî, nivîsên min li dijî malbata min bûn. Bi vê yekê, berê dewletê û malbata min dikete dijî hev.
Li Kurdistanê gelek oldarên me, li ser bingeha çanda kurdî û bi zimanê kurdî feqe perwerde dikirin. Me bi çavê kesên paşverû li wan dinêrî. Axayên ku ji bo rizgariya welêt, li gelek herêmê Kurdan xizmet dikirin, fedekarî dikirin, ji ber pirsên çînayetiyê weke kesên gunehkar hatin nîşandan. Ev xeletî bû. Ez jî di navde, gelek ji xortên me yên pêşverû, wê demê di bin bandora çepîtiya tirkan de mabûn, û bêyî ku aliyên erênî bibînin, peyvên xelet gotin, dilê wan ji me ma. Divê em helwesta xwe ya demê rexne bikin, kêmasiyên xwe bipejirînin.
Helwestên çepîtî û şoreşgeriyê piştî demekê berê min da pirsa netewî. Min zilm û hovîtiya li ser gelê Kurd ji nêz ve şopand. Paşê, min xebata ji bo berjewendiyên gelê xwe ji xwe re kirek karek bingehîn. Di 1969 an de li Stenbolê pirtûka min ”Mezra Botan” ji çapê derket. Giraniya wê li ser Doza Kurdan bû, naveroka xwe zilma li ser kurdan, asîmîleya li ser me û paşverutiya civakî pêk dihat. Pirtûk ji aliyê weşanxaneya Dost ve hatibû çapkirin. Wê demê hêza DDKO xurt bû. Wan ji bo belavkirina wê bûne alîkar. Pirtûk ji aliyê dewletê ve hate qedexekirin. Têr nekir, min jî girtin. Piştî îşkence û îfedêdayînê bi ”Kurtçîtiyê” hatime fîşkirin. Belê ez ji aliyê Komara Tirkiyê ve hatibûm fîşkirin. Lê min herdem li mohra wan ya sebîqeya Kurdîtitiyê weke madalyonek şerefê ji xwe re pejirand. Ez pê serbilindbûm ku, paya min ”Kurtçîtî” ket. Paşê li ser daweya Şadî Dalkiliç ku komînistek tirkan bû, xebatek min derket. Ew jî hate qedexekirin.
Dewletê dixwest dengê min qût bike, rê li ber min bigire û 15 sal hepis ceze bike. Çûn û hatina dadgehê zêdetir dibû. Sala 1970 î de ez mecbûr mam ku derkevim derveyî welêt. Pêşî Berlînê û di sala 1971 î de derbasî Swêdê bûm.
Hetanî niha çend pirtûkên te û bi kîjan zimana derketine?
Mahmut Baksî: Hejmara pirtûkên hatine nivîsîn zêdeyî 20 an in. Bi zimanê Kurdî, Swêdî û Tirkî hatine nivîsîn. Beşek ji wan bûne Danîmarkî, Almanî, Ingilîzî, Holandî, Novêcî û Erebî.
Navê pirtûka te ya pêşî ku li derveyî welêt hate nivîsîn tê bîra te?
Mahmut Baksî: Rewşa azadiya li Swêdê mecal dabû min ku, ez pirtûka “Türkiyede Kürt Sorunu” binîvisînim. Min di vê xebatê de dîtina xwe bi giranî li ser dagirkirina Kurdistanê, zilma tê kirin û rêya serxwebûnê anîbû zimên. Xebat têra xwe balkêş bû.
Li ser pirsên bîyaniyan jî xebatên te çêbûn. Nivîs û pirtûkên te li swêdê deng dabûn. Ji kerema xwe re qala wê demê bike...
Mahmut Baksî: Pirtûkek min bi navê “Koleyên Biçûk” derketibû. Min tê de qalk kir, pêwîst e zarokên xerîban pêşî zimanên xwe baş fêr bibin. Paşê giraniyê bidin Swêdî.
Kesên ku peyva “Koleyên Biçûk” û nebûna koletiyê li Swêdê nedipejirandin pir hêrs dibûn. Paşê li ser pirsê lêkolîn hatin kirin. Dîtinên min rast derdiket. Ji ber ku zarok çiqasî zimanê dayika xwe baş zanîbe, ewqasî fêrbûna zimanên din jê re hêsantir e. Li gorî wan ez “pedagog” bûm. Lê ne wisa bû. Asîmîleya ku tirkan li Kurdistanê pêk dihanî ji min re bûbû bingeha vê dîtinê. Ev pirs û gelek pirsên din bûne sedem ku, Doza Kurdan li Swêdê bê nasîn. Weke mîsal, tavyên nivîsên ku di rojnameya “Afton Bladet” de belav dibûn, wisa bû. “Mahmut Baksî – Nivîskarê Kurd”.
Min ji xwe re kiribû aramnc ku navê Kurdan û Doza wan li Swêdê û Ewropayê belav bikim. Bicîanîna armancê ne hêsan bû. Lê ez bi sebir bûm û ji bo vê çi pêwîst ba, min dikir.
We di xebatek xwe de sîstema Swêdê jî rexne kiribû. Ji kerema xwe ra qala wê bikin...
Mahmut Baksî: Xebata min ya bi navê “Isveç Isveç Dedikleri” bi tirkî û Swêdî derketibû. Min tê de qala rûwê sergirtî yê demokrasiyê Swêdê dikir. Piştî belavkirina wê, gelek dezgeh û kesan xwestin ku min bê kar bihêlin û ji civatê îzole bikin. Lê ronakbîrên Swêdî li min xwedî derketin, kar dîtin û alîkariya min kirin.
We pirtûkek zarokan bi navê “Zarokên Ihsan” nivîsî. Paşê aliyê tirkan îdîayek belav kir ku, Kurdî ne zimanê xwendinê ye. Helwesta te ya wê demê çawa bûbû?
Mahmut Baksî: Divê mirov xebatên xwe di dema pêwîst be pêk bîne. Min ji zû ve dixwest pirtûkan ji bo zarokên Kurdan bivîsvisînim. Bibim tercumanê kûl û keserên wan. “Zarokên Ihsan” li ser vê fikrê di 1977 an de bi Kurdî û Swêdî hate nivîsîn. Ev pirtûk, li Ewropayê ji bo zarokan ya yekem e. Tê de qala jiyana zarokek Kurd li Swêdê dihate kirin.
Pirtûk bi kurdî bû, lê tiştê ecêp ew e ku, îdiyek belav bû ku, Kurdî ne zimanê xwendinê ye. Li ser van îdiayan, TV ya Swêdê li ser pirsê programek amade kir. Di studyoyê de zarokên Kurdan beşdar bûn. Zarokan pirtûk dixwend û yeskser werdigerand Kurdî. Me îdiayên wisa xirab û neteweperest pûç kir.
Paşê pirtûka min ya bi navê “Zozan” ji çapê derket. Zozan ji aliyê TV ya Swêdî kirin rêzefîlm. Bi wêeneyan weke çîrokên zarokan xwendin. Bû lîstika şanoyî. Swêdê bi wê lîstikê beşdarî musabeqeya Italyayê bû. Paşê bû fîlmek Kurdî. Mirov dikare bêje ku, ew fîlmê yekem yê Kurdî ye ku li derveyî welêt hate kişandin.
Di hevdîtinên me de, gelek caran te qalkir ku, tu di bin bandora çanda Suryaniyan de jî maye. Bi taybetî li ser wan xebatên we çêbûn an na?
Mahmut Baksî: Bi taybetî piştî salên 1981 î rexne li min dihate kirin ku, çima ez qala wan nakim. Suryanî li Herêmê, gelek bi qasî Kurdan kevnare ye. Ew jî mîna Kurdan li ber man û nemanê ne. Wezîfeya ronakbîriyê jî ew e ku mirov pirsgirêkên wisa bibîne û qal bike. Kurdistan çiqasî welatê Kurdan be, ewqasî welatê wan e.
Di rojnameya “Dagens Nyheter” de, di navbêra 1975-76 an li ser pirsê hejmarek nivîsên min belav bûn. Paşê ez çûm bajarê wan “Södertälje”yê. Min bi gelek kesan re axifî. Ji ber Kurdiya wan ya zelal ez matmayî mam. Pirtûka min “Hanna” wan dema bi Swêdî û tirkî derket.
Piştre 12 ê îlonê hat. Ez mecbûr mam ku giraniyê bidim rewşa welêt. Min pir dixwest ku li ser wan xebatên din jî bikim. Lê kesên li ser pirsê pispor dest avêtinê. Valabûna hebû bi rêya wan dihate dagirtin.
Qirkirina li Qamişlokê demekê ji te re bûbû mijarek giring. Ew bûyer çawa bûbû û te çi kir?
Mahmut Baksî: Di 12 çileya pêşîna 1980 î de, hêzên taybetî yê Komara Tirkiyê li derveyî sînorên xwe, li bajarê Qamişlo bi êrîşekî qirkirinek pêk anîbû. 16 kes ku di nav wan de xuşka min Necla Baksî jî hebû, hatibûn kûştin. Piştî bueyrê ez çûm Sûriyê. Li wir bi qasî 3 mehan mam. Min li wir lêklînek piralî pêk anî. Min wêneyên buyerê bidest xist. Paşê ez hatim Swêdê. Wêne di gelek rojnameyên cîhanê de belav bûn. Cuntaya leşkerî ya 12 îlonê bi saya wan wêneyan darbeyek mezin xwar. Min, li ser bingeha lêkolîn, û hevpeyvînên hatine kirin û wêneyên di dest min de “Kamışlı Katliamı’ nîvîsî. Pirtûkê li gelek deveran deng da.
We ji bo pirtûka “Hêlîn”ê xelat girt. Hûn dikarin qala wê bikin...
Mahmut Baksî: Hêlîn bêhtir berê xwe li ciwanan e. Naveroka wê li ser zilma 12 îlonê li dijî Kurdan e. Pêşî bi kurdî hate nivîsîn. Paşê wergerandin, Danîmarkî, Almanî û Swêdî. Roman kirin şanoya radyoyî û 5 hefteyan di radyoyê da hate weşandin. Vê xebata min, di 1998 an de li Avusturyayê xelata herî baş ya pirtûkên ciwanan girt.
Tu herdem devliken xuyanî dike. Tu wisa xuyanî dike û bixêrhatina mêvanên xwe dike. Qet rojên te yên nexweş çênebûne?
Mahmut Baksî: Di sala 1983 an de Şivan Perwer û Xanima wî Gulîstan hatin Swêdê. Dema hatin me hev dît. Hinek buyerên wê semê bandora xwe ji aliyê rûhî ve li min kiribû. Dema mirov demek dirêj, ji Kurdistanê, ji xelkê xwe, ji xwezaya xwe dûr bimîne diçike. Min navngînên di dest xwe baş bikaranîbû. Ji min re hilmek nû, gavek teze pêwîst bû. Min biryar da ku, bi Şivan re beşdarî konserên wî bibim û bi vê yekê bi gelê xwe bibînim. Min dixwest bi vê têkilya nû, xwe nû bikim û gavên bihêztir bavêjim. Divê ez eşkere bînime zimên ku, hinekî ji ber kêf û hinekî ji ber vexwarinê, planên min neçûn serî.
1984 an de pirtûka min “Şıvan ın Sevdası” belav bû. Min dixwest bi rêya wê, bi xelkê bêhtir bidime nasîn. 1983-1988 an de ji malbata min hinek kes çûn rehmetê û hinek nexweş ketin. Vexwarin û êşa rûhî rê li ber min digirt. Li gelek deveran geriyam. Ez ji rastiya jiyanê direviyam. Ji bo xebatên nû gelek mecalên nû hatibû bidestxistin. Lê min nikaribû tevan bi cî binim. Hineka xwest, Şivan anjî kesên din ji bo problemên min sucdar nîşan bidin. Ev şaş e. Ji ber ku çi eleqeya çi kesan pê tunebû. Weke ku min qal kir, pirsgirêkên min yên şexsî hebûn. Wan rê li ber min digirtin.
Ez dixwazim bînime zimên ku, divê nivîskarên Kurd hetanî azadiyê bi rawesatn xebata xwe bidomîne. Di mesela kêfê de, çarçoveyek xwe hebe. Jiyanê li gorî normê wê bijî. Ez xwe ji bo wan salan, kirinên xwe rexne dikim.
We çima Yilmaz Guney weke mijar ji xwe hilbijart?
Mahmut Baksî: Yilmaz Guney li derveyî welêt ji aliyê gelek kesan ve weke rejîsor û lîstikvanê turkan dihate nasîn. Belavkirina zaniyariyên wisa şaş bûn. Min, di sala 1982 an de jibo berevajîkirina vê qonaxê dest bi xebatê kir û çûme Parîsê. Min bi Yilmaz re hejmarek hevpeyvîn pêk anî. Li ser pirsê analîzên min çêbûn. Kendal Nezan jî jibo vê xebatê alîkariya min kir. Xebata me serketî bû. Min li hemberî sînemakarê kurd Yilmaz Guney wezîfeya xwe bi cî anî. Jibo vê yekê jî ez pir kêfxweş im.
Dema mirov hinek ji Fîlmên Yilmaz Guney û fîlmên din yên kurdî bihejmêre, dikare qala hebûna Sînema Kurdî bike, an na?
Mahmut Baksî: Mixabin e ku li ser fîlmên başûrê welêt zaniyariya heye kêm e. Lewma ez ê nikarîbim bersivek berfireh bidime we. Lê dema mirov bi fîlmên hene binere, dikare bi hêsanî bêje ku, Sînema Kurdî ji zû ve heye. Anku hebûna Sînema Kurdî bi fîlmê Seyidxan dest pê dike. Yilmaz bi xwe jî weke min hizir dike û dibêje: Fîlmên min yê ku kurdî û destpêkê Seyidxan e.
Kişandina fîlman bi kurdî wê demê ne mumkun bû. Qedexekirina kurdî encamek wisa dihanî hole: Ziman tirkî bû lê tema fîlman li ser jiyana kurdan bû. Anku Sînema Kurdî hebû, lê rê li ber zimanê wê dihate girtin, ne bi kurdî bûn. Nimuneyek wisa ecêp li tu welatan nikare bê dîtin. Lê ev yek li Tirkiyê pêk hatin, li wir çêbûn.
Ziman giring e. Lê divê mirov ji awireke din jî fîlman binirxîne: Masaja fîlm û kesên wan mesajan distînin, jî pirsek giring e. Naveroka mesajê û nasnameya kesê ew mesaj nivîsîye jî giring e û divê bê dîtin. Dema mirov ji vê awirê nêzî pirsê bibe, bi hêsanî dê bê dîtin ku Yilmaz Kurd e û hîsên netewî li cem berz e.
Di van demên dawî de, fîlmên bi kurdî zêde dibin. Gavên hêja têne avêtin. Dema mirov li wan binêre, dikare bi hêsanî bêje ku, Sînema Kurdî heye.
Îro mirov dikare Sînema Kurdî xurtir bike. Hebûna kanalên tv yên kurdî şensek mezin e, kanalên me yên tv yî dikarin ji bo nîşandan û pêşxistina fîlmên kurdî rolek mezin bilîzin. Berê mecalên wisa tunebûn. Weke mîsal, di sala 1984 an de de, mecala nîşandana fîlmekî kurdî tunebû. Di tv ya swêdî de, bi swêdî hate nîşandan. Di bin fîlm de bi rêya tekstê hatibû qalkirin ku fîlm, kurdî ye.
Pirsgirêkên li pêşiya Sînema Kurdî çine?
Mahmut Baksî: Fîlm bi rêya xebatên kolektîf têne afirandin. Lewma divê kesên li paş û pêşiya kamera bi baştirîn şêwe xebata xwe bikin. Divê sînemakar ji bo afirandina fîlmên baş û bi qalîte xwe organîze bikin.
Fîlmek baş bê mecalên aborî nikare bê afirandin, kişandin. Mesref û çûn pir e. Dewleta me kurdan tune ye ku em karîbin vê pirsê çareser bikin. Kesên ku dewlemend in û partiyên polîtîk dikarin bibin alîkar. Pêwîst e ji bo alîkariya fîlman mercên polîtîk daneynin. Ji pêşketina hunera sînemayî bibin alîkar da ku Sînema Kurdî were cihekî bilind û cihê xwe di nava sînema welatên din de bigire.
Hetanî ev pirsgirêk çareser nebin, dijwar e ku mirov fîlmên bi qalîte biafirine.
Yilmaz Guney bi çavê fîlmên kurdî li fîlmên xwe dinêrî an na, dîtina wî çibû?
Mahmut Baksî: Qonaxa ku bi Seyidxan re destpê kiribû û fîlmên piştî wê, malê Gelê Kurd e. Li gorî Yilmaz jî ew fîlmên wî malê Sînema Kurdî ne.
Li Parîsê hefteya Sînema Kurdî hatibû amadekirin. Wî li wir eşkere anîbû zimên ku fîlmên wî malê Sînema Kurdî ye. Wî plan kiriye ku tevayê fîlmên xwe bi rêya dublajê bike kurdî.
Xebatên Yilmaz li ser kişandina fîlmên kurdî hebû, an na?
Mahmut Baksî: Fîlmek li ser serhildana kurdan hatibû plankirin. Projeya wê amade bûbû. Dr. Qasimlo ji bo pirsa aboriyê piştgirî amade kiribû. Navê fîlmê nû jî Çiya bû. Cihê kişandina fîlmê nû Rojhilata welêt bû. Her wisa li ser Qetlîama Qamişlo û serpêhatiyên din jî 6 projeyên wî hebûn.
Yilmaz dest bi xebatê kiribû. Lê berî çûna Kurdistanê ji mîdeya xwe nerehet bûbû. Nexweşiya kanserê rê li ber projeyan girt…
Nexweşiya te çi demê dest pê kir?
Mahmut Baksî: 1989 an de pirtûka “Gundikê Dono” belav bû. Mirhem Yigit jî di nav de gelek ronakbîr bi ji awirek erênî nêzî wê berhemê bûn. Piştre ez li projeyên din vegeriyam. Lê nexweşiyan rê li ber min girt. 1990 î de min şerê kansera kezeba reş kir. Min zora wê bir. Lê êşa gurçikan dest pê kir. Gurçik bi tevayî fonkisyonên xwe kêm bûn û nema bi wezîfeya xwe radibûn. Ji awira teknîkî ve alîkariya min dikirin. Paşê derket holê ku, ne tenê gurçik, lê dilê min jî problema xwe heye. Ji ber van nexweşiyan jiyan û planên min tev têkilav bû.
Hinekî qala evîna Mahmut Baksî bike, nêzîkbûna wî li xwezayê bike...
Mahmut Baksî: Li gorî min, kurdbûyîn girêdana bi xaka welêt ve girêdayî ye. Hezkirina wê ye. Ez bi hezkirina welatê xwe, welatperweriyê mezin bûm. Ev aliyek evîna min ya xwezayî ye.
Gelê kurd evîndarê xwezaya xwe ye. Di kilamên kurdî de ev evîndarî piralî derdikeve pêş. Ev girêdana me, bandorê li rûhê mirovî dike. Dema li welatekî xweşik û dîlber pr bin, pir normal e ku qala xweşikbûnê bê kirin. Ez jî endamê vê civatê me. Bi wan kilamên hêja mezin bûm. Girêdana min bi xwezayê pir mezin e. Lewma, eşq û xweza bedena min dihejîne û bandorek xwe ya kur di rûhê min de heye. Bandora wan herdem li berhemên kiriye û dê bike.
Hûn bi gelek kesên navdar re rûniştin, hevpeyvînên te belav bûn. Yek ji wan kesan jî Olof Palme bû. Ji bo Doza Kurdan dîtina wî çi bû?
Mahmut Baksî: Ji salên 70 î û virde têkiliyên me hebû. Ji ber ku rojnameya Aftonbladet nêzî partiya wan bû, û makaleyên min her hefte li wir dihate weşandin. Nasnameya rojnamevaniyê ji min re gelek derî vekiribû. Ez bi hejmarek endamên Parlamentoya Ewropayê û Senatoya USA yê rûniştim.
Palme bi dilxweşî bi rojnamevanek Kurd re rûniştibû. Ji ber têkiliyên fermî têk neçe, tevayê hevpeyvîna me nehate weşandin. Piştî hevpeyvînê, em bi firehî li ser pirsê axifîn û wî dîtinên xwe anî zimên. Dîtina wî wisa bû:
Divê Gelê Kurd pêşeroj û qedera xwe bi destê xwe diyar bike. Pêwîst e sînorên hatine danîn ji holê rabin. Mecala dewletek federe jî dikare pêk were. Divê hûn ecele nekin, Kurdistan dê bibe mîna Wietnamê. Pirsa Wîetmanê niha di rojevê de ye û ew dê çareser bibe. Paşê Pirsgirêka Efrîka başûr ya israîl û Filîstinê. Paşê dora we dê were. Çi pêwîst be em ê ji bo we bikin.
Çi milet mîna Kurda tenê ji bo destxistina otonomiyê ewqasî xwîn nerijandiye. Otonomî dikarîbû piştî qonaxekî bi rêyên demokratîk, bê şer jî bidest biketa.
Divê rêvebirên Kurdan di xwestinên xwe zelal bin. Divê mîna mêra derkevin holê, xwestina xwe ya ji bio serxwebûnê bînine zimên. Dema têkoşîna we ji bo serxwebûnê bibe, gel piştgiriya vê têkoşînê bike, mirov tev ji bo yekê dest bidin, Kurdistan dê bibe mîna Wîetnam û cîhan jî mecbûre dengê we bike.
Zarathustra News – Ev e-mail ji ber spambots hatîye parastin, ji bo dîtina vê gerek JavaScript vekirî be




