Ciwan Haco dixwest li Mizîzexê bijî

E-mail Ji bo çapkirinê PDF
    smaller text tool iconmedium text tool iconlarger text tool icon

    ciwan_hacoCiwan Haco bersiva 20 pirsan da. Ew dixwaze li Mizîzexê bijî. Vane bersivên Haco:

    1- Peyva ku herî zêde tu jê hez dikî?
    Hezkirin

    2- Peyva ku tu jê nefret dikî?
    Feqîrî

    3- Çi heyecanê dide te?
    Evîn

    4- Çi dikare heyecana te bikuje?
    Derew

    5- Dengê ku tu herî zêde jê hez dikî?
    Dengê zarokan

    6- Dengê ku tu jê nefret dikî?
    Motor

    7- Te dixwest tu kîjan karî nekî?
    Bijîşkî/Dixtorî

    8- Te dixwest bibî xwedî kîjan jîrekiya xwezayî?
    Lîstikvaniya Sînemayê

    9- Heke tu tu nebûyayî, te dixwest tu bibî kê?
    Gandî

    10 - Te dixwest tu li ku derê bijî?
    Mizîzex (Gundekî nêzikî Mêrdînê ye)

    11- Qisûra te ya herî girîng çi ye?
    Zû tême qanî kirin

    12- Xuyê te yê herî xirab ku kêfê dide we çi ye?
    Tune ye

    13- Lehengê/a te kî/ê ye?
    Zarok bi giştî

    14- Çêra/xebera ku tu herî zêde bi kar tînî?
    Fetbaz

    15- Niha haletî ruhiyeya te çawa ye?
    Baş im

    16- Kîjan diruşm felsefeya te ya jiyane nîşan dide?
    Aşitî

    17 -Xeyala te ya bextewariyê çi ye?
    Bi zimanê xwe yê dayikê di dibistanan de perwerdebûna zarokên kurdan

    18- Bi te pênaseya nebextewariyê çi ye?
    Însanek eslê xwe înkar bike

    19- Tu dixwest tu çawa bimirî?
    Di mala xwe de

    20- Dema ku mirî û çûyî cenetê te dixwest Xwedê li ber derî ji te re çi bibêje?
    Ew qas tiştên ku te dîtin bi giştî xewn bûn, ez jî xewn im

    Ji rojnameya Tarafê hatiye girtin

    Diyarname


     

    جدیدترين خبرهای فارسی