Meha nîsanê de (09.04.2008) li paytexta Ewropa Brûkselê bûroyeke bi navê « Navenda Stenbolê » hate vekirin. Armanca vê bûroyê ew e ku bala ewropiyan bikêşîne ser tûrîzma Tirkiyeyê. Ji bo vekirina vê ofîsê pir parlementer, şaredar, rojnamevan û nivîskarên tirk hatibûn Brûkselê. Li gorî ku hate ragihandin hin rayedarên ewropî jî tev li merasîma vekirinê ya vê bûroyê bibûn. Ji wê rojê vir ve di kolanên vê paytexta ewropî de panoyên pir mezin hatine daliqandin û reklama cihên tûrîzmê tê kirin.



Gabar Çiyan
Koma Dengê Zarokên Amedê, komeka muzîkê ya zarokan e, ku temenê wan di navbera 12-17 salan de ye. Ev kom di sala 2006an de li Diyarbekir ji alîyê şaredarîya Sûrê ya Diyarbekirê hatiye danîn.
Kalekî pîr û westiyayî ji karkeriya rojane bi şile- şilî derî vekir û ket hewşa malê. Ji dûrve bi dîtina rûyê wî mirov sed êş û elem di rûyê wî da dibîne. Keç û jin ji malê derdikevin.
Behroz şuca'î, mamostay Zankoy Duhok e le buwarî zimanewanî da, her wek xwêndkarî duktora ye, le zimanewanî komelayetî
