EY CELAD!

E-mail Ji bo çapkirinê PDF
    smaller text tool iconmedium text tool iconlarger text tool icon

    hasankayaGotina min ne ji te re ye. Rebeno; dîrok û dahatû ahz û qebzê li ser te nahesibîne. Ne zarokên serhildêr û lehengan dê tu ehd û emanan bixwînin li ser dilê tê yê hecizkirî û ne jî têlên gîtareke qîrînbar û hesabxwaz dê navê te bidikirînin di nav zîzbûna xwe de.




    Celad û xizmetkarno…rebenên ku serê sibê bê xwirînî berê xwe didin zindanê û li benda darvekirina dildarên azadiyê radipelikin di pêpelûkên zindanên sergerdeyan de! Gotina min ne ji te re ye. Tuyê wekî pelekî ji nav pelan ên kufikî, di xelek û qewêrên labîrentên nemerdiyê de, bê nav û nîşan, bêhesab û kîtab xwe bide alî ji seyareya me ya ku herdem zana û camêr, dilovanî û mêrxasî di hemû efsane û klamên wê yên bijarte de, serleheng in.


    Tîranino…sergerdeno! Ey Molla û Ayetullahên Fursî;ku we reşî ji xwe re wekî sembol kiriye tac! Ey biramakên Muaviye, lawên Yezîd! Hûn xwe bi qelêşî û fenîtiya sedan salan xwedêgirawî bi huzna Alîyê Şêr radipêçin!


    Qaşo li Qûmê hûn dad û dilovaniyê, heq û pakiyê dineqişînin li ser mêjiyên turfende. Lê ev çi celad in?


    Ev çi celad in li qadên bajarên belengaz. Ev çi ben û kindir e, çi dara xaçê û temaşeya mirinê ye li darî çavên dayikên bifîxan e?


    Ulemano…xwedantac û şaşikên mezin…Ey Amer Mûsa…îtîhatul Îslam, Cundullah û Hîzbûlah û hemû rêxistinên xwedêgirawî dijberên navendên emperyalîs in; dilopên hêstirên çavên dayîka Îhsan Fetahî nalopin bi ser wijdanê kesirandî!


    Lawên comerd, lehengên azadî û mafan, zarokên gelên mahrûm Enver Huseyin Penahî, Ferzad Kemanger, Ferhad Vekîlî, Elî Heyderî, Erselan Evliyayî, Hebîbullah Letîfi, Fesîh Yasemînî, Rustem Arkiya, Şerko Maarfî, Ferhat Çaliş, Enver Rostemî, Şakir Baqî û Remezan Ahmed dê di kîjan berbangê de, ji bo seremoniya we ya fahîş bibin qurbanî.


    Hozano…dengê dilê biheywax…vê sibê min bihedinîne. Dîmenên dara xaçê mohra heznê li ser temen û dilê min da. Dîmênê ku li bajarekî Îranê, li qadeke xizan û pejmurde, digel lavelav û heywaxên dayikên jar, bavên bi tewekul û mexrûr û bêçare, sîpe û keçên xama…trajêdiyeke hemçerx, li ber çavên seranserê mirovahiyê li dar dikeve.


    Rojnameger, kameravan, rayedar û celad…pêkve mirovê çavgirtî ber bi dara xaçê-sêdarê- ve dibin.


    Û ez li vir tême kuştin. Reng û tam…hêvî û coş diterikin ji beden, mêjî û dilê min. Ez tun eme êdî. Nîn im. Bila goştê min ji Ayetullan re qurbanî be êdî.


    Wênevano…sûretê hezn û jankêşiya min rakêşe…vê sibehê min di facebookê de, temaşe kir li seremoniya lawekî serhildêr. Bi serbilindî dimeşiya ber bi dara xaçê ve û wiha digot. “Megrîn…megrîn…bikenin…mirin heq e…mirin heq e.”


    Ey Victor Jara! Xwediyê strana nîvçemayî. Bila serên tiliyên te bigihîjin wê gîtara serhildêr. Bi melodiyên xwe brînên sedsala min bikewîne birakê Jara; “Venceremos” biqîrîne, ezê bi “Hevalno Ho” werim hewara te...


    Che û Victor Jarayê dilovan hûn niha li qada Mahabadê ne. Destê Jara yê ku hatibû jêkirin porê Îhsên miz didin û laşê Jara yê bêdest li nik ê Îhsên li ba dibe.


    Stranên me tevlihev dibin Robson..têkilhev dibin; çawa ku dirûşme û xwîna me têkilhev dibe.

    Em bi hev re dipên…mirinê…îşkence û azadiyê. Çavên me li azadî û xweşiya piştî zehmetiyê digerin; di vî wextê ku zarokên muaviye û Yêzîd adalet û rehmê belav dikin xwedêgirawî!


    Şaîro…xwediyê gotinên nisilî, ehlê gotinê…nûnerê hezn û coşiyê! Li xezebekê bigere…welatekî bike wekî çiyayekî yekparçe…bigindirîne ser hemû kelehan…bila hemû kelehên zilmê qe nebe di rêzikên helebstên te yên serhildêr de hilweşin.


    Hozano, dilê min digel ê dayika Îhsên gavek be jî bihedinîne! Kambaxî û wehşeta sedsala me ya ku li ser enî, bext û dilê me dewixiye bi peyvên xwe bicebirîne!


    NOT: Min ev gotar, ji balyozxaneya Îran û Suriye re şand.

    Hasan Kaya


    22.11.2009-Bursa


    Nûkirina dawîyê ( MONDAY, 30 NOVEMBER 2009 13:03 )  

    جدیدترين خبرهای فارسی